Di 39 salan de 50 hezar PKK’eyî ji bo çi hatin kuştin?

Di 39 salan de 50 hezar PKK’eyî ji bo çi hatin kuştin?

PKK a ku bi kuştina Kurdan, bi kuştina eşîr, rêxistin û partîyên Kurdan dest bi şerê çekdarî kir, heta îro rayedarek yan rêveberekî partîyên dewletê nekuştiye û zirar nedaye dezgehên dewleta Tirk. PKK a ku ketiye xwîna bi deh hezarên Kurd, bi dewleta kûr re şerekî bi şêwir û mişêwir dimeşîne û îro ji bo pêşketina tekoşîna netewî û damezirandina Kurdistanek serbixwe bûye astenga herî mezin. PKK a ku di şerê 40 salî de Bakurê Kurdistanê wêran kir, bû sedema şewitandina 4-5 hezar gund û koçberbûna zêdeyî 10 milyon Kurd, heta îro li Bakurê Kurdistanê koxikek mirîşkan jî azad nekiriye û destkeftinek berbiçav bi dest nexistiye.

PKK çawa ku Bakurê Kurdistanê tar û mar û wêran kir, îcar berê xwe daye destkeftîyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê û dixwaze heman malwêranîyê bi serê her du beşên Kurdistanê jî bîne.  Her çiqasî PKK di serî de ji bo Kurdistanek azad û serbixwe derketibe holê yan jî Kurd bi van sloganan xapandibin jî, îro wek ava zelal eşkere bûye ku PKK ne ji bo azadîya milletê Kurd û ne ji bo Kurdistanek serbixwe derketiye holê. Hemû rêvebir, baron û qeyûmên ku serkêşîya PKK dikin û keç û xortên Kurdan ji bo armancên xeyalî û pûç didin kujtin,pir vekirî û eşkere neyartîya Kurdistanek serbixwe dikin û dupat dikin ku erk û wezîfeya wan û gerîllayên wan paraztina sînorên dewletên dagîrker e û sedema neyartî û dijminatîya wan a li hember PDK û Barzanîyan jî ji ber tirs û neyartîya damezirandina Kurdistanek serbixwe ye.

 Bi girtina Ocalan re PKK û Ocalan nêt û armanca xwe ya ku bi dehê salan di dilê xwe de veşartî hiştibûn û Kurd bi sloganên azadî û serxwebûnê xapandibûn, eşkere kirin. Piştî ku Ocalan hat girtin (girtina wî û gera wî ya erd û asîmanan bi xwe jî senaryoyek ji plan û projeyên dewletê bû)li her tiştî mikur hat û di dîroka tevgerên azadîxwaz de bû „mikurker“ û „îtîrafkarê“ herî mezin. Ocalan ê ku dêya xwe jî kir Tirk, tekoşîna ji bo Kurdistanek serbixwe avêt teneka zibil û erka xwe ya herî dawî pêk anî û bi eşkereyî bû xizmetkarê dewleta Tirk. Êdî ji derveyî alîgir û mirîdên Ocalan û PKK, hemû Kurd û awira gelemperî dizane ku Ocalan zilamê dewletê ye û PKK jî çeteya çekdar a dewletê ye. 

Ocalan piştî girtina xwe netew-dewlet û Kurdistanek serbixwe li Kurdan heram kir. Baron û qeyûmên PKK jî bi heman siyaset û armancê Kurd ji rê derxistin û berê Kurdan dan Tirkîyeyek demokratîk û Tirkîyeyîbûnê, bratîya gelan û asîmîlasyonê. Ji bo ku hişmendî û hestên netewî ji dil û mejîyê Kurdan derxe her tişt kirin û dikin. Di serî de çand û ziman, çi nirxekî pîroz hebe binpê kirin, bê wate û bê naverok kirin. Dewleta ku nikarîbû bi sedê salan Kurdan asîmîle bike û Tirkayetîyê bi wan şîrîn bike, Ocalan û PKK di nava 40 salî de kir û Kurd bi Tirkîyê ve pîne kirin. Ji bo Kurd li Rojava nebin xwedîyê statuyek Kurdî yan nikaribin doza federasyon yan serxwebûnê bikin, kanton ava kirin û hemû xelkên biyanî kirin şîrîkê Rojavayê Kurdistanê. Rojava ji Kurdan vala kirin û kembera Erebî ya duyem ava kirin. Bi heman armancê dixwazin destkeftîyên Başûrê Kurdistanê jî têk bibin û Başûrê Kurdistanê di navbera xwe û dewleta Tirk de bikin qada şer.  Yek ji baron û qeyûmê PKKê

Duran Kalkan (ku bi xwe Tirkê adanayê ye û temamê malbata wî nîjadperest û alîgirên MHP ne)ji sazîyek çapemenîya nêzîkî PKK re ragihand ku ji 15ê Tebaxa 1984an heta niha 50 hezar PKKî jiyana xwe ji dest dane û dibêje:”Ev têkoşîna 39 salan bi serê xwe pêk nehat. Bihayek xwest, Kurdan jî da.Vîetnamîyan li dijî Japon, Fransa û Amerîkayê şer kirin. Kurd li dijî hemû NATO yê şer dikin”.  Bêguman Tirkên wek Duran Kalkan, Mustafa Karasu, Riza Altun, Ertugrul Kurkçu, Yalçin Kuçuk, Dogu perinçek, Figen Yuksekdag û bi sedan Tirkên ku di nav PKK û HDP de serkêşîya Kurdan dikin û qeyûmên dewletê ne, li ser xwîna zarokên Kurdan diçêrin, hem li ser pişta Kurdan nanê xwe dixwin, hem jî hefsarê tekoşîna Kurdan xistine destê xwe û li gor berjewendîyên dewleta xwe (dewleta Tirk) hespên xwe dibezînin. 

Baş e, gelo wê rojekê Kurd ji Duran Kalkan nepirsin û nebêjin “madem hûn li dijî netew-dewletê ne, madem hûn li dijî Kurdistanek serbixwe ne, madem hûn doza Tirkîyeyek demokratîk û Tirkayetîyê dikin, we ev 50 hezar keç û xortên Kurd çima û ji bo çi dan kujtin? Hûn baron û qeyûmên dewletê ji Kurdan çi dixwazin?”.

Ocalan gotibû “me 15-17 hezar înfazên navxweyî kirine. Ango, me 15 heta 17 hezar hevalên xwe kujtine. 50 û 17 dikin 67 hezar gerîllayên Kurd. Û heger em Kurdên sivîl ên ku di nava 40 salî de ji alî PKK û dewletê ve bi şêwir û mişêwir hatine kujtin hesab bikin, ev hejmar xwe digihîne 150-200 hezarî. Ev yek dide xuyakirin ku armanca PKK qet nebûye Kurd û Kurdistan û di kiryarên xwe de ji roja roj de xizmeta dewleta Tirk û dewleta Ermenistanê kiriye. Valakirina Bakurê Kurdistanê di serî de xizmeta dewleta Tirk dike, ji ber Kurd koçberî metropolên Tirkîyê dibin, zimanê xwe ji bîr dikin, asîmîle dibin û dibin Tirk. Duyem xizmeta Ermenistanê dike, ji ber Ermenî Bakurê Kurdistanê wek parçeyek ji xaka Ermenistana mezin dibînin û dixwazin Bakurê Kurdistanê ji Kurdan vala û xalî bikin.

PKK di şerê 40 salan de bi plan û proje xizmeta projeyên van herdu welatan kiriye û mixabin heta bi astek bilind gihaye armanca xwe. PKK ne tenê xizmeta Tirkîyê û Ermenistanê dike, herweha bûye dergevan û parêzerê sînorên Îran, Iraq û Sûrîyê jî. Ocalan belasebeb nedigot “em partîyek taşeron in”. PKK ji derveyî berjewendîyên Kurd û Kurdistanê taşeronîya herkesî dike, ji derveyî Kurd û Kurdistanê dostanî û hevaltîya herkesî, her milletî, her welatî dike. Ji ber vê yekê jî kujtina 50 yan 100 hezar gerîllayên Kurd ne di xema PKK û baronên PKK de ye.

Pustên heman beş