Ocelan û paradigmaya wî di sêgoşeya Sevr, Lozan û Mîsakî Mîllî de

Ocelan û paradigmaya wî di sêgoşeya Sevr, Lozan û Mîsakî Mîllî de

Kurd weke civak û erdnîgarî di van dused salên dawî de rastî gelek êrişên îdeolojîk, polîtîk, peyman û dijatîyên cuda hatine. Panturkîzm, Pan-Erebîzm û têkoşîna îdeolojiyên cuda yên Îranî yên ji bo ku Kurdan di nava xwe de bihelînin, her çiqas bi tevahî ne serkeftî be jî, bû sedema êş,azar û trajedîyên mezin. Di nav wan de, bi taybetî di çaryeka pêşîn a sedsala 20. de, mirov dikare peymanên Sykes Pîcot û Lozanê bihesibîne. Ji aliyê îdeolojîk ve jî divê polîtîkayên kolonyalîst û asîmîlasyonîst ên Ereb û Farisan bi gelek aliyan ve werin lêkolînkirin. Lê belê asîmîlasyon û otoasîmîlasyon li tu parçeyan bi qasî Bakurê Kurdistanê bi bandor nebûye. Bi taybetî jî peymana Lozanê û helwesta Kurdên Bakur a li hember Lozanê bandorek mezin li ser vê yekê kir.

Sêgoşeya Sevr-Lozan-Mîsaqa Millî û Kurd

Sevr û Lozan du peymanên ku kurd di destpêka sedsala 20. de rû bi rû bûn.

Sêvrê bi hin aliyên neyînî ve peymanek bû ku şans dida Kurdan û hemû kêmneteweyên di nava Împaratoriya Osmanî de ku xwe bi rêve bibin û derbarê qedera xwe de biryaran bidin. Desthilatdariya siyasî ya Tirkiyeyê ji vê peymanê tirsiyabû, ji bo hilweşandina Sevrê têdikoşiya û di encamê de Lozan hat îmzekirin. Her çiqas pir berfireh be jî, Lozan sê encaman derxist.

Yekem; Welatê kurdan hat parçekirin û kurd li ser xaka xwe bûn miletekî penaber û navê wan di tu belgeyên navneteweyî de cih negirt.

Duyem; Lozan bû peymana damezrandina dewleta Tirk, Komara Tirkiyeyê bi biryarên Lozanê hate ava kirin.

Sêyem; Tirkan li Lozanê hebûna netew dewleta xwe garantî kir, lê ji herêmên wek Qibris, Mûsil-Kerkûk û Batûmê jî derketin, ku di xewna wan de Tirkiyeyeke mezin ya ku di bin navê Misak-ı Millî de pêk dihat hebû. Bi gotineke din, plana Mîsaqa Millî têk çû.

Ev tevheviyên dîrokî têkiliyên di navbera peymanên Sevr-Lozan û heta Mîsakî Mîllî de derdixe holê. Pêdvî ye Dema her kes li ser navê Kurdistan û Kurdan siyasetê dike paradîgmaya xwe ya siyasî diyar bike, divê vê sêgoşeyê nas bike, aliyê xwe hilbijêre û li dijî alîyên din têbikoşe.

Baş e, em li vir werin ser vê pirsê: “Helwesta Evdila Ocelan, Partiya wî PKK û rêxistinên girêdayî wê li hember Sevr, Lozan û Mîsakî Mîllî çi ye?”

Ocalan: Peymana Sevrê xeteriyeke mezin e

Wusa dixuye ku PKK di van sê mehên borî de ji bo xeta xwe ya Lozanparêzî veşêre li dijî Peymana Lozanê pêkhateyên xwe seferber kiriye. Konferans û civîna li dar dixin. gelek peyv pêş xistin. Lê di vê mijarê de samîmî ne yan na, ev cihê guman û nîqaşê ye. Ji ber ku em dibînin ku Ocalan di nivîsên xwe yên Îmraliyê de ku ji aliyê PKK ê ve weke pirtûkên pîroz tên destgirtin, dijberiya Sevrê ya ku tê de basî mafê xweserî û payre Serxwebûnê Kurdan hatiye kirin, dike. Em dibînin ku ew Apo ne tenê Lozanê diparêze, heta bûye parzavanê Misaqa Millî a Tirk.

Li gorî Ocalan “peymana Sêvrê ji bo erdnîgarîya Anatolya û Mezopotamyayê xeteriyeke mezin e”. Ji ber ku kurd û ermenî wê li Sewrê bibûna xwedîyê axa xwe, Tirk jî dê biba xwedî parçeye kî piçûktir. Lêbelê Mîsaqî-Millî rêyeke rizgariya netewî bû ji bo Tirk a. Ji aliyê din ve Ocalan di derbarê Mîsaqî Mîllî de wiha dibêje: “Weke wê demê divê Tirk û Kurd jî di çarçoveya Misaqa-Millî de bibin yek û Tirkiyeyeke nû û paşerojeke nû ava bikin.” Lê çima?

Ocalan kefenê bêdewletbûnê bi gotinên îdeolojîk xemiland û dîsa li Kurdan kir.

Kurd û Tirk hezar sal e bi hev re dijîn. Û kurd hertim weke kurê jinbavê, bbirayên biçûk û neynûkên ku dema dirêj dibin divê bên birîn hate dest girtin. Bi taybetî di destpêka sedsala 20. de ev tifaqa Kurdan bi tirkan re kirî tu dahatîyê wê ji bo Kurdan çene bû. Ne karîn bibin xwedî dewlet û nejî karîn derbarê qedera xwe de biryarder bin. Pirtûkên Ocalan ên ku bi têgîn û argumanên îdeolojîk “kefenê bêdewletbûnê” yê ku Lozanê ji bo kurdan dûrîtî xemiland û pêşkêşî kurdan kir.

Li gorî hemû fikrên ku Ocalan ji sala 2000 î ve pêşdixe, mebest ew e ku nehêle kurd bibin xwedî dewlet. Ocalan pêşî hewl da ku kurd bêdewletbûnê wek tiştekî pêşketî qebûl bikin û têgeheke bêdewletbûnê derxist holê. Paşê, Ocalan bi hezaran rûpel nivîsand, da ku bi kurdan bide bawerkirin ku dewlet xerab e, heta wî got peyva dewlet bi erebî tê wateya “tecawiza jineke ciwan”. Ocalan îdia kir ku civaka bê dewlet azad e, ev 5 hezar sal in sîstema dewletê civaka mirovan kirîye kole. Bê dewletî weke pajverotî nirxand.

Paşî têgînên weke modernîteya demokratîk a xeyalî ku tiştekî welê tine ye weke model pêşkêşî Kurdan kir û got, “Eger dewletê bidin me jî em ê dewlet nexwazin, em ê ti carî dewletbûnê nexwazin, em li dijî guhertina sînorên dewleta ne” Û pay re got ji bo Bakurê Kurdistanê, ku nifûsa Kurdan ji 20 milyonî derbas dibe, divê “tirk-Tirkbûn were pejirandin. Partiya wî û rêxistinên girêdayî wan heman xeta Tirkbûnê didomînin. Di dîrokê de di nav kurdan de damarek wisa nebû.

Ruhê Îsmet Înonû, Zulfî Tigrel û Diyap Aga li şexsê Ocalan de dijî.

Dema ku di 24 ê tîrmeha 1923’an de li Lozanê peymana ku kurdan înkar dike hat îmzekirin, kurdên ku digotin “Kurd dewleteke cuda naxwazin” jî hebûn. Yê pêşî İsmet İnönü bû. Her çiqas ew kurê malbeteke kurdên Bedlîsî yên bi nav û deng bû jî, nehişt ku kurd “Mafê Çarenûsê” xwe bi kar bînin. Ji ber ku ew serokê şanda Tirkiyê bû, ku peymana Sevrê hilweşand û Lozan pêkanî. Vê Peymanê ji Kurdan re mirin, penaberî, mişextî, komkujî û tûnebûn anî ji tirkan re jî netew dewlet.

Kurdekî din jî Mehmet Zulfî Tigrel di heyeta ku li Lozanê peyman îmze kiribû de bû. Ew jî ji Amedê bû. Mistefa Kemal ew şande Lozanê ku bibêje, binerin hikûmeta Enqere ya Kurdane jî. Li ser navê kurdan li Lozanê bû. Lê belê li gorî pirtûkên dîrokê, di rûniştina Mûsilê de ku li ser parçekirina Kurdan e, ew jî bi îdiaya nexweşiyê nehate rûniştina konferansê.

Yên ku li ser navê kurdan li meclîsê bûn jî hebûn: Mînak Diyap Axa. Diyap Axa li dijî Peymana Sêvrê derket. Diyap Axa wiha behsa wê serdemê dike: “gava min bihîst ku dibêjin wir welêtê kurda ne, li wir hukumeteke kurdî tê ava kirin, ez hêrs bûm û derketim ser dikê. (Ew behsa Peymana Sewrê dike) û min got: “Em hemû yek in. Ne doza Tirkî û ne jî ya Kurdî heye. Em hemû yek in; em bira ne. Lê dijmin dixwezin dubendîyê bixin nava me ku em êrîşî hev bikin. Ew xapînokin Welat çiqas ber bi pêş ve diçe, em ew qas baştir in.”

Paradîgmaya tirkkirina Evdila Ocelan û armanca Diyap Axa yeke. Têgînên weke biratiya gelan û komara demokratîk ti hevtayê wê yê siyasî û îdarî tune ye. xeta Ocelan û ya Dîyap axa yek e. Ocelan li ser şopa Dîyap axa dimeşe. Hasan Xayrî telgrafekê dişîne Lozanê û dibêje, “Kurd naxwazin ji Tirkiyeyê veqetin, şanda tirk nûnertiya me hemûyan dike. Bi rastî jî Mistefa Kemal ji Hesen Hayrî daxwaz dike ku bi cil û bergên kurdî were meclîsê. Bi vî awayî dixwaze bi wêneyên cilûbergên Kurdî ji Lozanê re bibêje Kurd û Tirk yekin. Çawa ku îro parlementerên Kurd di Meclîsa Tirkiyeyê de Tirkbûnê meşrû dikin.

Kurtenivîsek bi vî rengî vê yekê baş nîşanî me dide: Înonû, Ziya Tureli, Diyap Axa bi dehan navên din ku em nikarin bi nav bikin Lozan parastin, Tirkiye ava kirin û îxanet li Kurdan hate kirin. Ruhê Lozanparêzên sala 1923 îro di paradîgmaya Ocalan de dijî.

Her kesê ku siyaseta Ocalan didomîne di rastîde ew şopînerên Diyap Axa ne

Kombûnên PKK ê yên Salvegera 100 salîya Peymana Lozanê vê rastiyê naguherîne. PKK hezar meş û hezar konferansan çêbike jî, ratîya wê ev e: yên ku naxwazin sînorên ku lozanê li ser Kurdan sepandî bê guhertin, yên ku dibêjin me dewlet avêtîye teneke gilêşî de, yên ku dibêjin ji Kurdan re Dewlet nepêwîste, yên ku dibêjin Tirkbûn armanca me ye ew şopînerên Îsmet Înonu,Dîyap Axa û sîstema Lozanê ne. 

Di nav de rêveberên PKK ê yên weke Nîlûfer Koç ku dibêje em naxwazin sînoran biguherînin, Hatîp Dîcle ku dibêje me fikra dewleta Kurdî avêtiye  teneke gilêşî de û Qarasû yê ku dibêje em ê sîstemeke bêdewlet ava bikin. Yên xwedî van fikr û ramana ango PKK nikare dijberîya Lozanê bike ew tenê dikare Lozanê bi kurdan bide qebûlkirin. PKK parazvanê sînorên Lozanê ye.

Pustên heman beş