Plana Peymana Lozanê ya 2’yem li ser Şengalê, çîroka xweseriyê û erka PKK’ê

  • Beşa 1: Gelo Iraq ji bo Êzidîyan Dojehe yan jî rizgarî?

    Di van rojên dawî de medyaya PKKê bi berdewamî behsa xweseriya Şengalê dike û dibêje ku hikûmeta Bexdayê dikare xweseriyê nas bike. Hêjayî serinçrakêşîyê ye ku pêngava PKKê ya li ser Şengalê û zexta hêzên wê yên leşkerî li ser herêmê ji alîyê din ve, êrîş û zextên aborî-sîyasî yên hikûmeta navendî ya Bexdayê li ser Herêma Kurdistanê, paralêlî di meşin.

    Her çend hin derdor hewl bidin projeya xweseriya Şengalê weke pêvajoyek asayî nîşan bidin jî, dema ku nirxandina rewşa deverê a jeopolîtîk bê kirin wê bê dîtin ku di bin navê “xweseriya Şengalê” de hin planên xeternak û veşartî hene.

    Nêzîkatiya dewleta Iraqê ya li hemberî Êzidiyan çî ye?

    Dewleta Iraqê ji roja damezrandina xwe heya îro rê li ber pêvajoyên xirabkirin û ji nav birina Şengalê vekirî ye. Beriya her tiştî gelê Şengalê ji stargeha wan ango ji çiyayê Şengalê bi darê zorê daxistin deştê. Li deştê mecal tunebû ku ne çandinî û ne jî ajaldarî xurt bikin. Bi awayekî xwezayî gel ji hêza xweparastin û xwe têrkirin ê bêpar bû. Kurdên Êzidî yên Şengalî yên feqîr di serdema Seddam de li dijî Kurdan hatin bikaranîn. Seddam li aliyekê hewl dida Êzidiyên bike Ereb, li aliyê din jî Kurdan li dijî Kurdan derbixe.

    Welatên Ereb ên weke Iraq, Lubnan û hin layenên ku li Ermenîstanê ne, gelek belge amade kirine û idîa dikin ku Êzidî ne Kurd in. Lê Êzidî Kurdên resen in ji ber ku pirtûka wan a pîroz bi Kurdî ye û bi Xwedê re jî bi Kurdî axivîn. Dewleta Iraqê hewl da ku komeke Êzidî ya girêdayî xwe çêbike.

    Piştî rûxandina rejîma Seddam helwesta hikûmeta navendî ya Bexdayê neguherî. Êzidî her tim weke sêwîyên Iraqê mane. Li Iraqê rêzbendî wiha ye; destpêkê Erebên Şîe, piştre Erebên Sunî, piştre civakên Xiristiyan, piştre Kurd û herî dawî jî Kurdên Êzidî tên. Gava mijar dibe Kurd, Erebên Sunî û Şîe zû li hev dikin û dicivin.

    Ev rastiyek e ku Kurdên Êzidî li Rojhilata Navîn weke “Ehrîmen perest” tên dîtin. Yanî kuştina mêran û desteserkirin û firoştina jinan ne tenê zihniyeteke DAIŞê ye, zihniyeteke sed salî ya dewleta Iraqê ye. Îraq di xirabtirîn şêweyê Îslamê de dijît. Dev ji olên din berdin, heta mezhebên cuda yên heman olê jî hevdu di xeniqînin. Heta Şîe û Sune bi dirûşma “Ellah û Ekber” serê hev jê dikin.

    Yekane sitargeha ola Êzidî li Rojhilata Navîn de Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. garantiya hebûna fîzîkî û nasnameya siyasî ya Êzidiyan îro hebûna Herêma Kurdistanê ye.

    Dewleta Iraqê hîna jî tiştê ku li ser Êzidiyan hatiye kirin wek jenosîd nas nekirî ye

    Dewleta Iraqê li hemberî Jenosîda 2014 an a li Şengalê pêk hatî xwe kerr kir. Ne di dema bûyerê de ne jî piştî wê ti gav neavêt. Heta niha 14 welat û pêkhateyan bûyerên Şengalê yên sala 2014an weke “jenosîd” qebûl kirine. Li aliyê din Parlamentoya Herêma Kurdistanê di Cotmeha 2019an de 3 ê Tebaxê weke roja jenosîd qebûl kir. Paşê dîsan Êzidî ji aliyê Herêma Kurdistanê ve hatin parastin û çavdêrîkirin. Ofîsa Rizgarkirina Êzidiyan hat vekirin. Ji sedî 94 a jinên Êzidî yên ku hatine rizgarkirin ji aliyê vê saziyê ve hatin rizgarkirin. Êzidiyan piştî Jenosîdê xwe li vir bi derfetên Herêma Kurdsitanê ve girtin.

    Iraqê heta niha yek gav neavêtiye. Ji aliyê aborî ve jî ji bo Şengalê tu budce nehat terxankirin, tazmînat ji mexdûran re nehat dayîn. Tişta ku hikûmeta Iraqê kiriye ew e ku milîsên Şîe yên Heşda Şebî şandin Şengalê û hêzên PKKê yên ku navê YBŞê bikar tînin weke beşek ji Heşda Şebî fermî kirin. Dixwaze Erebên ku alîkariya DAIŞê kirine jî li Şengalê bi cih bike.

    Di nava helwestekî Iraqê yê wiha da, çima PKKe bi israr hewl dide Şengalê bi Iraqê ve girêbide?

    Dojeha gelan: Iraq

    Dewleta Iraqê wê xweseriyê bide Şengalê? Pêşî em bipirsin, ka em li rewşa dewleta Iraqê binêrin? Dewleta Iraqê du hefte berê Patrîyarkê Katolîkên Kildanî yê Iraqê Louis Rafael Sako ji kar dûrxist. Ji bo biçûkkirina Herêma Kurdistanê têdikoşe. Mafên aborî yên Herêma Kurdistanê naşîne. Ev rewş zîhniyeta dewleta Iraqê ye, ne hikûmeta Iraqê ye, Iraq ji bo pêkhateyên cuda dojeh e. Dema ku rewşa Iraqê ev be, gelo PKKe çima Bexda wekî rizgarkerên Şengalê nîşan dide? Û çima Iraq xweseriyê bide Şengalê?

    Ji bo veqetandina parçeyekê ji axa Kurdistanê. Di rastiyê de ew plana Misaqa – Millî li gel Şîe û Erebên din jî heye. Ew jî dixwazin Kerkûk, Şengal, Germiyan, Xaneqîn ji Kurdistanê veqetînin. Armanca wan ew e ku Kurdistan ji desthilatdariya xwe bêpar bimîne.

    Divê kes xwe nexapîne. Zihniyeta Iraqî ya Ereb-Şiî ya ku demografiya Kerkûkê guhert û kir Ereb û nehişt cotkar çandiniyê bikin, di bin navê xweseriya Şengalê de dijminatiya Kurdan dike. Armanc tenê Şengalê ji Kurdistanê veqetînin.

    Li Şengalê şanoya Lozana duyem tê lîstin

    Iraq ne di xema Şengalê û ne jî di xema Êzidiyan da ye. Lê çend taybetmendî hene ku Şengal hem ji bo Îranê, hem jî ji bo Tirkiyê û hem jî ji bo Iraqê navendekî rakêşe. Yek ji sedema erdnîgarî ye. Ji bo herêma Şîî-Sunnî rêyên wê yên girîng hene. Ew jî xeteke di navbera parçeyên Kurdistanê de ye. Lê mijara din a ku Şengalê girîng dike, zevîyên xaza sirûrştî û neftê ne. Heta niha 3 rezervên girîng ên petrolê li vir hatine dîtin. Lêkolîn nîşan dide ku li Şengalê, ji bîrên KorMor mezintir bîrên neftê hene.

    Ew dewlet û rêxistinên dîvelankên wan dewlemendîya Şengalê baş dizanin loma jî hew qas eleqedar in. Di salên 1920an de li Lozanê danûstandinên veşartî yên piştî dîtina petrolê li Mûsil û Kerkûkê bû sedema parçebûna Kurdistanê li Lozanê.  Îro jî heman şano li ser me tê lîstin. Şanoyên ku îro li Şengalê tên lîstin, dewlemendiyên bin erd û projeya veqetandina hinek herêman ji Kurdistanê heger weke Lozana 2 yemîn bê nav kirin wê ne xelet be.

    Çawa li Lozanê Kurd weke beşdarbûyî bi rêka Kurdên xayîn hatin erkdarkirin û Kurdistan hemû wisa hat parçe kirin û parvekirin. Îro di Lozana 2 yem de jî ev Kurdên cehş yên wekî PKKê di navbera Bexda û Şengalê de tên bikar anîn. Raçandina tevnê xîyanetê li Şengalê bi deste PKKê tê kirin.

    Beşa duyem: Kî PKKe anîbû Kerkûkê û Şengalê?

    PKKe di berdêla firotina Şengalê de wê çi bi dest bixe?

    Xwedê neke eger Herêma Kurdistanê lawaz bibe, dê Êzidî bi çi re rû bi rû bimînin?

Pustên heman beş