Nezanînên bûyera 15 Pêşmergeyên ku PKK’ê radestî dewleta Îranê kirî

agire-sor-peshmarga-iran-pkk-info

Endamên Komîteya Navendî û Pêşmergeyên Agirê Sor a Rojhilatê Kurdistanê ku weke rêheval xîtabî PKK’ê dikirin, bi biryara konseya serokatî û fermana rêveberê PKK’ê Cemîl Bayik radestî dewleta Îranê hatin kirin. çekdarên PKK’ê çav û destên 15 kesên ku 2 ji wan jin bûn girêdan û radestî qereqola Îranê ya Xinêre kirin. Dîroka vê karesata sîyasî kêm tê zanîn malpera Darka Mazî ev bûyer lêkolîn kir.

Bûyera Agirê Sor cewherê dîroka PKK’ê ye

PKK’ê li çar parçeyên Kurdistanê li dijî tevgerên Kurdan şer kirîye. PKK’e hemû tevgerên Kurdan bi xayin, sîxûr, xerab, nezan, paşverû û neteweperest pênase dike. Lê ya ku li pişt dijminatiya PKK’ê ya li hember tevgerên din ên Kurd heyî, ne muxalefet û ne jî hevrikî ye. PKK’ê bi şerê li dijî rêxistinên Kurdan armanç dike ji kolonyalîst û dagirkeran tawîz bistîne. Ev kurteya dîroka PKK’ê ya pêncî salî ye. PKK berê li Iraqê bi Seddam re, îro bi şîeyan re, li Şamê bi Esad re, li Tirkiyê bi baskên dewleta kûr re û li Îranê jî bi rejîma Ayetullah re hevalbendî dike. Lê ti tifaqa PKK’ê bi çi tevgerên Kurdan re nîne. Bûyera Agirê Sor kurteya hevkêşeya PKK’ê ya “Li dijî Kurdan şer bikin, di nava kolonyalîstan de cih bigirin” e.

Tevgera Agirê Sor û serokê wê Mihemed Pêncwînî

Tevgera Agirê Sor tevgereke çekdarî, xwedî ramaneke Çep-Sosyalîst bû û ji bo azadiya Rojhilatê Kurdistanê têdikoşiya. Di dawiya salên 1980’yî de dest bi xebata xwe kir. Ne xwedî girse bû lê binyatekî wê hebû. Lê di warê rewşenbîrî de lêkolînên girîng dikirin û dîroka kolonyalîzma Îranê û pratîka rojane ya rejîmê deşîfre dikirin. Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê wek Merîwan, Pîranşar û Mehabadê dilsoz û milîsên wan hebûn.

Rêveberiya navendî ya tevgera Agirê Sor li ser çîya cih bibû. Herêmên bingehîn li ser xetên sînorê Rojhilat û Başûr de bûn cihgir bibûn. Rêveberî bi hev re dima û karê xwe di meşand. Gelek caran rastî êrîşa topbarana dewleta Îranê dihatin û şehîd dan.

Ji havîna 1999’an ve li çîya û zozanên Kelaşînê ya di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de bi cih bibûn. Hêzên PKK’ê jî li wir xalên gûmrêkê danî bûn. Gelê devera Berdesorê hertim bi hêzên PKK’ê re hevdîtin dikirin. Meqerên wan li kêleka hev bûn, pîrozbahî bi hevre dikirin. Rêûresm bi hev re dikirin. Ji hev re digotin heval. Rê da xebatkar û milisên PKK Rojhilat ji xwe re bikar bînin. Wan PKK ne weke hevrik, weke rêxistinek parçeyekî din ê Kurdistanê ku divê jê re piştgirî were dayîn, dîtin. Lê mixabin PKK’ê bi vî çavî li wan nedinêrî.

PKK’ê ji bo nevbera xwe û Îranê weke berê baş bike rêxistina Kurd a Agirê Sor kir qurban

Piştî ku Ocalan di sala 1999’an de hat Tirkiyeyê, armanca “Tirkbûnê” weke bername hilbijart, dewleta Îranê bi vê guhertina PKK’ê nîgeran bû. Ji ber vê yekê jî îtîfaqa xwe ya bi PKK’ê re ku di sala 1996’an de çêkiribû bi dawî kir. Dewleta Îranê ew cihên bin sîbera baregehên wan yên weke Esendere, Kela Reş, Dambad, Kotol, Xirpape, Zagros, Şehîdan û hwd kamp û noqteyên gûmrikên PKK’ê topbaran kirin. Her wiha bi topan li cihên weke Xinêre, Xaxurkê, Dola Kokê, Şehîd Harûn (Geliyê Rizge) ku baregehên PKK’ê lê bûn, xist. Di sala 2000’an de di şerê YNK û PKK’ê de Îranê bi topan êrîşî Qendîlê dikir.

Îranê rêyên gumrikê yên PKK’ê digirt, ciwanên ku ji PKK’ê vediqetîyan li gel xwe kom dikirin û li kampan dixistin. Bi ser de jî, rêveberiya PKK’ê xwest ku têkiliyên bi Şamê re xerab bûne sererast bike û xwest balafirgeha Tehranê bikar bîne. Her wiha hinek fermandarên leşkerî yên PKK’ê di dest îtîlaatê de bûn…

Di vê yekê de pêwîstî bi vekirina rûpeleke nû bi Îranê re hebû. PKK’ê rêya herî kurt ya başkirina pêwendiyên bi Îranê re hilbijart, ew jî eve bû ku bi bêbextî endamên Agirê Sor radestî dewleta kolonyalîst a Îranê bike. Fermandarên Îranê bi Du helîkopteran hatin ba Cemîl Bayik û xiyaneta Agirê Sor pêkhat.

Di Gulana 2001 ê de Cemîl Bayik çû herêma Kêlaşînê ya ku bi temamî qereqolên Îranê lê serdestin, da ku bi Îranê re hevdîtinan pêk bîne. Li vir fermandarên Îtîlaatê re civîya. Piştre Cemîl Bayik ferman da hêzên leşkerî yên HPG ê, yêkîneya Kendal Gulûrt yên ku li Kêleşînê devera Berdesorê bûn, ku bi ser baregehê Agirê Sor de bigirin û hemûyan desteser bikin. Gerîlayên PKK’ê li dora baregehê Agirê Sor dorpêç kir. Lê hêzê Agirê Sor weke hatina serdan û ça vexwarinekê ew pêşwazî kirin û teklîfa xwarinê li wan kir. Paşê endamên PKK dibêjin ku ew dixwazin Mihemed Pênciwînî, serokê wê bibînin.

Mihemed Pênciwînî “Hevalên PKK’ê” weke her car pir bi germî pêşwazî kirin. Fermandarê PKK’ê jê re dibêje “hûn ê bi me re werin”. Mihemed Pênciwînî û hevalên wî pê hesiyan ku dema destên wan bên girêdan dê wan radestî Îranê bikin. Pêşî ji çekdarên PKK’ê re gotin, “hûn jî kurd in, tiştên wiha nekin, xelet e”. Lê dema fêm kirin ku nikarin wan razî bikin, her du jinên pêşmergeyên Agirê Sor ji çekdarên PKK’ê rica kirin û gotin, “Me bikujin lê me radestî dewleta Îranê nekin, hûnê çawa jinên Kurd teslîmî dijmin bikin”, Lê ew xayîn bê wijdan û hest bûn, dîsa jî ev şoreşgerên Kurd hatin teslîmkirin. Li ser wan re diqîrin û digotin ger hûn xwe bilivînin emê we hemûyan bikujin”. Bi vî awayî tevahiya koma ji 15 kesan ku 2 jê jin in, desteser dikin. Destên wan girê didin û berê wan didin biryargeha Xinêre.

Piştî saetekê rayedarên Îranê bi du helîkopteran tên xinêre ba Cemîl Bayik. Li vir di navbera PKK û hêza îstîxbarata Îranê Îtîlaat de li ser mijarên wekî ji nûve destpêkirina têkiliyan, ji nû ve bikaranîna balafirgeh û xetên rê, veger û çûna nexweşan, ji nû ve avakirina xalên gumrikê de girêbestekê îmze dikin.

Piştî civînê 15 welatparêzên kurd, şoreşger, zarokên gelê kurd ku dest û çavên wan girêdayî ne, radestî qereqola sînor a ku Îran jê re “Paygaha Boxaz a Xinêre” tên kirin.

Mihemed Pencewînî ji koma radestkirî yekser birin girtîgeha Urmiyê. Bi tundî tê îşkencekirin û di demeke kurt de tê sêdaredan. Bê Dadgeh, bê lêpirsîn biryara sêdaredanê li ser wî hat sepandin.

Ji 14 kesên din ku 2 ji wan jin in, ku rêveber û kadroyên pêşeng ên Agirê Sor in, hîna jî tu agahî nayên zanîn. Lê hin derdor radigihînin ku li qereqola sînor dema wan teslîm dikin her wêrê tên înfazkirin û cenazeyên wan xistine çalekê de.

Ev karesata Agirê Sor beşek ji dîroka PKK ya tarî û nenas e.

Yên li hemberî karesata Agirê Sor bêdeng dimînin nikarin banga yekîtiyê bikin

Piştî ku yek ji rêveberên PKK’ê Murad Qarayilan got, “Dibe ku di navbera me û PDK’ê de şer derkeve, ez bang li rewşenbîran dikim”, endamên veşartî yên PKK’ê ketin nava tevgerê. Divê bi zelalî bê gotin ku pêwîstî bi durûtiyê neke “Kesê ji bo Mihemed Pencewînî tevnegere, ji bo tiştek din bila tevnegere”.

Gotina “Em şer di navbera Kurdan de naxwazin” bê wateye ji ber ku; yên ku dijî xiyanetên PKK’ê dernekevin û ji bo Hîkmet Fîdan, Ferît Uzun, Çetîn Gongör, Saîme Aşkin, Lamia Baksi, Faruk Bozkurt(Nasir) û bi hezaran kesên ku PKK’ê kûştî helwest nîşan nedin bi çi rû bangawazî dikin.  PKK’ê roja damezrî heya nûke li dijî hemû Kurdan şer kirî ye. Şer ne di navbera PKK û PDK’ê de ye. Kêşe û pevçûn “di navbera Kurdên ku li dijî kolonyalîzmê têdikoşin û parastina mafên xwe dikin û PKK ya ku li gorî ajandeya kolonyalîstan dixebite” de ye.

Pustên heman beş