Doza miletekî çawa bi serdikeve?

Doza miletekî çawa bi serdikeve?

Bûbê Eser

Divê em ango Kurd vê yekê baş fêr bibin ku her miletek li ser koka xwe, bi çand û hêjayiyên xwe mezin û bi pêş dikeve.

Helbet ev pîvan heta ji destê dagirkeran hatiye û tê wê nehêlin ku welatê ew dagir dikin, xelkê wî bi wan mezin bibe.

Ji ber ku dagirker tenê bi dagirkirina erdê welatekî nayên ser. Lewra  dizanin ku dema ew welatekî dagir dike, pêwîstî dibîne ku mejî û hemî hêjayiyên gelê wî jî dagir bike da ku ew milet êdî nikaribe xwe azad û welatê xwe ji bin destê dagirkeriyê rizgar bike.

Loma jî ji roja Kurdistana şêrîn hatiye dagirkirin û heta niha ev daxwaza dagirkeran li Kurdistanê pêk nehati bû. Ji ber ku miletê Kurd miletekî asilsaze, mezin û di dema xwe de  xwediyê çend dewlet û împaratoriyan jî bû. Li hember hemî zilm û  zordariya dagirkeran heta jê hatiye berxwe daye.

Piştî dabeşkirina Kurdistanê di nava çar dagirkerên devbixwîn de û li gor peymana Lozana 1923an, armanc û hedefa dagirkeran ew bû ku di nava sed salan de kurdan tune bike. Li gor vê armancê jî karê xwe kirin û dikin.

Lê kurd jî bi heman şêweyî, bi qawet û hêza xwe, tekoşîna azadiya xwe da û xwe radestî dijmin nekir. Dijmin dît ku ew ên bi vê rêyê bi sernekvin, dest avêtin fen û fûtan, derew û boxtanan da ku miletê kurd xwe bi xwe qira hev bîne. Di vê de  weke wan dixwest bi serneketin. Vê carê dest avêtin wê yekê ku li ser navê kurdan tevger an partiyekî damezrînin û li ser destê wê, armanca tunekirina kurdan pêk bîne. Û bawerim heta derekê bi ser jî ketine.

Bi vê hewl û xebatê tu nema bû ku li her çar perçên kurdistanê wê daxwaza tunekirina kurdan bi destên hin kurdan bi ser biketa. Piştî ku Saddam xwest kuwetê dagir bike, aha di virde ew li dij berjewendiya mezinên dinyê tevgeriya û ev bû weke tu çirayekî di şevreşa Kurdan de pêxe. Pêketina wê bû ronahiya gelê kurd. Pêxistina wê bû azadiya başûrê Kurdistanê.

Êdî me û dagirkerên me, me fêm kirin ku dê Kurdistan her bimîne. Loma piştî azadiya başûrê Kurdistanê êdî dagirkeran û bi taybetî jî dagirkerên tirk bêtirîn hêz û qaweta xwe bi kar anî da ku li ser destê hin partiyên kurdan bakûr û rojava têk bibe.

Li bakurê Kurdistanê jî hema hema bi serketine. Heta niha çi xwestine weke wan bûye. Tu hêz û qaweteke neteweyî li bakur nehiştine ku ew berxwe bide. Nehiştine an gelekî qels kirine. Lewra wan karê xwe kirin ku tu qawet an hêzeke neteweyî li bakurê Kurdistanê nemîne. Lê me jî weke Kurdên bakurê kurdistanê nikarîbûn berxwe bidin. Xwe ji belawelê azad bikin û bibin xwedî eniyeke neteweyî.

Li gor min asasê damezrandina eniyeke neteweyî di hilbijartina tirkiyê û bakurê Kurdistanê ya sala 2023an de hatibû avêtin.

Bi serpereştiya HAK-PARê û bi piştgiriya Hereketa Azadî. KDP, PAK û Tevgerê ew asas hate danîn. Dil dixwest ku ev hevkarî û alîkarî ne tenê ji bona hilbijartinan ba. Daxwaz ew bû ku piştî hilbijartinan jî ew têkilî û bi hevre karkirin berdewam bike heta ku ew bibe eniyeke neteweyê

Ez hê bi hêvî me  ku wê ev ê jî pêk bê. PAK û Tevgerê biryar dane ku bibin yek. Ev tiştekî baş e. Bi hêviya ku Hereketa Azadî, KDP û HAK-PAR jî bibin yek û piştre bê ku wext derbas bibe HAK-PAR û PAK an jî bi navekî nû eniya xwe ya neteweyî damezrînin.

Di eniyeke weha de de divê her kurdekî dilê wî li ser welatê wî diêşe bikaribe bibe endamê vê eniyî ye. Enî divê fireh be û bikaribe hemî reng û dengê civata kurd hembêz bike.

Em gihiştine wê qonaxê ku divê êdî em weke kurdên Bakurê Kurdistanê bibin xwedî eniyeke neteweyî û li gor daxwaz û pêwîstiya gel tevbigerin û hereket bikin.

Heger Kurdên bakurê Kurdistanê zûtirîn demê vê pêk neynin, ewên jî têk herin û careke din zehmete ku em firseteke weha bikaribin bi dest bixin. Ev sed salin ku  me ji ber neyekbûna partî û hêzên xwe her roj wenda kirine û dike. Qe nebe di dawiya vê sed sala Lozanê de yekîtiya ku hêstirên çavên dayikan bisekinîne, dengê rewşebîran ji bona rastiyê berz bike, qelema nivîskaran ji bona berjewendiya gelê kurd tûjir bike, pêk bînin.

Bi hêviya ku partiyên kurd û Kurdistanê ango HAK-PAR û PAK li benda hilbijartineke din nemînin û têkiliyên xwe yên ji bona eniyeke neteweyî bidomî nin. Taqata vî miletî heta sed salekî din xwe li ser nigan bihêle namaye. Heger rewş weha here dayaxa vî miletî ne heta sed salan, nema dikare deh salan xwe li ber zilm û zordariya dagirkeran bigire.

Divê em ji bîr nekin ku doza miletekî bi yekîtî û bi hevre karkirina wî pêk tê. Dema ev tunebe ew milet, ew gel jî tune dibe…

Pustên heman beş