Jin di nav PKK’ê de –”3″

Jin di nav PKK’ê de –"3"

Partiya Karkeran ji destpêka avabûna xwe li jêr derewên weke azadiya jinê, rûmeta jinê, xet û serdest kirina jinê û gelek derewên din yên hemawa keç û jinên kurd xapandine, ev rêxistin jina kurd bo xwe kirîye metiryalek û tenê ji boy berjewendiyên xwe wan bi kar tîne û propagandayê bi wan dike.

“Jin di nava PKK’ê de” nav û nîşana pirtûkekê ye ku Nejdet Boldan bi zimanê Tirkî nivîsandiye û ji hêla Hoşeng ve hatiye wergerandin, “jin di nava PKK’ê de” ji weşanên 2022ê ye.

Di vê pirtûkê de, serhatîya rast ya 10 jinên ku ji PKK’ê qut bûne hatye eşkere kirin, emê di zincîreyeke nivîsan de bi kurtasî ji boy xwendevanên bi rûmet yên “Darka Mazî” vegêrin.

Em çîroka Newal berdewam dikin

Newal keçeka ji wanê a Bakurê Kurdistanê ye, weke bi hezaran keçên din ji boy eşqa welatê şêrîn tevlî PKK’ê dibe, lê roja ewil rastî şûkeke mezin tê wexta rastiya vê partiyê dizane, partiya ku li ser navê Kurdistanê berxwedanê li dijî Kurdistanî bi xwe dike.

Di beşa duyemîn de Newal behsa dewreyên perwerdeyê kir û kanê bi ti awayî rêveberiya PKK’ê her tişt li gorî berjewendîya xwe bi wan dida qebûl kirin, Newal dibêje tevî ku di dewrê de ji me re di gotin ku pêşmerge dijmine û PDK’e temsîla împiryalîzmê dike, dîroka Kurdistanê jî tam berevajî ji wan re dihat gotin.

PKK’e çawa dîroka Kurdistanê ji bo kadroyên xwe dibêje

Newal derbarê dewreya yekemîn ya perwerdehiyê dibêje: “berî tevlîbûnê min sebaret dîroka Kurdistanê gelek tişt dizanî, di wan salên ez di nava PKK’ê de bûm, bi rastî jî derbarê dîroka Kurdistanê ne waneyek min xwend û nejî kesê tiştek nivîsand, ji ber ku ti pirtûk derbarê dîroka Kurdistanê di nava rêxistinê de tune bû”.

Newal di dewama axaftina xwe de got: “ez neşêm ti tiştekî derbarê dîroka Kurdistanê bibêjim, di dewrên perwerdehiyê de hinek waneyên bê wate ji me re dihatin gotin, wexta rêveberên partiyê di dewrê de wane di gotin xewa me dihat, ji ber ku bi rastî jî tiştekî wusa girîng nedihat gotin û tenê tişta ku rêxistinê dixwest em bizanin ji me re dihat gotin”.

Dîroka Kurdistanê weke bi her tiştê girêdayî Kurdistanê ji hêla Partiya Karkeran tê berevajî kirin, li cem PKK’ê dîroka kurdistanê ji dema avabûna partiya wê dest pê dike û ew her şoreş û berxwedaneka din yên sed sala berê û hêjan qedîm tir red dike, Partiya Karkeran tevahî rêberên kurdan bi dirêjahîya dîrokê bi ajanên îngilîzan nas kirine û heya roja me ya îro dîrokeke derew û li gorî xwe di dewrên perwerdehiya gerîlayan de dide wan.

Di beşeke din de, emê behsa 21 rojên şerê PKK’ê û PDK’ê bikin, Newal dê agahiyên meydana şer û weke wê bi çavê xwe dîtî behis bike.

Pustên heman beş