Hat îdiakirin ku PKKe dixwaze “Îraq di navbera wan û Tirkiyeyê de navbeynkarî bike.”

hakan-latif-sudani

Serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan bo Bexda û Hewlêrê bû mijara sereke ya rojeva siyasî. Tê çaverêkirin ku di rojên pêş de encamên serdana Hakan Fîdan ku di çarçoveya sê mijarên sereke yên weke petrol, av û pirsgirêkên sînor de pêk hat, bi awayekî zelaltir derkeve holê.

Di vê navberê de çavkaniyên herêmî yên Îraqê diyar kirin ku PKKê xwest ku dewleta Îraqê di navbera wan û Tirkiyeyê de bibe navbeynkar. Li gor zanyariyan, PKKê ev daxwaz gihandiye Serokwezîrê Îraqê Sûdanî û Serokomarê Îraqê Letîf Reşît.

 Hat ragihandin ku medyayên Şîe yên Îraqê soz dane Serokwezîrê Îraqê Sûdanî ku ewê rê li ber êrişa PKKê ya li ser Tirkiyê bigirin. Her wiha diyar kir ku Sûdanî gotiye, rêya herî baş a bêbandorkirina PKKê agirbest e û di vê mijarê de navbeynkarî pêşkêş kir. Çavkaniyên nêzî Sûdanê diyar dikin ku ev teklîf ji aliyê PKKê ve bû wan hatiye.

Çavkaniyan henê îdia dikin ku komek ji YNKê ji bo serdanê bi şêwirmendê serokwezîrê Îraqê Sûdanî re hevdîtin pêk bînin. YNKê ji Sûdanî xwestîye ku Hakan Fîdan bi Qubat Talebanî re jî bicive û daxwaza vekirina balafirxaneya Silêmaniyê bike. Beriya ku heman şande biçe Bexdayê, ji Komîteya Têkiliyên Derve ya KCKê pirsîn ka daxwazên agirbestê hene yan na. Serokê KCKê ji serokomar ê Iraqê Latif Reşît xwest ku ew jî weke ku demekê Celal Talabanî navbeynkariya wan û Tirkiyeyê bike. KCKê heman daxwaz ji Sûdanî jî kirî ye.

Her wiha hat ragihandin ku PKKê temînat daye Latîf Reşît û Sûdanî ku “ger operasyonên hewayî û bejayî li herêmên çiyayî û bajaran rawestin, ew ê bikevin rewşa bêçalaktiyê”.

Nayê zanîn ku Hakan Fîdan çawa bersiv daye van daxwazan. Lê çavkaniyên Erebî diyar dikin ku “PKKê di warê leşkerî de windahîyên  mezin dane û pir bêçare bûye û di hilbijartinan de gelek têk çûye loma jî ti sedem nîne ku Tirkiye hember PKKe ya wiha lawaz agirbestekê ragihîne.”

Çavkaniyên nêzîkî PKKê: Hevdîtinên dewleta Tirkiyê û PKKê qed qût nebûne

Çavdêrên Siyasî yên Herêmê li ser vê yekê dibêjin ku gelo daxwazek PKKe di vê mijarê de heye yan na. Daxwazek wiha hebe jî, tenê daxwazek seranser e.  ji ber ku; Têkiliya PKKê û Îmraliyê bi dewleta Tirk re qet neqediya ye. Têkilî hê jî berdewam in. Bi taybetî, bênavber danûstendin li ser navenda Brukselê heye”. Herwiha çavdêrên siyasî yên li Îraqê jî radigihînin ku dewleta Îraqê ti carî nexwestiye PKKe li dijî Tirkiyê agirbestê bike. Çavkaniyên han diyar kirin ku, “Dema ku şer û pevçûn di navbera PKK ê û dewleta Tirk de raweste, dewleta Îranê wê êrîşî PKKê bike. Ji ber ku ev yek wê hem bandorê li rewşa Sûriyê û hem jî li ser rewşa Îraqê dike. “PKKê bi Îranê re peymanek çêkiriye û divê ew hem êrîşî Tirkiyê û hem jî êrişî Herêma Kurdistanê bike.

Lê çavkanî diyar dikin ku daxwaza Serokomarê Îraqê Letîf Reşîd ji bo agirbestê erênî tê dîtin, ji ber ku YNKe di rewşeke xirab de ye, lewma agirbest bû YNKê bibe bêhnvedanek.

Daxuyaniya KCKê: Em bi yekparçeyiya Îraqê ve girêdayî ne

Dema ev hemû didomin, saziya bi navê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCKê jî daxuyaniyek weşand. Di daxuyanîya de KCKê gelek caran bal kişand ser yekgirtina axa Îraqê. Di daxuyaniya KCKê de hat gotin, “Ji bo serwerî û yekîtiya xaka Îraqê şertê yekem û diyarker, bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Îraqê ye.” Bê guman di daxuyaniya KCKê de ev peyva “yekparçeyîya xaka Îraqê” bi baldarî hatiye hilbijartin. Bi van gotinan PKKê peyam da ku ew ê li gorî berjewendîyên Îraqê tevbigerin û pergala siyasî ya Îraqê biparêzin.

PKKe ji sala 2014 an û vir ve ji bo bibe baskê Heşda Şebî ya Şîe ya ku Îran palpiştîya wê dike û li dijî Kurdan şer dike. PKKê heta niha li Şengalê yêkîneyên xwe yên gerîla bi navê YBŞê bi Heşdî Şeibî ve girêda ne.

Pustên heman beş