Bizava gel a ku di sala 2011’an de li Sûriyeyê dest pê kirî ji bo Rojavayê Kurdistanê derfeteke girîng afirand. Rojavayê Kurdistanê şert û mercên ku Başûrê Kurdistanê di sala 2003’an de bi dest xistibû, bi dest xist.
Dema em li rabirdûya van 13 salan dinêrin, em dibînin ku kurdan ji derfetan heyî sûd wernegirtine û di dem dirêjî de zirar dîtine.
PKK’ê ji bo berjewendiyên xwe ango ji bo vekirina qadeke siyasî ji xwe re û rewakirina xwe, bi bikaranîna derfetên dîplomatîk ji bo xwe, Rojava kir qurban. PKK’ê dixwest Rojava weke her yekîneyên leşkerî û weke wargeha Mexmûrê îdare bike. Ji ber vê nêzîkbûna PKK’ê Rojava niha bi xetereyên civakî, çandî, aborî, demografîk, siyasî û leşkerî re rû bi rû ye.
Pêvajoya ku di 19ê Tîrmeha 2012’an de dest pê kir, PKK’ê weke “Şoreşa Rojava” bi nav kir. Lê di rastîya xwe de rêûresmekî dewir-teslimê bû. Dewleta Sûriyê bi sponseriya Îranê ev herêm radestî PKK û rêxistina wê ya Rojava, PYD û TEVDEM ê kir.
Tevî vê rastîyê û pêkanînên xelet jî, lê hemû parçeyên Kurdistanê ji bo Rojava hemû hêza xwe raberkir. Bi taybetî Hikûmeta Herêma Kurdistanê her cure alîkariya aborî, manewî, dîplomasî û lojîstîkî da Rojava.
Di sala 2012’an de gava ku êrîşên El Nûsra yên li ser bajarên Kurdan ên weke Serêkaniyê pêkdihat, Herêma Kurdistanê bi hemû hêza xwe piştgirî dan Rojava. Bi vî awayî El Nûsra hate têk birin.
Di sala 2014-2015 ê de dema DAIŞ’ê êrişî Kobanî kirî, Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû destkeftiyên xwe yên dîplomatîk, siyasî û leşkerî bikar anîn, bi vî awayî Kobanî hat rizgarkirin.
Hemû Kurdan ji bo Rojava tiştê ji dest wan dihat kir. Lê PKK bi mantiqê “Bila biçûk be lê ya min be” nêzîkî van arîkarîyan bû. PKK’ê tenê rêxistina xwe û pêkhateyên bi wê ve giradayî hiştin. Vê nêzîkbûna PKK’ê Rojava veguherand îdareyekî mîna Koreya Bakur merkezî û otoriter. Dema pêwîstiya PKK ê çêdibe gel bi wêneyên Ocalan dadixin kolanan û li dijî Herêma Kurdistanê dimeşînin.
PKK’ê destpêkê hewl da ku rêxistinên din ên Kurd ên li Rojava ji herêmê derxîne, bide revandin û wan bêbandor bike. PKK’ê bi şêwazê dewleta Tirk yên di salên 1990 î de li Bakurê Kurdistanê li ser Kurdan disepand ango cînayetên kujer nedîyar bi kar anî. Bi dehan kesên welatparêz weke Behzad Dursun û Nesredîn Birhik hatin revandin, îşkence li wan hat kirin, hatin kuştin, cenazeyên wan avêtin kêleka rê yan hîn jî aqûbeta hinekan nayê zanîn. Bi sedan kes bê sedem hatin girtin, îşkence li wan hat kirin û li ber çavên malbatan wan hatin îşkence kirin. Çarenûsa gelek kesan hê jî ne diyar e. PDK-S ê ragihand ku tenê sala borî 57 endamên wê hatine revandin û heta niha çarenivîsa wan nayê zanîn.
Hîn bi dehan girtiyên siyasî yên Kurd di girtîgehên PYD’ê de hene. Ne derdixin pêşberî dadgehê û ne jî sûcên wan tên zanîn. Girtîgehên PKK’ê yên li Hesekê, Dêrik û Qamişloyê mîna girtîgeha Amedê ya dewleta Tirk di salên 1980 î tê birêvebirin.
Piştî ku PKK bi tûndî bi ser Kurdên muxalif de çû, vê carê jî dora hate endamên wê bixwe. Gelek xebatkarên Rojavayî di nava PKK’ê de ji rêveberiya rojane ya PKK’ê nerehet bûn. PKK bi hemû kadroyên xwe yên rojava, bi taybetî jî rêveberên mîna Mazlûm Ebdî balansek dayê. Hinek ji wan jî wekî Ciwanê Ereb(berpirsê Asayîşa giştî a Rojava) û Dozdar Hamo birin Gare û Qendîlê û bi awayekî ew dane kuştin.
Li Rojava rêxistinek bi navê Koordînasyona PKK’ê hate damezrandin. Di vê koordînasyonê de kadroyên Bakurê Kurdistanê yên PKK’ê hatin erkdarkirin. Vê rêxistinê hemû saziyên Rojava bi serê xwe ve girêdan. Di binyat de Rêveberiya xweser, HSD, YPG, PYD, TEVDEM, Kongereya Star hemû temsîlîne. Kesên Sivîl tenê di mijarên medyayê de li pêş in. Kadroyên Bakur û rêveberiya PKK’ê weke mifetişan li hemû sazîyan hatin bi cih kirin.
PKK’ê destûr neda sembolên Kurdan li Rojava werin bilind kirin, Rojava di her warî de ji Kurdewarî hat dûrxistin.
Ala Rengîn ku ji salên 1920 û vir ve tê bikaranîn, li Rojava hema bêje hate qedexe kirin. Êrîşên ku di sala 2015’an de li Girkê Lekê li ser ala Kurdistanê dest pê kirî heta roja îro ber dewam dikin. Bi dehan caran hate ala rengîn hate şewitandin û bêrêzî jê re hat kirin.
PKK’ê navê Rojava Kurdistanê guhert û kir Bakurê rojhilatê Sûriyê.
PKK’ê yekîtiya navmala Kurdî ji bo xwe weke xeterî dît. Li dijî hemû danûstandinên PYD’ê yên bi ENKS’ê re dikirin, radibû. Pêvajo hevgirtina Kurd-Kurd xera kir. Lê ax û derfetên Rojava hemû diyarî rêxistinên çep ên Tirk û Eraban kir.
Rojava di dîrokê de xwedî hêzek mezin a wêje û hûnera Kurd bû, lê mixabin PKK’ê di warê çand, muzîk, wêne, dîlan û awaza Kurdî de Rojava kir girara gavanî. Cûrek Ciwanê ku rengên millî yên Kurdî nasneke, rêzê li nirxên netewî negire, her roj li kolanan dirûşman diqîre û îbadeta wêneyên Ocalan dike, hate afirandin.
Qedandina kurdayetiyê li Rojava ne tenê ev bû. Li Rojava roj bi roj nifûsa kurdan kêm dibe. Tiştê ku Hafiz Esed di salên 1960 î de bi kembera erebî nekarî bû bike, PKK’ê kir. Ger em li daneyên îstatîstîkî binerin, beriya sala 2012’an nifûsa Kurdan li Qamişlo %80 bû, îro %40 e. Girkê Lege ji %90 Kurd bûn, îro tenê %70 Kurd mane. Li Tirbesipîyê %58 ê bû, îro %35 Kurdin, li Efrînê ku rêja kurdan tê de ji sedî 95 bû niha bi tenê ji sedî 20 mane, li Girê Spî jî kurd hema bêje bi temamî hatine derbederkirin, li Serê Kaniyê jî rêjeya kurdan ji sedî 55 daketiye kêmtir ji sedî 5, her wiha bi sedema siyaseta şaşa PKK’ê li Rojava pêtrî 250 hezar kurd awarey Başûrê Kurdistanê bûne. Ger wisa bidome wê nifûsa Kurd û Ereban li Rojavayê Kurdistanê wek hev lê were. Ango Kurd li ser axa xwe wê bibin kêm netew.
Jixwe Ereb xwedî her cure îmtiyazê ne. Mînak li Rojava dahateke petrolê yê nekêm heye. Li deverên weke Hesekê û Dêrazorê, ji sedî 41 dahatê bîrên petrolê yên herêmê ji eşîrên Ereb re tê dayîn. Pereyên ku ji bo Kurdan tên komkirin, ji aliyê PKK’ê ve tên desteser kirin. Tiştê xorak nan her roj bihatir dibe, ceyran tune, pîşesazî û xizmet gûzarî nayê kirin. Kes nikare rêveberîyê rexne bike.
Pir eşkere ye Rojavaya ku Kurdan hêvîyên xwe pê girêda bû, 11 hezar şehîd û 30 hezar birîndar ji boy azadkirina wê dane, û bi sedan gund û bajar xera bûne û bi sedan hezar kes jê aware bûne, niha bûye parçeyek ji ajandeya PKK’ê bû kar û barên nepenî.