Îflasa paradîgmaya Apocî

ziya-apo

Encamên hilbijartinên serokomarî û parlementoya Tirkiyê di rojevê de ne. Stratejiyên hilbijartinê yên li ser esasê têkbirina Erdogan di tûra 2 yemîn de bi binketinê qediya. Bê şik encamên hilbijartinê ji bo her partiyeke siyasî ji nû ve avadankirin û nîqaşên navxweyî anîn. Yek ji van partiyan jî HDP ye.

HDP di hilbijartinan de 2 milyon deng winda kir. Ev bîlanço ne di hat texmîn kirin. HDP di hilbijartinan de weke stûna tifaqa millet tevgerîya. Di dema ku her du eniyên îttîfaqê (Millet-Cumhur) xebatên xwe yên hilbijartinê li ser esasê dijminatiya Kurdan dimeşandin, partiya bi navê Kurd jî dengbêjê vê ahenga faşîst bû.

Dema ku Kurdan xeyala temsîliyeta xurt a li meclîsê dikirin, HDPê bal kişand ser hilbijartina serokomariyê. Bi bernamzed nederxistin HDPê xwe ji aliyê siyasî ve xwe bêçek kir û mîsyona xwe ya partiyeke kilît ji dest xwe revand û radestî baskê faşîst kir.

HDP partiyeke mîsyonê ye

Helwesta xwîndarî a PKKê ya bi Erdogan re, HDP jî bê polîtîka hişt. Xwîndarîya di navbera PKKê û Erdogan de Kurd kirine armanca hikûmeta AKP ê. Hemû Kurdan berdêla vê helwesta PKKê ya bêwate û ji mantiqê siyasî dûr da. Ev feraseta xwîndarîya PKKê bi Erdogan re ne tenê nehişt ku HDP siyasetê bike, di heman demê de ew neçar kirin ku beşdarî tifaqa Meral Akşener û Ûmit Özdağ ji bibin. Yanî di hilbijartinan de hêza siyasî ya Kurdan di navbera du tifaqên neteweperestên Tirk de hate pûç kirin.

Mîsyon û pêkhateya rêxistinî ya HDPê nikare li hemberî vê xweferzkirina PKKê li ber xwe bide. Ji ber ku HDP partiyeke mîsyonê ye. Heya ku armanc û mîsyona damezrandina HDPê rast nehê fêhmkirin, em nikarin rewşa heyî têbigehin.

HDP baskê legal yê projeya dij-Kurd e

HDP lingê legal yê projeya dij-Kurd a ku Ocalan bi hevkariya dewletê pêş xistiye. Koma xebatê ya li dijî Kurdan (Mit-wezareta navxwe û Apo) ya li Îmraliyê plan kir ku pêşî li aloziya siyasî ya li Kurdistanê bigire û Kurdan bike biremakê Komara Tirk.

Çalakiya siyasî ya ku li seranserê Rojhilata Navîn bi Bihara Erebî dest pê kir, dewletên ku Kurdistan dagîr kirine jî tirsandin. Lê belê dewleta Tirk beriya hingê tedbîra xeteriyeke wiha girtibû. Dema Ocalan di sala 1999 an de hat Tirkiyeyê, pirsgirêka Kurd veguherî. Dewlet û Ocalan li ser çareseriya pirsgirêka Kurd a bê Kurd li hev kirin. Ji bo vê jî karê afirandina xeta teorîk û siyasî ji Ocalan re hat dayîn.

 Odeya Ocalan veguherandin pirtûkxaneyekê û ew bi xwe; Ji bo guherandina cîhana fikrî û DNA ya netewî ya Kurdan hate erkdarkirin. Çawa ku Zîya Gokalp di salên 1920 î de nasnameya xwe ya etnîkî înkar kir û li ser Turanîzmê felsefe kir û bi nivîsandina “prensîbên Tirkperestiyê” di avakirina dewleta netewe ya Tirk de rol lîst, Ocalan jî di heman xetê de mîsyonek girt ser xwe.

Prensîbên Tirkbûnê Ziya Gokalp yên Tirkkirinê jî Ocalan nivîsand

Apo jî wek Ziya Gokalp li ser vî karê ku dewletê dabû wî baş xebitî û bi navê “Paradîgmaya Nû” prensîbên Tirkkirina Kurdan nivîsand. Di Paradîgmaya Nû de jî got ku pirsgirêka Kurd pirsgirêka demokratîkbûnê ye, dewlet ji ber serhildanên Kurdan otorîter bûye, Ataturk dixwast pirsgirêkê çareser bike, lê serhildanên Kurdan rê li ber vê yekê girtin û lingê demokrasiyê yê dewlet ji ber van sedeman seqet bû. Ji bo vê yekê Apo teorîya ku pêwîstiya Kurdan bi dewleteke cuda nîne û serdema netew-dewletê bi dawî hatîye, pêşxist. Bi parastina têza ku pirsgirêka Kurd ne pirsgirêkek siyasî û neteweyî ye, hewl da Kurdan bixe nav tengezarên “Tirkkirin”ê de. Xwest vî kirasê dîna yê Tirkbûnê bike ber Kurdan. Bi zêdekirina peyva “demokratîk” li destpêka hemû sazî û têgehan, tiştekî têkel pêşkêşî Kurdan kir. Li ser van rêmana pêkhateyên xwe ji nû ve birêxistin kir.

Ev projeya Tirkkirinê pişka mezin di partîyî û sazîyên xwe yên legal. Pêvajo gav bi gav bi BDP û DTP ê re asayî bû. Lê îhaleya sereke dan HDPê. Li gorî vê projeyê, çi tûleyî yên kolana yên çepên Tirk di nava HDPê de hatin cîbecî kirin. Ji bilî dilsozên Kurd û Kurdistanê nûnerên her cure layenên siyasî û komên civakî di nava HDPê temsîla xwe kir. Projeya HDPê ku Apo bi navê keda min a 20 salan bi nav kir, di esasê xwe de projeya paqijkirina qada siyasî ya legal ji fikra Kurd û Kurdistanî bû. Konsepta ku Kurdan li ser xaka Kurdistanê bikin “Tirkên binyat Kurd” bû.

Wezîrê dadê yê wê demê Beşîr Atalay mizgîniya vê peymana dij-Kurd a ku Ocalan bi dewletê re çêkiribû da Kurdan. Îmralî-Mît-Wezareta Karên Hundir li ser projeya partîya legal li hev kirin, navê HDPê hate lêkirin û xebatkarê dewleta kûr a çepa Tirk Ertugrul Kurkçu jî kirin serokê wê.

  DTP ku nûnerê dawî yê qada siyasî ya legal a Kurdan bû, di zûtirîn dem de hat hilweşandin. Bi vî awayî Ocalan hemû destkeftiyên Kurdan ji bo hebûn û yekitiya komara Tirk fedakir. Têgînên nû ketin nava civaknasî û cîhana siyasî ya Kurd.

Modelê “Tirkên binyat Kurd” û biratiya gelan

Êdî modele “Tirkên binyat Kurd” dest pê kiribû. Pejirandina nasnameyên neteweyî yên jibilî Tirkbûnê, li dijî hiqûqa “biratiya gelan” bû. Di wê de têgîna “Tirkên binyat Kurd” yek ji dahênanên paradîgmaya nû ye. Wê êdî ti têkiliya Kurdan bi têgînên weke netew, dewlet, xak, serwerî, nasname, ziman, ala û hwd ên ku aîdîyeta netewî diafirênin, nebûna. Li şûna Ala Rengîn alayên ku ji heft rengan pêk dihat di hatin hejandin.

  Profîla girseya Kurd hatiye guhertin û li şûna wê tiştekî têgel bêcinsîyet,bê cibillîyet, bê nasname, bê çand hate danîn. Têgehên netewperwer û daxwazên Kurdan a ji bo nasnameya neteweyî weke parçeker hatin bin av kirin li şûna wan têgehên civakî yên weke maf û dad hatin bicîkirin. Ji bo ku zagona biratiya gelan neyê binpêkirin, xwe ji navê Kurdbûnê dûr dixist. Esalet û hişmendîya Kurd hat armanç kirin ku Kurd pirsgirêka xwe jibîr bikin. Têza ku “ger êdî tu pirsgirêkekê nefikirî, ew pirsgirêk nîne” li ser Kurdan hat ceribandin. Nifşek ku welatê xwe wek axa Tirkan û ala Tirk wek nirxê xwe yê neteweyî dibîne hat afirandin. Salên 1990 ji ber “Ne daliqandina ala Tirk” partîyên legal ên Kurdan dihatin girtin, lê mixabin îro ciwanên Kurd ala Tirkan bi şanazî bilind dikin.

Stratejî ji Îmralî, bazarkarî ji HDPê

  Hêza oto-asîmîlasyonîst a paradîgmaya nû ew qas bi hêz bû weke ku Apo gotîye; Şivane kî li Colemêrgê jî fêrî Tirkî bike. Ji ber ku keleha dawî ya Kurdayetiyê ketiye, tiştekî bi navê “pirsgirêka Kurd” nemaye. Soza “Ez ê Kurdan bikim xwîna nû ya dewletê” ya ku Ocalan dabû dewleta xwe, bi vî awayî bi cih bû, dilsoziya xwe ya bi dewletê re îspat kir.

  Yekane hevparê vê serkeftinê HDP ye. Her çendî ev fikir û stratejî ji Îmraliyê derketibe jî, HDPê ji bo ku wê bikeve nava bazara siyasî, hewldaneke mezin da. Lê belê paradîgmaya nû ya ku PKKê bi hemû artêşa xwe ya medyayê hewl da pêk bîne, ji ber ku li gorî pêkhateya netewî û civakî-çandî ya Kurdan tevnegeriya, hate redkirin. Encamên hilbijartinê belgeya herî berbiçav a îflasa paradîgmaya Apoyî ye. Kurd dixwazin xwe ji vî kirasê dîna yê Tirkbûnê rizgar bikin.

Ji bo vê jî hişmendiya netewî ya Kurdan tercîhên tifaqa siyasî yên HDPê red kir.

Ev paradîgmaya nû ya ku Kurdan weke grupekî civakî dest nişan dike û wan biçûk dixîne red kir.

 Armanc û polîtîkayên ne Kurd û Kurdistanî red kir.

 Kurdan bi dengên xwe Kemalîstên çep xistina meclîsê red kir.

Yên Kurdan weke kaniya dengan didît û xwe weke îrade nîşan didan red kir.

Kurdan gotina komîserên PKKê yên din ava HDPê de “eger em kevirekî bikin namzet wê Kurd dengê xwe bidin” red kir.

Bi kurtasî, Kurd dixwazin ji piştqopî ya Tirkbûnê xilas bibin, bi nirxên xwe yên netewî siyasetê bikin û Kurdewarî bijîn.

Pustên heman beş