Tirkiyê rawestandina geştên asmanî yên Firokexaneya Silêmaniyê dirêj kir

Iraq-Sulaymani-turkey

Tirkiyê rawestandina geştên asmanî yên Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê bo 6 mehên din dirêj kir.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir îro 3ê Tîrmehê ji K24ê re ragihand, hikûmeta Tirkiyê rawestandina geştên esmanî yên Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê heta 3/12/2023an dirêj kir.

Ev yek di demekê de ye, Parêzgarê Silêmaniyê roja 18ê Hezîrana 2023an ji K24ê re ragihand, “Me hemû hewlên xwe ji bo vekirina qada asmanî ya Tirkiyê û rakirina astengiyên li pêşiya Firokexaneya Silêmaniyê dane û eger heye di meha Tîrmeha de ti rewşên nexwestî dernekevin û dê pirsgirêk bên çareserkirin.”

Roja şemiyê 3ê Nîsana 2023, Rêveberiya Firokevaniya Sivîl a Tirkiyê geştên xwe yên firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê rawestand. Berdevka Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand, ev pêşhat dê heta Tîrmeha îsal bidome û sedema wê jî bo zêdebûna çalakiyên PKKê li parêzgeha Silêmaniyê vegerand.

Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê li Bekraco ye ku 15 kîlometre dûrî Silêmaniyê ye, kevirê bingehîn ê firokexanê di sala 2003an de hat danîn û sala 2005an temam bû û kete kar.

Pustên heman beş