Kerb û kîn a dîrokî û rojane ya li pişt projeya dorpêçkirina PDKê çî ye?

Partiya Demokrat a Kurdistanê tevgereke siyasî ye ku mohra xwe li dîroka sedûpêncî salên dawî li Rojhilata Navîn xistiye. Rabirdû ya 150 salên rêxistinkirina kevneşopiya berxwedaniya Barzanî yan, li gorî şert û mercên serdemê, bi hevgirî û konsensosekî netewî pêkhatî ye. Tevî bandora PDKê ya li ser hevsengiyên Rojhilata Navîn jî, paradîgmaya wê, dînamîkên guhertinê, sîstema têkilî-nakokiyê bi qasî pêdivî nehatîye fehmkirin. Kurdan nekarîn ew hêza ku dîroka Kurdistanê awayekî radîkal guhertî ango PDKê baş nas bikin û bidin nasîn.

Di salên dawî de li ser PDKê polîtîkaya dorpêçkirin û vederkirinê tê meşandin. Ji ber ku rola dîrokî ya PDKê ya ku li jor behsa wê hatiye kirin bi têra xwe zelal nebûye, tenê beşa niha ya vê dorpêçê tê destgirtin. Lê rastî ev e ku PDKê li Rojhilata Navîn ew kifinê girîye ber Kurdan çirandî ye. Em dikarin sedemên dijminatiya PDKê di bin du sernavên sereke de vebêjin.

1: Vegera Barzaniyê Nemir û têkdana sîstema Lozanê

Nîvê sedsala 20 an ji bo Kurdan encamên gelek trajîk derdixe holê. Lozanê û peymanên paşmayê wê Kurdistan xiste nava tirbê de. Dewletên kolonyalîst ji vê rewşê pirr razî ne. Welatên rojavayî yên xwediyê Lozanê jî ji birêkûpêkbûna peymana ku kirine kêfxweş in. Peymana Lozanê û pêvekên wê bi awayekî xweş tevdigerin.

Pêvajoya ku dîrokê guhert ji vir dest pê dike. Çirûskek ku  sînorên Lozana hilhelşîne hate vêxistin. Mela Mistefa Barzanî piştî derbeya general Abdulkerîm Qasim a 14 ê Tîrmeha 1958 an vegeriya Kurdistanê û Iraqê. Got em jî li ser navê Kurdan li ser maseya danûstandina hene. Ev vegera Barzanîyê nemir di nav derdorên ku xwedî yên sîstema Lozanê bûn, bi taybetî jî Birîtanya de nerehetî derxist. Ji ber ku di eslê xwe de ev veger ne tenê li Başûrê Kurdistanê, li parçeyên din jî vejîneke nû ya Kurdî bû. Siyaseta ku di salên 60 î de li Bakur û Rojava Kurdistanê dest pê kir, di bin bandora kevneşopiya rêbaza Barzanî yê nemir de bû.

Rastiya xala dîrokî zelal e: Ji nîveka sedsala 20. ve tevgera siyasî ya Kurd li çar parçeyên Kurdistanê li ser bingeha tevgera Barzanî tevgerî ya. PDKe wek partî şaneya bingehîn a sîstema partîbûna Kurdistanê ye. Tevî hemû înkarên hinek derdorên Kurdistanî, PDKe weke pêkhateyeke siyasî di her partiyeke Kurdistanî de xwedî cihekî girînge. Şerê li dijî PDKê di esasê xwe de şerê li dijî xwebûna sîyasî a Kurdan e.

Guhertina ku ji ber vegera Barzaniyê nemir di dîroka Kurdistanê de pêk hatiye, karî rê li ber çerxên çar dewletan û hinek dewlet û pêkhateyên welatên rojava bigire. Înkara Kurdan hatiye şikandin. Tesîra guhertina herikîna dîrokî ya bi biryar a PDKê dewletên dagirker yên weke Tirk, Fars, Ereb û serkêşên wan aloz kirin. Ger PDKe nebûya wê projeyên Lozanê gav bi gav hatiba cîbecî kirin. loma jî neyarên PDKê zedene.

  1. Komkirina hêza Kurdan û pratîka hikûmeta Herêma Kurdistanê

Têkoşîna PDKê ya bênavber û bi biryar ya di sedsala 20 an de, ji sala 1992 an û vir ve Kurd kirin xwedî destûrekî navdewletî. Şoreşa Eylûl û Gulanê heya ku damezrandina Ji hikûmeta Herêma Kurdistanê bû sedem ku peymana Lozanê ya dij-Kurd encam negire. Peymana Lozanê bi hebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve rastî derbeyeke mezin xwar. Koalîsyona dij-Kurd ev pêşketinên Kurdan nekarî daqûrtî ne.

PDKê û tevgera Barzanî li dîrok û çarenûsa Kurda nirxeke weke Hikûmeta federal a Kurdistanê zêde kirine. Lê di bingeha hikûmeta Herêma Kurdistanê de xeta PDKe û Têkoşîna Barzanî heye. Ev rastiyeke dîrokî ye ku nayê guhertin. Her millet di pêvajoya avakirina neteweya xwe de li ser esasê berxwedana dîrokî hatiye avakirin. Barzanî û PDKe li ser kevneşopiya siyasî ya Kurdan ava bûne.

Ev rewabûna Kurdan a ku ji aliyê PDKê ve hat afirandin, çarenûsa herêmî ya nasnameya Kurdî guhert. Bi vê destkefta PDKê, Kurdan jî nasnameya siyasî, leşkerî û aborî bi dest xist. Raste mirov dikare dibêje êrişên ser PDKê êrişên li dijî statûya Herêma Kurdistanê ye. Her wusa, em li şerê navxweyî û derve, fizîkî an derûnî binerin. Di encamê de diyar dibe ku her hewldaneke êrişkar li dijî statuya Herêma Kurdistanê ye. Yanî mesele ne PDKe ye, mesele rûxandina pergala ku nirxên dora PDKê ava bûne tê armanç kirin.  

Rastiya pişt êrîşên aborî çi ne?

Bi taybetî li Herêma Kurdistanê kombûna aborî û rewşa hêzêbûnê gelek pêşketin ji Kurdan re anî. Ji ber ku Kurdan tu carî çerxa nîzama aborî ya li ser axa xwe sûdmend nebûye. Sedemek ku tevgera Kurd ya netewî xurt nebûye jî ev e. Herêma Kurdistanê ev yek şikand. Kurd ne tenê bajarên xwe îdare dikin, di heman demê de hevkariya aborî jî dikin û şîrketên aborî yên cîhanê dikişinin Kurdistanê. Wekheviya siyasî ya vê destkefta aborî mafê xwe rêvebirinê ye û hevtayê dîplomatîk jî şirîk e. Hevparbûna siyasetê tê wateya wekheviya hêzan jî. Herêma Kurdistanê şirîkê dewletan e. Navê wê îdareya Federel be jî, lê weke dewletekê bi bandor tevdigere.

Ev demeke dirêj e li dijî aborî ya Herêma Kurdistanê êriş tên kirin. Armanca van êrîşan ew e ku Kurdan ji statûya şirîk derxînin û dîsa bikin xwûlam. Ev Êrîşa li dijî mafê xwerêveberiyê ye.

Zexta ku Bexda li ser Hewlêrê li ser mûçe, budce û hwd dike, ya herî zêde berçav e. Lê bi rastî hêzên êrişkar yên meizn jî hene. Manîpulasyonên medyayî yên hin lobiyên Amerîkayê ku rasterast malbata Barzanî dike hedef jî bi vê êrîşa aborî ve girêdayî ye. şûna ku foxê bixin ser serokwezîr û serokên xwe, radibin û foxê dixin seer Kurdistanê, helbet ev kiryarên nehezin. Siyaseta PDKê li ser navê Kurdan komkirina aboriyê pêk tîne, dijberên Kurdan ewqas aciz dike ku rojnameya çep a Tirk “Duvar” dosyayek lêkolînê li ser bihayê çaketê Serokwezîr Mesrûr Barzanî weşand. Ev operasyona têgehê jî vala der ket weke yên pêşî yê.

Kes nikare qebûl bike ku Kurd dewlemend bibin û bijîn. Her kes, heta yên ku dibêjin ez ji Kurdan hez dikim jî, tim dixwazin Kurd birçî bin, tazî bin werin teror kirin. wêneyên kesên ku di sala 1991 ê de ji ber komkujîya Saddam reviyan li ser sînor ji birçîna mirin tên belavkirin. Avedanbûna Kurdistanê naxazin. Ew toower ên li Hewlêrê çêdibin û wesayitên luks û marqeyên cîhanî layiqî Kurdan nabînin. Ew dixwazin Kurd her malwêran û derbeder bin. PDKê Kurd dewlemant kirin loma jî êrişî wê dikin.

Êrişkarîya vê dawiyê yên li ser PDKê eger bi vê perspektîfê neyê dîtin, dikare weke nakokiyeke navbera partîyan were dîtin. Lê nakokiyên li ser PDKê bi erka dîrokî ya PDKê ve girêdayî. Êrîşên li ser PDKê di eslê xwe de êrîşeke li ser erka Kurdistanê ya dabînkirina paşerojeke azad û serbixwe ye.

Dixwaze van êrişan PKK-YNK bike yan rêveberên Iraqê yan jî lobiyên hin welatên wek Birîtanya û Emerîka. Ji ber vê yekê divê em li dijî dorpêça li ser PDKê rawestin û hewl bidin vê dorpêçê bişkînin. Helwesta rasteqîn a welatparêzî, helwesta Kurdistanî li hember êrîşên li dijî PDKê sekinandin e. 

Pustên heman beş