Qendîl, Ocalan û Demirtaş!

Qendîl, Ocalan û Demirtaş!

Piştî hilbijartina li Tirkiye û bakurê Kurdistanê rewşa HDPê gelek tê gotubûj kirin. Taybetî di nava bingehê HDPê de cara yekem e bi dengek bilind hinek kes rexna dikin û di nava xwe de behsa xeletî û siyaseta HDPê ya çewt dikin. Di nava HDPê de herî zêde rewşa Selahattîn Demîrtaş tê gotubêj kirin û gelek kes di nava HDPê de Demîrtaş weke serokê xwe qebûl dikin. Heta di demên dawî de, alîgir û hevalbendên HDPê îdia dikin ku, bandora Demirtaş di nava HDPê de ji ya Ocalan û Qendîl bêhtire.

Selahattîn Demirtaş gelek cara ji bo hinek helwestên xwe ji aliyê Ocalan û Qendîl ve hatiye rexnekirin. Heta di hevdîtinên Îmralî di dema qaşo `Pêvajoya Çareseriyê ` de Ocalan bala Demirtaş dikşîne û jêre dibêje: Tu hêj lîdertiyê dikî lê haj xwe hebe tu jî wek N.Taş û O.Ocalan neke.`

Ji aliyek din ve Demirtaş gelek daxûyanî ji derê dîtina Qendîl dane û ev yek bûye sedema berteka Qendîl li himber Demirtaş. Di roja 26/04/2023 ê Demirtaş daxuyanîyekî dide Politico Ewropa û dibêje: “Em xwe wek pêkhateya siyasî ya PKK bi nav nakin, ji ber ku em ne wisa ne. Em bi ti awayî piştgirîyê nadin bikaranîna şiddet û rêbazên çekdarî.

Dema Demîrtaş van daxûyaniya dide, berpirsên HDPê jî têxe tengasiyê de.

Dema çalakiya çekdarên PKKê li mezitliya Mersînê li himber avahiya Mala Polisa pêkhatî, Demirtaş bi tundî ev çalaki rexne kirîbû. Lê di cih de hem ji aliyê Qendîl ve û hem jî ji aliyê baskê çekdarê PKKê HPGê ve bi tundî hatibû rexne kirin, heta herdu aliyan jî ji rexneyan wêdetir heqaret li Demirtaş kirin.

Malpera lêkolîn di nivîseka xwe de got ku,“ Demirtaş tu cara nebûye kesek şoreşger, ew bi tenê di nava derdorek şoreşger de bû.“ Herweha heman malperê digot ku; “Demirtaş hewl dide xwe di çavê CHPê de şirîn bike.“

Ji aliyek din ve, piştî HPGê daxuyanîyekî de li êrîşa Mersînê xwedî derketî bû û pesnê vê êrîşê dida. Lê PKK ji peyama Demirtaş û HDPê aciz bibû.

Bi awayekî di daxûyaniya xwe de bala herdu aliyan dikişand û gotibû:” Bila kes ne li bendê be ku milîtanên fedaî yên Apoyî bi rengekî cuda tevbigerin. Yên ku zimandirêjiyê li vê çalakiya bi heybet dikin, beriya her tiştî bila bala xwe bidin ser êrîşên bi çekên kîmyewî yên rejîma qirker faşîst a AKP-MHP’ê yên li dijî hêzên me yên gerîla. Yên ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê rejîma faşîst ve şermezar nakin, fedaiyên ku ji bo parastina nirx û gelê Kurd xwe feda dikin bi zimanê dijmin şermezar dikin. Ev nêzîkatî tenê bi tepisandinê dikare bê vegotin. Hevrêyên me yên ku ji bo pêşî li qirkirina gelê Kurd bigirin xwe feda dikin, nirxên me yên herî pîroz in. Yên ku zimandirêjiyê li van nirxan dikin, divê zanibin ku ne gelê me yê welatpaêz ne jî heqîqeta fedaiyên me temsîl nakin.”

Selahattin Demirtaş piştî daxûyaniya YPGê li ser hesabê Xwe yê Twitterê daxûyaniyek da û ev daxûyanî wek bersiva HPGê hate nirxandin.

Demirtaş dibêje:“Îsrara di siyaseta demokratîk û siyaseta aştiyê de ji bo me prensîb in. Divê kes li bendê nebe ku em gavekê paşde bavêjin. Em ê di bin her şert û mercî de prensîbên xwe biparêzin û bi hemû derfetên xwe daxwaza gel a çareseriya demokratîk û aştiyê bînin ziman. Em ê faşîzmê tune bikin û teqez bi ser bikevin.”

Herweha di pêvajoya hilbijartinan de Demirtaş gelek daxûyanî dan û hinek nivîs jî nivîsandin . Demirtaş Twittek ragihand û tê de digot: “Ji guhertina mezin re amadebin.Bila herkes destbide hev û li tenişta hevudin bisekine. Pîvana me ya hevbeş `Cumhuriyeta Demokratik` e. Malama ya hevbeş Tirkiye ye. Dewleta me ya hevbeş Cumhuriyeta Tirkiye ye.

Di rastiya xwe de divê helwesta Demirtaş ya Kurdewarî baş bê nirxandin, Demirtaş li ser xetek netewî ye, yan behtir kesayetek Çepe û Kemalist e.? Nabe ev babet bi awayek hissî bê nirxandin. Gerek ev yek ji aliyê bingeha HDPê yên ku piranî xwe Kurd dibinin û hewldidin pirsa Kurd di nava HDPê de bidin pêş ve bê nirxandin.

Roja 16.11.2022ê Dezgehê lêkolînê Metropoll, li Tirkiye rapirsînek balkêş çêkir. Di rapirsîna vê carê di derbarê bandora Abdullah Ocalan û Selahattin Demirtaş li ser HDPê bû. Lê di rapirsînê de pirs ji dengdarên partiyên Tirka hate pirsîn. Pirs ji dengdarên, AK Partiyê, CHPê, IYI Parti, MHP, Partiya Sadetê û DEVA hate kirin.

Pirs bi vî awayî bû:

Gelo li ser dengdarên HDPê bandora Ocalan yan ya Demîrtaş bêhtire?

Di rapirsînê de ji %21.2,gotin Abdullah Ocalan û jî ji % 51,1 gotin Selahattîn Demîrtaş. Ji sedî 27,7 kesên ku beşdarî rapirsiyê bûn, gotin em nizanin.

Ji aliyek din heman pirs ji dengdarên HDPê bi xwe jî hate pirsîn.

Dengdarên HDPê; ji % 22,1 dibêjin Ocalan û % 75.2 jî dibêjin Demirtaş.

Vekıri dixweyû ku bandora Demirtaş li ser HDPê ji ya Ocalan behtir heye. Rewşa Demirtaş ya ku ji dibêje ku wî ji dev siyaseta çalak berdaye jî babeteke din a pirsa din ava HDPê de ye.

Piştî ku HDP di hilbijartinên borî de hêz û xwîn winda kir, daxuyanîyek da û rexne li xwe û partîya xwe kir. Demîrtaş lêborîna xwe ji Kurdan xwest, li ser medyaya civakî daxuyand ku wî dev ji siyaseta aktîf berdaye û wiha got:

“Ez li ser navê xwe ji dil lêborînê dixwazim ku me nekarî siyasetek layiqî gelê xwe bidin meşandin. Ez soz didim ku bi xebatên xwe yên pratîkî van kêmasîyan berteref bikim. Her wiha spasîya rexneyên çêker ên ku li min hatin kirin dikim. Ezê hewl bidim sûdê jê wergirim. Ezê jî wek hemû hevalên xwe yên li girtîgehê têkoşîna xwe bi berxwedanê bimeşînim, ez di vê qonaxê de dev ji siyaseta aktîf berdidim. Bi hêvîya rojên azad”.

Daxuyanîya Demirtaş wek bombeyekê ket rojeva siyasî ya Kurd, Tirkîye û cîhanê. Tê gotin ku gelek ji rêvebirên nava HDP girîngî nedane daxuyanîya Demîrtaş û dibêjin “devjêberdana siyaseta aktîf a Demîrtaş mijarek ku divê neyê mezinkirin. Siyasetmedarên din ên di girtîgehê de bi tweet û daxuyanîyan siyasetê nakin. Rewş bi tevahî normal e û di nava partîyê de erkên Demîrtaş nîn in“.

Di vê derbarê de kesên nêzîkî Demîrtaş dibêjin: “Dixwazin Demîrtaş bêdeng bikin. Pêşniyazên wî nayên guhdarîkirin. Bi ser de jî dema ku encamên hilbijartinê bi vî rengî hatin, hewl dan ku Demîrtaş berpirsiyar bibînin. Di nava HDP de kesên ku dixwazin Demîrtaş ji girtîgehê dernekeve jî hene”.

Rewşa Demirtaş û berdewamiya helwestên wî, behtir di dema hilbijartinên şeredariyan de bê têgihandin. Ka gelo dê Demirtaş wek hilbijartinên serokkomariyê ş parlementoya Tirkiye çalak be yan dê bê deng bimîne û nabe xwedî helwest? Ev yek dê heman demî de bibe bersiva rewşa pêşeroja HDPê bi xwe jî. Ji aliyek din ve, wek tê zanîn PKK bi navê Partiya Çepa Kesk kete hilbijartinên parlementoya Tirkiye de. Gelo dû pûşerojê de ve di çi qalibî de be ji niha ve nayê zanîn. Lê din ava Partiya Çepa Kesk de, hijkiriyên Apo gelektirin û piranî jî çepên tundrewin.

Babetek din heye belkî ne gelekî girînge jî(!) lê têzanîn ku birayê Selahattin ê mezin Nureddin Demirtaş li nawend a Qendîl e. Gelo bandora vê yekê li ser Selahattin çiye?

ROJEVAKURD

Pustên heman beş