Çima li geliyê Dêralûk-Reşave, li xeta Guherzê,Berçî pevçûnên PKKê û artêşaTirk dijwar bûne?

Pevçûnên di navbera artêşa Tirk û PKKê de ji dawiya tîrmehê û serê tebaxê û vir ve li herêma di navbera Amêdiye û Dêralûkê de dijwar bûne. Ev  herêmek e ku têde gund û aqarên çandiniyê ku sivîl lê dijîn e.

Bi taybet gundê Guherzê û Berçî bûye hedefa êrîşên hewayî û topbarana dewleta Tirk. Her çend gundî ji ber pêwîstiya aborî naxwazin gundên xwe çolbikin jî ji ber nebûna ewlehiya jiyanê di nava tirs û fikarê de ne.

Çima li vê herêmê pevçûn dijwar bûne û ger ev bombebaran nesekine bandora wê dê zêde be. Lê ji bilî hêzên herêmî bandorên neyînî nayê zanîn. Bi taybetî çapemenîya PKKê li ser vê mijarê agahîyên qirêj belav dike û îdia dike ku wir “herêma gerîla ye” û dibêje ku ew ê “hebûna hêzên Pêşmerge li wê deverê wek” weke hinceta şer binirxînin.

PKKe ji sedî 90  heremên di bin serwerîya xwe de radestî artêşa Tirk kir û çav berdaye deverên nû

Fermandarê HPGê  Mûrat Qarayilan di 13 ê Tebaxê de daxuyaniyek da û îdia kir ku şerê hember Pêşmerge misoger e. Qarayilan îdia kir ku sedema vê yekê ew e ku “Pêşmergeyan li qadên gerîla xalên kontrolê ava kirine”. Qarayilan dibêje, “Gerîla cihekî bi kar tîne, ji wir tê û diçe, birîndaran vediguhêze; em dibînin ku Pêşmerge li wir bi cîh bûne. Cihek vala ye; ew yekser çend Pêşmerge li wir bi cîh dikin. Leşkerên Tirk li û em li vir in; nişkave  di navberê de cihekî xwe ava dikin, “

Cihê ku Qarayilan dibêje “Pêşmerge xal ava dike” xeta rêya Amêdîye û Dêralûkê ye. gelo Ji ber vê yekê çi taybetmendiya vê xeta rê heye?

Di operasyonên ku dewleta Tirk ji sala 2018 an ve di nava sînorên Herêma Kurdistanê de daye destpêkirin, heta 50 km sînor bezandî ye. Hemû herêmên li ser sînor ên bi salan di destê PKKê de bûn, di demekê kin de ji dewleta Tirk re hatin hiştin. Ev tê wê wateyê ku PKKe ji sedî 90 herêmên têde serwer winda kiriye.

Cihê ku PKKe bi tena serê xwe niha kontrol dike Çiyayê Garê ye. Xeta ku Qarayilan dibêje gerîlla tên û diçin navçeyên Deralûk, Şeladize û gundên Guherzê û Berçî ne.

PKKê çavberdaye rêya stratejîk

Ev rê derdora rêya sereke ye ku xeta Duhok-Amediyê-Deralûk-Şêladizê-Barzan û Soran bi hev re girêdide. Ev rêya sereke bo deverê weke hestîyê piştê ye. Qarayilan dixwaze ev rê ji wan re bê hiştin. Gelo ev yek mumkun e ?

Nêzîkî 100 hezar kes li vê herêmê dijîn. Piraniya van xelkê gundên Nirwe-Rêkan û Nihêlî û Zêbarî ne, ku PKKê piştî salên 1990 an kontrol kir û di sê salên dawî de ji bo artêşa Tirk hişt. Di van 30-40 salên dawî de gundên xwe ji PKKê re hiştin û li ser xeta rêya Amêdiyê – Deralûk – Şêladizê  bi cîh bûn. Niha ji ber şerê PKKê dîsa ev kes dibin qurbanî. PKKe dixwaze ev nîştecîyên deverê koçber bibin.

Li vê deverê xelk ev 30-40 sal in bi rêncberî û rezvanî yê debara jîyana xwe dikin. Lê ji meha Tîrmehê û vir hemû karên rêncberî û çandinî rawestiyane. Gel roj bi roj feqîrtir dibe û nikare biçe nava dehl û rezên xwe.

PKKe metirsîyê li ser bendava Dêrelûkê çêdike

Di 12 ê Tebaxê de gerîlayên PKKê wesayîta Pêşmergeyan a ku ber bi nuqteya parêzvanîya bendava Dêrelûkê ve di çû rastî êrîşa çekdarên PKKê hat. Dema ku Pêşmergeyan bersiv da, 10 deqîqeyan pevçûn çêbû. Her çiqas PKKe îdîa bike ku cihê Pêşmergeyan qada şere û dibêje, “alîkariya dewleta Tirk dikin”  lê rastî ne wisa ye. Gelîyê Dêrelûk ji bo xelkê deverê serkêkanîya jîyanê ye. ava vaxarinê û bendava elektrîkê li wê deverêye.

Geliyê Reşave-Dêrelûk ji bo jîyana xelkî herêmeke stratejîk e. Tevî ku hin beşên vê bendavê temam nebûne jî, elektrîk û ava vexwarinê dide bajar û gundên Amêdiyê-Deralûk û Şêladizê. Ev bendav ji aliyê Herêma Kurdistanê û şîrketên Japonî ve bi hev re tê çêkirin. Hêzên Pêşmerge ku PKKe dibêje hatine herêmên me, ewlehiya vê bendavê dikin.

Geştûgûzar ku derîyê debara jiyana gelê herêmê ye zîyanek mezin di bîne

Taybetmendiyeke din a herêmê ku PKKê weke herêmên xwe binav dike ew e ku li herêmê navendeke geşt û gûzarê ye. Rêya sereke ya di navbera Amêdiyê û Dêralûkê de cihekî navendî ye ku timî ji aliyê sivîlan ve tê bikaranîn û ji bo geştiyariyê jî zor ciwane. Li sêgoşeya di navbera Geliyê Şeranê, pira Balinda, Bîyavî, Avaşîn û Zê de, bi taybetî jî li Sûlava Amêdiyê, bi dehan navendên geştyarî hene. Çavkaniyeke girîng a debara jîyana xelkê deverê ye.

Li gorî daneyên di şeş mehên ewil ên sala 2023 an de zêdetirî 1 mîlyon geştîyar hatin vê herêmê. Ji ber PKKê hemû rihên jîyana xelkê zuha bûne tenê Geşt û gûzr  ji bo debara jiyana xelkê deverê ma ye. Ger ew cihên ku PKKe dibêje em dixwazin bikin qada şer wê geşt û gûzar raweste. PKKê çîyayê reş, Kolîn, Kûrejar, Serê Bêzno,çîyayê Merîn û bi dahan lûtke ji bo Tirkan berdan û revîyan nûke di xwazin binsivk û dehlên gundîyan bo xwe bikin wargeh. Yê li çîya xwe ranegirtî wê çawa li nav gund û rezan xwe ragirît.

Mebesta Pêşmerge ew e ku deverê ji şer dûr bigire

Sedema van taybetiyên herêmê ku me tenê bi kurtî behsa wan kiriye, destnîşan dike ku parastina herêmê ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê çi qas pêwîste. Ji ber vê yekê gotina Qarayilan a ku dibêje “gerîlla ji ber ku nehê-neçe erdê digre” ne rast e. Di hemû sîstemên ewleyî de bendav û şûnwarên geşt û gûzarî xalên esas yên parastinê hene. Serwerîya welatan bi parastina van cihan dîyar dibe. li ser xatirê yek du çekdarên PKKê li deverê hatin û çûnê bikin ewlehîya xelkê sivîl û bendavê nahêt sistkirin.

Her wiha PKKê ji sînorê Çelê heta Kurejarî ku 40 sal di destê wan de bû, bêyî şer û berxwadanek micid berdan û radestî Tirkan kirin. îca rabûne li dewrûberên gundan, di pişt dergûş û qaçû kolîngên xelkî Show mêrxasî dikin. We ew kelhên sirûştî yên weke serê Sînya, kurejar, Merîn û Reşey berda vêca dê tu bin menfez û nava kepirên geştîyaran ber-xwe-bidî? Dev ji vê şanoya pêkenok berdin kes bi we bawer nake.  Pêşmerge vê herêma stratejik ji bo şanoya di navbera dewleta Tirk û PKKê de tê lizîstin nahêle. Parastina xelkê deverê serwerîya herêmê erka sereke ya Pêşmergê Kurdistanê ye.

Pustên heman beş