Plana Peymana Lozanê ya 2’yem li ser Şengalê, çîroka xweseriyê û erka PKK’ê

Beşa duyem: Krîza Rojhilata Navîn, hêzên kolonyalîst û rastiya hebûna PKK’ê li Herêma Kurdistanê û Şengalê

Hebûna PKK ya li Şengalê ku di sala 2014’an de dest pê kirî berdewamiya wê hê jî bi tevahî nehatiye vegotin. Hewldanên PKK’ê yên bi çîroka “12 gerîlayan Êzidî rizgar kirin” efsaneke ji xwe çêkirî û tu rastîya wê nîne. Êrîşên PKK’ê yên li ser Şengalê û helwesta wê ya li hemberî operasyona azadkirina Şengalê divê roj bi roj bên deşîfrekirin. Lê divê wateya hebûna PKK’ê ya li Şengalê di asta herêmî û dîrokî de were zelal kirin.

PKK nişkave neçû Şengalê, hinek hêzan ew birin. Ji bo bersiva pirsa kê û çima birîye, pêwîste pêvajoya krîzê ya li Rojhilata Navîn ku hê jî berdewam dike, bi çend serdeman were vegotin.

Sê lûtkeyên krîza Rojhilata Navîn, netewa Kurd û mîsyona PKK’ê

Sîstema siyasî ya Rojhilata Navîn ku ji aliyê pêkhateya xwe ya siyasî, leşkerî û civakî ve bi pirsgirêkên mezin rû bi rû ma, di salên 1990î de û di destpêka salên 2000 û 2010’an de sê merhelên bilindbûnê çêbûn. Van lûtkeyan rasterast bandor li Kurdan û pêşeroja wan kir.

Di lûtkeya yekem de di sala 1990 de; Yekem car ji aliyê sîstema navneteweyî ve hatin naskirin. Di sala 1992’an de bi parlemento û meclîsa Başûrê Kurdistanê derket ser dika siyasî.

Di lûtkeya duyemîn a sala 2000’an de Kurd weke hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 2004’an de bûn xwedî nasnameye sîyasî-resmî.

Qonaxa sêyem a sala 2010 ê serdemek bû ku da rê li ber pratîka Herêma Kurdistanê veke ku derbasî parçeyên din jî bibe û da pêşîya îradeya rêveberiyên serbixwe ava kirine bê vekirin.

Di van her du lûtkeyên pêşî de rewabûna Kurdan, xwerêvebirin, derfetên aborî bi dest xistin, ew pirsgirêka xwe bê bawerîyê derbaskirin, bû hinek layena bû tirsekî mezin. Bi teybetî, ew her çar dewletên ku hebûna xwe li ser welatê kurdan ava kirî, bi “hişê dewletê” tevgerîyan. Bi kelecanî ketin nava hewldanên bereyê dij-Kurd ava kirinê. Di vê xalê de mîsyona PKK’ê jî dîyar bû.

Dema mirov bi vê perspektîfê li dîroka PKK’ê ya salên 1990 î dinêre, rastîya PKK’ê ya îro hêsantir tê fêmkirin. Em bi kurtasî vebêjin; Li Rojhilata Navîn a salên 1990 î çar hêzên sereke yên kolonyalîst naxwazin Kurd ji sînorên Lozanê derbikevin. Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriye. Demildest em li PKK’ê binêrin. Evdila Ocalan li Şamê di bin parastina Esed de dimîne. Li kêleka Apo, fikirmendê sîstema kemalîst Yalçin Kuçuk jî heye. Serok wezîrê Tirkiyê bi rêya Yalçîn Kûçik Evdila Ocelan tê agahdar kirin ku dê li dijî wî sûîqast bê kirin. Li aliyê din Îran balkêştir e, serokên PKK’ê bi taybetî Cemîl Bayik li Urmiyê di bin ewlehîya îstixbareta Îranê de dijît. Têkiliya PKK bi rêye rêveberê wê Riza Altûn bi rejîma Seddam re jî heye. Riza Altun bi fermandarê artêşa Kerkûk-Mûsilê ya rejîma Seddam re hevdîtina pêk tîne. Ji Sûriyê di ser Iraqê re çekan tînin. Yanî çawa dibe ku her çar dewletên ku ji kurdan hez nakin di heman demê de bi PKK’ê re têkildar bin?

PKK vê mijarê bi zîrekiya siyasî ya Evdila Ocalan ve girê didin. Dibêje Ocalan her kesî bi kar tîne. Lê di rastiyê de PKK’ê tu kes bi kar neanî, belku hemû dewletên herêmî PKK ji bo berjewendî yên xwe weke cehş bikar anî. mecalê jîyanê bû çend rêveberên PKK’ê misoger kir.

PKK di destpêka sala 1990 î de dijminatiya hemû rêxistinên Kurd ên li Rojhilat kir. Li ser sînorê Geverê cihê çend mefrezeyên pêşmergên PDK-Î nîşa pasdarên Îranê da. Dîsa di Gulana 2001 ê de 15 endamên Partiya Rojhilatê Kurdistanê gel serokê wê “Agirê Sor” li herêma Kêleşînê radestî dewleta Îranê kir. Dewleta Îranê piraniya van kesan ku Sekreterê Giştî jî di nav de bû îdamkirin. Di berdêla vê de çi dibe bila bibe, Îran herêmên PKK’ê bombebaran nake, Cemîl Bayik diçe Tehranê û bi balafirê diçe Şamê. Bi veşartina van rastiyên dîrokî tê hêvîkirin ku her kes baweriya xwe bi “aqilmendiya dîplomatîk a Ocalan û PKK ê” bîne. Lê belê rewş wiha ye: “PKK bi qasî ku li dijî rêxistinên kurdan şer kirî û Kurd ber bi sîstema kolonyalîst ve kişandî li gel dijmin qedrê xwe heye.

Sêyemîn lûtkeya kaosa Rojhilata Navîn û 6 gavên ji bo dorpêçkirina Kurdistanê hatin avêtin

Lûtkeya duyemîn û sêyemîn a krîza Rojhilata Navîn gelekî bi hev ve girêdayî ne û Iraq-Başûrê Kurdistanê navenda wê krîzê ne. Bi dîtina vê rastiyê, dewletên Rojhilata Navîn piştî êrîşa li ser bircên tawerên Emerîka(11/9/2001) û rûxandina rejîma Seddam, siyaseta bi navenda Iraqê meşandin. Biçûk kirina axa Herêma Kurdistanê û bêzarkirina îdareya wê û heta ji nav birina statûya federal weke prosêsa nû dîyar dibe.

Bêyî ku em hûrgiliyên vê pêvajoya li Kurdistanê şîrove bikin em dikarin di bin 6 sernavan binirxînin

1- Evdila Ocalan li Îmralîyê di bin kontrola dewleta Tirkan de, îlankirina agirbesta sala 1999’an û bi biryara 1 Hezîrana 2004 de bi dawî kirina vê pêvajo yê.

2- Hikûmeta Iraqê ya Şîe û alîgirê Îranê birîna mûçeyên Herêma Kurdistanê û meşandina siyaseta aloziyê.

3- Êrişên DAIŞ’ê yên li ser Herêma Kurdistanê

4- Bicîkirina PKK ji aliyê Îranê ve li ser sînorên Kurdistanê li ser Xaneqîn, Germîyan, Kerkûk, û heta Şengalê.

5- Xiyanet û dagîrkirina Kerkûkê, derxistina Pêşmerge ji navçeyên nakok.

6- Veguhastina dahata petrola Kurdistanê ji bo Bexdayê û hewldanên jinav birina aborî.

Wateya hebûna PKK’ê ya li Başûrê Kurdistanê

Di bin van 6 sernavan pêvajoya komplo û îmhakirina Kurdistanê erkdarîya PKK’ê ne tesaduf e. Di salên 2000 î de li dijî destkeftên Herêma Başûrê Kurdistanê dewleta Îranê û Tirkiyê PKK derxist ser dîka sîyaseta herêmê.

Dewleta Tirk di sala 1999’an de ji PKK’ê re negot dev ji çekan berdin, got PKK li Başûr bi cih bibe. PKK weke amûrek li ba xwe girt û di sala 2014’an de dema ku hewce bû derxist ser dîka şer. Bêguman ev pêngava ku PKK jê re dibêje 1 ê Hezîranê, bi îrade û erêkirina dewleta Tirk çêbû. Ev pêvajoya ku îro dewleta Tirk li seranserî sînorê Herêma Kurdistanê bi cih bûnê, wê deme hatiye plan kirin.

Li Îranê jî siyaseteke bi heman şêweyî meşand. Piştî êrişên DAIŞ’ê, Îranê planên xwe li dijî Herêma Kurdistanê ku ber bi Kerkûk û Deşta Nînowa biçe, xist dewrê. Di Hezîrana 2014’an de Nêçîrvan Barzanî bo Tehranê hatibû vexwendin û jê re gotibûn: “Em gavên we yên serxwebûnê qebûl nakin. Ger hûn li dijî me tevbigerin, em ê li dijî we tevbigerin. Ger hûn partiyên Rojhilat aktîf bikin, em jî dê Ensaru-l Îslam û PKK’ê çalak bikin”  Îranê bi vê helwesta xwe îşaret pê da ku ew ê çi bike.

Hêza ku di Tebaxa 2014’an de PKK aniye Kerkûkê Îran e. Parêzgarê wê demê yê Kerkûkê rehmetî Necmedîn Kerîm wê demê wiha anî ziman: “Em hatin agahdarkirin ku dema DAIŞ li derdora Kerkûkê çalakiyek bike, komek hêzên Quds ên Îranê dê Kerkûkê biparêzin. Piştî mehekê ji me re gotin ku PKK tê Kerkûkê, balafirgeha kevin ji wan re vala bikin”. Yanî hêza Qûds ya Îranê behs dikir PKK bû.

Îranê PKK anî Kerkûkê. Dema ku ji bo Kampa Mexmûrê piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê şansê veguhastina kampê çêbûy PKK’ê bi israr xelkê wargehê vegêrand kampa Mexmûrê. Ev yek ji ber bicihbûna navbera bajarê Kerkûk û Mûsilê bû û biryar li Bexdayê hat dayîn. Di serdana rêveberên PKK’ê Sabrî Ok û Riza Altûn a li Bexdayê de, biryar hate dayîn ku PKK li ser xeta Kerkûk-Mûsil-Şengalê bi cih bibe. Yê ku ew organîze kirî jî bê goman Îran bû.

Yanî ji salên 1990 î heta niha hebûna PKK’ê bû başûrê Kurdistanê ji aliyê dewletên kolonyalist ve hatîye plankirin. Di çarçoveya plana bereyê antî-kurd de tê kirin. Dema ku em bi vê rastîya dîrokî li hebûn û domdariya PKK’ê ya li Şengalê binêrîn, wê erk û misyona PKK zelaltir were fêmkirin.

Gote gotkên weke ku 12 gerîlayan hezaran Êzidî rizgar kirine tenê çîrokeke ji bo kesên xeşîm û siyaset nezan tê gotin.

Pustên heman beş