Êrişa PKKê ya li dijî Serleşker Mihemed Mîrza, êrîşeke li dijî gelê Zaxo û bi taybetî jî dijî Sindî ya ne

Di 23ê Tîrmehê de li cadeya sereke ya Zaxo di encama teqandina bombeya ji dûr ve ya ku di nav otomobîla wî de hatibû bicîhkirin, Serleşker Mihemed Mîrza Sofî şehîd bû. Asayîşa Giştî ya Herêma Kurdistanê belgeyên ku tu şik û gumanê li ser vê cînayeta ku PKKê pêk aniye nehiştin, belav kir. Malperê Darka Mazî di 9 ê Tîrmehê de ragihand ku PKKe wê li dijî Herêma Kurdistanê dest bi êrîşeke nû bike.

PKKê di çarçoveya konsepta eniya dije-Kurd de êrîşan pêk tîne

PKKe û pêkhateyên wê piştî têkçûna xwe ya di hilbijartinên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de, her tim dixwazin rojevê manîpûle bikin û Kurdan bi mijarên têgeh avakirinê ve mijûl kin. Bi vî awayî di xwaze binketina xwe veşêre. Di vê çarçoveyê de diyar e ku PKKe wê zêdetir berê xwe bide Kurdan.

Lê li pişt êrîşa ku li Herêma Kurdistanê zêde bûye û tê çaverêkirin ku zêdetir bibe, pîlangîrîyek mezintir heye: ew jî hewildanên eniya Dije Kurdistanê ye. alîgirê Şîe û hin lobiyên rojavayî dixwazin Herêma Kurdistanê bixin bin zextên aborî û siyasî. Bê guman hin hevkarên wan ên Kurd jî pirr bi çalaki tevlî vê projeya Dije-Kurd dibin, hene. Di nav van de hêza serek PKKe ye. PKKe wê bi hin rêbazên xayintî, bêbextî, yên mîna cînayeta Zaxo, ji bo aloziyên navxweyî zêdetir bike, zextên derûnî çêbike û çavê gel bitirsîne dê van karên bêbextane bi kar bîne.

Çima Mihemed Mîrza bû armanca PKKê?

Yek ji navên nasyar yên Zaxoka delal Mihemed Mîrza bû. Ew ji malbateke xebatker û şoreşgêr bû. Mihemed Mîrza yê 67 salî ji eşîra Sindî ye.

Mihemed Mîrza berê de fermandarê pêşmerge bû. Lê belê ji sala 2006 an û vir ve ji ber hin pirsgirêkên tenduristiyê û temenê wî ne li ser kar e. Ji ber vê yekê serbaz Mihemed Mîrza teqawît bû. Ew bêtir meyla muzîk û lêkolînên çandî, Kurdewarî ve mijûl dibû. Ew kesekî medenî bû, li her derê asayî bi wesayîta xwe, bêyî pasewan û parastin digerî ya. Yek ji sedemên armanckirina Mihemed Mîrza ji ber ku PKKê fêm kir ku ew ne xwedî sîstemeke ewlehiyê ye. fermandarekî dêrîn û nasyar û bê pasewan ji bo PKKê armance kî bi bandor û hêsan bû.

PKKê çima Mihemed Mîrza kir hedef? Armanckirina Mihemed Mîrza ji aliyê PKKê ve rastî êrîşa li dijî Sindîyan e. lê belê şehîd kirina Mihemed Mîrza weke êrişekê ye li ser tevahiya herêmê û bi taybet xelkê Zaxo.

Bi aşkere yî em bi bêjin, ev êrîş ne girêdayî bi hêzên PKKê yên devera Sindî û Gulîyan ve ye. terorkirina Mihemed Mîrza cînayetek e ku rasterast ji aliyê rêveberiya leşkerî ya PKKê ya bi navê NPG (Navenda Parastina Gel) ku Murad Qarayilan serokatiya wê dike ev biryar daye. Ji ber ku di bin wê cînayetê de siyaseteke PKKê ya giştî heye.

PKKe dixwaze pêşkeftinên Zaxo bitepisîne

PKKê ji sala 1983 an û vir ve li devera eşîra Sindî yan ango li Heftanînê cîh bûye. Lê eşîrên deverê tu car PKKe weke bizaveke Kurd nedît û pêre pêwendîdar nebû. Her çend hinek pêwendîyên şexsî ticarî hebin jî lê ji aliyê Sindîyan ve tu carî PKKe nehatîye qebûl kirin.

Berê jî PKKê hewl da bi hin pirsgirêkên navxweyî yên eşîrê ve parçeyek ji Sindîyan bike alîgirê xwe lê bi ser neket. Bi taybetî jî piştî operasyona Pençe-Piling ya Tirkan ku di Hezîrana 2020 an de li Heftanînê hat destpêkirin, Sindî zêdetir ji PKKê dûr ketin. PKKê baregeh û çeperên xwe yên 40 salan bê pevçûn radestî artêşa Tirk kirin û derbasî nava dehl û rezên xelkê bûn. Herêma Heftenîn weke Sîneht, Xantîr, Mêrge Şîşê, Perax û gelîyê pizaxa ew 40 sal bûn di bin deste PKKê ve. PKKê nedihişt xwecihên van gundên qedîm biçin ser şûnwarên xwe.  Şêniyên gund bi gotina, “PKKê cihên ku destûr nedan em biçînê di mawê rojekê da radestî leşkerê Tirk kir”.

Xelkê deverê bi zelalî dîtin ku PKKe ne rêxistinekî xweragir e li gel pêjna dijminî PKKê li pişt xwe nenêrî û revî. Ji xeynî hinek pêwendîyên ticarî, gelê deverê qebûl nekir ku PKKe li nêzîkî gundan çeperan bikole. Her wiha li derdora Batûfa û Derkarê jî pasewanên sînor bi cîh bûne. Li şûna ku êrişî leşkerên Tirk bike êrişî pasewanên sînor dike. PKKê ew warê mîna biheştê radestî Tirkan kir û nûke jî dixwaze alozîyan di nava gel de zêde bike û tirsê belav bike.

Rewşa Zaxo çawa ye?

Piştî ku Zaxo di Tîrmeha 2021 an de bû statûya rêveberiya xweser, di îdareya bajarvanî de rûpelek nû vekir. Mijarên weke budceya darayî ya cuda, tayînkirin, zêdekirina derfetên kar, projeyên nû yên ji bo ciwanan, geşedan, pîşesazî, çareseriya pirsgirêkên binesaziyê û hwd. Nûjenîyek girîng li bajêr afirand. Xelkê Zaxo bi giringiya ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dide wan pirr kêfxweş in.

Yê ku ji vê rewşê ne razî ye tenê PKKe ye. Ji ber ku PKKe nikare cihê ku gel rehet û aram be bijî. Divê xizanî, bêbextî û bêexlaqî hebe ku PKKe li cihekî xwe bispêre. PKKe ji bo têkbirina rewşa aram a Zaxoyê ketîye nava hewldana. Di 5 ê Tîrmehê de pêşî li baregehê pasewanên sînor li nêzî Batîfayê hate xistin û piştre Mihemed Mîrza teror kir.

PKKê bi terorkirina Mihemed Mîrza xwest Zaxo bikêje nava alozîyan, çavên xelkê herêmê bitirsîne.

PKKê li Lozanê Konferansê li dardixe li Zaxo jî Kurdan dikuje

Mihemed Mîrza di roja ku PKKê li Lozanê konferansek li dar xist de hat qetilkirin. PKKê li Lozanê “peyam û banga yekîtiyê” dikir, lê li Kurdistanê jî êrişî yekîtîya Kurdan kir. pêşmergeyekî xebatkar û dêrîn teror kir. Rastîya PKKê ne ew derewên li Lozanê kirî ne rastîya PKKê cînayeta li Zaxo ku kirî ye.

Li cihê ku PKKe nikaribe xwe bi kespîne, polîtîkaya çewsandin û tirsandinê bikar tîne. Ev cînayeta li Zaxo jî kirî tê vê wateyê. Zext û komployên li ser Herêma Kurdistanê û statoya wê û êrîşên PKKê bi hev re tên kirin. Ev êrîş wê bidomin. Helbet PKKe van cînayetan nagire ser xwe.

Kuştina Mihemed Mîrza jî îspata wê yekê ye ku PKKe bûye rêxistinek cehş ya dûrî nirxên Kurd û Kurdistanî.

Pustên heman beş