Xalên hevbeşên PKK’ê û dijberên hikûmeta 9.emîn a Mesrûr Barzanî

Hikûmeta 9.emîn a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî di Tîrmeha 2019’an de hat avakirin. Di vê heyama çar salan de hikûmetê gelek karên mezin kirin. Weke rê û rêbar guherîna rûyê bajaran, çûnûhatin, çandinî, geşkirina ajaldarîyê, îxracat, jîngeparêzî, bendav û hwd hatin çêkirin. Eleqedarbûna jiyana rojane ya civakê çareserkirina kêşe û giriftên wan cihê pesindanê ye. Serkeftinek din ya vê Hikûmetê rêvebirina pêvajoya vîrusa Corona bû.

Lê xeynî van mijarên weke avedanî bînasazî,hinardekirin, çandinî û başarvanî û hwd. diyar e tiştekî ku herî zêde divê ji bo vê hikûmetê bê behskirin heye, ew jî ev e: “li dijî Hikûmeta Mesrûr Barzanî şerek bi awayekî veşartî û elenî  hate kirin”.

Salên 2017-2019’an de teslîmiyet li ser Kurdistanê hat sepandin

Jîyê Herêma Kurdistanê 18 sal e. ji bilî 6 salên destpêkê, Hikûmeta herêma Kurdistanê bi wan pêkhateyên ser bi ajandeyên Şîeyan ve û bi hêzên weke DAIŞ ê re ketine nava Pevçûn û nakokiyan. Lê êrîşa herî mezin di sala 2017’an de pêk hat. Di serdema dagirkirina Kerkûkê de statuya Kurdistanê rastî êrişekî hindir û derve hat. Cureyek şerê psikolojik,aborî û leşkerî li ser hat meşandin.  Ji Kurdan re di hat gotin “li Rojhilata Navîn tu şansê jiyana we tune divê hûn îradeya xwe radestî me bikin” dorpêça aborî, siyasî û dîplomatîk li ser başûr hat sepndin û li her qadê teslîmbûn hat xwestin.

Ji bo derbaskirina vê pêvajoya reş û tarî, herêma Kurdistanê pirr bi sebir û metanet hereket kir. Lê bi çi awayî îradeya xwe radestî êrişkaran nekir. Ev pêvajo heta sala 2019’an bi dijwarî berdewam kir.

Hikûmeta 9.emîn ev pêvajo bi dawî kir. Ew bêdengî şikand. Mesrûr Barzanî hewl da ku bi tena serê xwe hikûmetê ava neke û tevî kêmbûna rêjeya dengan, YNK jî tevlî hikûmetê kir. Xwest hemû partiyên herêma Kurdistanê li dora xwe kom bike. Xebatên dîplomatîk li ser xeta millî-Netewî bi şehrezayî hat rêvebirin. Hewl da ku sîstema îdarî nû bike. Di burokrasîya îdarî de bêdisplînî û keyfîbûna îdarî rakir. Bi taybetî di warê aborî de pergala heyî bi awayekî radîkal guhert. Karsazî û veberhênanî ji bin desthilata grûpekî teng derxist. Hikûmeta 9.emîn bi polîtîkayên aborî di wateyekê de aboriya neteweyî-Millî ya kurd ava dike. Îro, yek ji sedemên hêrîşa li ser neftê û hwd, hêrîşa li ser aborîya Millî-netewî a kurd e.

Bi rastî em dikarin bi kurtî bibêjin ku hikûmeta Mesrûr Barzanî “ew xewa mirinê ya li ser Herêma Kurdistanê bijikand”. Dema mirov wan layen-kesên ku li dijî hikûmeta Mesrûr Barzanî şer ragihandine di nêre mirov vê rastiyê bi zelalî dibîne.

Hikûmeta 9.emîn di bin êrîşa moşek û dronan de

Ne mûbalaxa ye ku bibêjîn li dijî hikûmeta 9.emîn û serokwezîr şer hat îlankirin.

Linge kî şer li ser çapemeniyê hat meşandin. Derbarê karûbarên hikûmeta 9emîn helwestekî reşkirinê heye. Ne şaş e ku mirov bibêje ku hin lobiyên rojavayî di vê de rol lîstine. Van layenan li dijî statûya Kurd kesayeta Mesrûr Barzanî jî kire hedef. Wek mînak rojnamevanekî ku carek jî serdana Kurdistanê nekiriye, bernameyên derew li ser “dahatê” Mesrûr Barzanî çêkir. Nûçe bi belge derew derket. Çima rexmê ku li hemû cîhanê gelek mijarên diltazîng hebûn lê wî rojnamevanî Mesrûr Barzanî kir armanç? Ji ber ku ev operasyona dijî serokwezîr ji aliyê hin lobîyan ve dihat birêvebirin. Bi dehan însiyatîfên bi vî rengî hene.

Lê rastî şerekî dijwar dimeşîya. Di 4 salên borî de 3 caran mûşek avêtin ser Hewlêra paytext. Ji Kerkûk, Mexmûr û Mûsilê bi dehan caran mûşek avêtin navçeyên wekî zevîyên gazê yên Kormor, Pirdê û navçeya Xabat. Dewleta Îranê bi hin hincetên vir û vala bi van êrişan xwest weke “şûrê Demokles” li ser sere îradeya Kurd biheje. Yanî hikûmeta 9emîn bi bombe û fuzeyan rastî êrişan hat. Ev mijar ji kiryarên vê hikûmetê ya herî girîng e. Tevî dorpêçî û êrîşeke piralî jî, li ser piyan ma û heman dem bergirîyekî efsûnî meşand û avadanî pêşda bir.

Di van êrîşan de baskê kurdên xayîn jî hebû

Wek mînak YNK ê jî di hûndir de bi dil û can şerê hikûmetê kir. Belê, ew di hikûmetê de bûn. Ji hikûmetê sûd werdigirin, lê di heman demê de ji bo ku hikûmetê têxin tengasiyê gavan diavêjin. Ji ber ku Mesrûr Barzanî piştî xiyaneta 16 ê Cotmehê ya Kerkûkê, bi berpirsyarî û birêvebirina proseyê, plana YNK ê xera kir. Li gorî xiyaneta sala 2017’an wê Bexda YNK weke muxetapê hikûmetê dest bigirta.  Lê belê hesaba sûkê û malê ji hev negirt. PDK ê di hilbijartinên 2021 ê yên Parlamentoya Iraqê de serkeftineke mezin bi dest xist û ji ber ku bêyî PDK ê hikûmet nayê avakirin, gelek caran serkirdeyên Şîe û Sunne yên Iraqê serdana Hewlêra paytext kirin. Ji YNK ê re mabû ku bibe hevparê planên qirêj ên di bin perdeyê de. Li gel hemû provakasyon û êrîşên YNK ê jî, Serokwezîr Barzanî her tim xwest YNK ê bikşîne ser xeta netewî.

Di nava van dijminatiyan de dijminatiya tund a PKK ê ya li hemberî Mesrûr Barzanî jî heye.

Dijminatiya PKK ê ya li hember Mesrûr Barzanî

Diviya bû PKK bi Serokwezîriya Mesrûr Barzanî kêfxweş biba. Ji ber ku Mesrûr Barzanî di 5 ê Mijdara 2014’an de li Parlamentoya Ewropayê axaftinek kir û got, em PKK ê weke rêxistineke terorîst nabînin.

Lê belê ew tişta ku dihate çaverêkirin pêk nehat û piştî ku hikûmeta Mesrûr Barzanî dest bi kar kir, PKK her cure êrîşên leşkerî, siyasî,psîkolojîk û girseyî pêk anî û heta niha jî berdewam e. Helbet dijminkarîya PKK ê ya li hemberî PDK ê weke nesaxîyekî kronîke e.  Lê di bin fobiya PKK ê ya Mesrûr Barzanî de tiştên cûda hene.

Bi rastî jî piştî bûyera Kerkûkê ya sala 2017 ê Herêma Kurdistanê pişta xwe rast kir, loma jî vê yekê herî zêde PKK nerehet kir. Ji ber ku PKK hema bi wê tolerasa di şerê Daîş ê de hatî dayîn Hewlêr weke hewşa mala xwe di dît û bikar dianî. Ji xelkê bace distand û xelk ciza dikir. PKK ê bi pêwendîyên hindek Kurdên Bakûrî taybet Colemêrgî tevnekî narkotîkê raçandi bû. Ji bo têkbirina herêma Kurdistanê çi ji destê wê dihat dikir. Yanî ji wê dorpêça li ser Hikûmeta Herêmê îstîfade dikir û dixwest ev rewşa neasayî bidome.

Lê belê ev hêvîyên PKK ê li ber avê çûn. Helwesta bi îstîkrar a hikûmeta nû PKK bêzar kir. Di sala 2019’an de PKK ê bi rêya Bahoz Erdal li dijî Kurdistanê şer ragihand û got emê Kurdistanê bikin cihê şer. Ev tê wateya ku PKK wê li aramiya herêmê têk bide. Bi rastî kuştina 3 kesan li xwaringeha Hokkabaz îlana şer bû hemberî hikûmeta 9e mîn.

PKK ê dixwest aramiya heyî têkbibe. Di vê pêvajoyê de Îdareya Hewlêr ev kiryarên PKK ê astengkirin. Vê carê jî li gundan êrîşî pêşmergeyan kir, di vê pêvajoyê de 12 pêşmerge şehîd bûn.

Gotinek kurdî heye, “kî bûke ew ber bûke”. Ya ku PKK dike ev e. Kî êrîşî Mesrûr Barzanî û hikûmeta 9.em bike, PKK palpiştî û pêşengîya wan dike. PKK ê di xwest kaosê ava bike û xwe weke hêzekî rizgarker destnîşan bide.

PKK hemû gavên Barzanî ji nêz ve dişopand. Mesrûr Barzanî li Chatham House li ser Konfederalîzmê gotarek pêşkêş kir û behsa sîstema konfederalîzmê kir. Rêvebirên PKK ê bi rojan li ser ekranan xwastin van gotinan derewan derdixin. Heta PKK ê got, “Bi rastî ew Konfederalîzmê naxwaze, dixwaze Iraqê parçe bike.” Barzanî got em dikarin enerjiyê hinardeyî Ewropayê bikin. Cemîl Bayik derket û got “na” ew nefta Iraqê ye nabe Kurd bi sere xwe wê bifiroşin. PKK ji her projeya siyasî ya Hikûmeta Herêmê ditirsî ya. bi binpêkirina erkê berê yê Mesrûr Barzanî, xwastin hikûmeta wî weke hikûmeta “îstixbaratî” binav bikin.  Lê belê, efserên îstîxbaratê serbilindiya welatekî ne. Xwezî serokwezîr ew sîstema bi disîplîn karîba li ser hemû dezgehên burokrasîyê sepandi ba. Ew ê biba gerantîya ewlehîya Kurdistanê.

PKK bi vê yekê têr nebû, xwest hikûmetê bi kêşe nava şer. Dixwest bi êrîşên berdewam atmosfera şerê navxweyî çêbike, ji ber vê yekê gel ji Ewropayê bir Hewlerê. Lê hikûmetê xwînsarî ya xwe parast. Pêşîya şerê navxweyî kir û nehişt ku PKK wek mafyayê tevbigere. Ne hêla ku agirê şer bikeve nav mala Kurdî.

Ji ber vê yekê jî PKK kerb û kîna xwe li hember Mesrûr Barzanî û hikûmeta wî vedireşe. Carna bi rêka YNK ê, carna jî bi navê îstixbarata Îranê û hevpeymanîya Şîa êrişî vê hikûmetê dikin.

Hin kesên ku PKK ê ji nêz ve nas dikin, dibêjin ku li pişt neyartiya PKK ê ya ji Mesrûr Barzanî re sedemên derûnî hene. Derketina navekî ciwan û dînamîk, di qada dîplomatîk û muzakereyan bi Bexdayê re, dînazorên li Qendîlê bêzar dike.

Ger îro li Herêma Kurdistanê şer bi pêkhateyên wek PKK û YNK ê re nebe, ev yek hem bi kesayetiya Mesrûr Barzanî û hem jî bi şêwaza wî yê siyasetê ve girêdayî ye.

Bi kurtîsî, hikûmeta Mesrûr Barzanî ne tenê di şert û mercên asayî de karekî hikûmetê kir, li hember bi dehan êrîş, komplo, kampanyayên buxtanan û heta êrîşên fizîkî jî rawestiya. Yanî li hemberî hemû şêwazên êrişkaran rawestiya. Bêguman wê ev hikûmet jî were rexnekirin. Lê belê yê îro Hikûmeta 9emîn reş dikin di bingeh da dijî statûya herêma Kurdistanê a Federal in.

Pustên heman beş