Hewlên Îranê weke yek ji dewletên dagirkerên Kurdistanê ji boy jinavbirina take perçeya azad a Kurdistanê ku ji her kurdekî re bûye seywan anku Herêma Kurdistanê berdewam dikin, Îran bi awayek aktîftir ji berê hewl dide siyaseta xwe ya çêkirina hîlala Şîe bi jinavbirina statuya Herêma Kurdistanê cîbecî bike, ji boy vê jî hin ji partî û rêxistinên kurdî bi kirê girtine û bi pêdana pere û alîkariyên din ew partî razî kirîne xiyanetê li gel û wilatê xwe bikin.
Gelo Hîlala Şîe çîye û ku derê bi xwe ve digre?
Hîlala Şîe bi wê navçeya herêma Rojhilata Navîn tê gotin ku beşek yan jî piraniya wê Şîe ne û Îran, Îraq, Sûriye û Lubnan bi xwe ve digre. Di sala 2005 an de têgeha Hîlala Şîe ji aliyê Şah Abdullah ê Urdinê ve hate bikaranîn û kete di edebiyata siyasî de.
Ya rast Hîlala Şîe behsa pêkhateyeke siyasî dike, ne demografîk. Ji aliyê demografî ve, navçeyên şî’eyên Lubnan û Sûriyê ne dirêjahiya navçeyên şî’eyên Îraq û Îranê ne û şî’eyên Lubnan û sûriyê piraniya nişteciyên her du welatan pêk nayînin û wek du welatên şî’e nayên hesbandin. Hîlala şî’e ji encama serdestî û desthilatdariya şî’eyane, ne serdestiya wana demografîk. Hîlala şî’e piştî ku şî’e li sala 2005 an li Îraqê hatin ser desthilatdariyê, ji aliyê Şah Abdullah ê Urdinê ve kete nav edebyata siyasî de. Di vê salê de bi piştevaniya Îranê, şî’eyên Îraqê bo cara yekem bi piraniya parlemanê bûn desthilatdarên Îraqê.
Îranê di avakirina Hîlala Şî’e de roleke sereke lîst. Hîzbollaha Lubnanê rasterast encama wê siyaseta raberê şoreşa îslamî ya Îranê Xumeynî ye ku bi “Îxrackirina Şoreşê” dihat naskirin. Hîzbollah di sala 1985 de bi alîkariya Îranê hatiye damezrandin û serkirde û şervanên wê ji aliyê Îranê ve hatine perwerdekirin û budceyek mezin ji wan re hatiye terxankirin. Rejîma Hafiz Esed jî di destpêkê de rejîmeke neteweperesta Ereb bû, lê ji salên 1980 ve di bin serweriya Komara Îslamîya Îranê de, li ser hesabê netewperestiya xwe meyla nasnameya Elewî qebûl kir. Bi kurtasî, serweriya şî’eyên Lubnanê, serdestiya nasnameya Elewî li ser rejîma esed û hatine ser desthilatê ji aliyê şî’eyên Îraqê, encama destwerdana Komara Îslamîya Îranê di van welatan deye.
Hîlala şî’e û hevalbendên Îranê li Başûrê Kurdistanê
Di sala 2012an de bi pêvajoya geşepêdana rojhilata navîn heza Îranê ji boy bicîbûna li Herêma Kurdistanê zêde bû. Lê ji bo Îranê gelek zehmet bû ku rasterast li ser navê xwe li vir hebûna xwe saz bike. Tevî ku YNK’ê piştgirî da hebûna Îranê ya li vir jî, lê girseya li dora YNK’ê kom bûyî sînordar bû. Îranê rasterast dizanîbû ku heşda Şebî nayê qebûlkirin. Artêşa Îraqê jî ji aliyê gel ve nayê qebûlkirin. Gelê herêmê ji aliyê çandî ve dikarîbû li dora rêxistinekê ku navê wê kurdî be bicive. Îranê ji bo stratejîya xwe PKK li Herêma Kurdistanê û bi taybetî li Germiyanê weke nûnerê xwe destnîşan kir.
Kesê ku hinekê nexşerêyê bizane, dikare pêwendiya ku ji Germiyan dest pê dike, heta Kerkûk-Mexmûr-Mûsil berdewam dike û heta şengalê diçe, bibîne. Her wiha mirov dikare bibîne ku ev mişar heta Rojava diçe. Yanî Germiyan xala destpêkê ya plana Îranê ya Hîlala şî’e ya di nava xaka Herêma Kurdistanê deye.
Ji aliyê xwe ve her kes bi têkiliyên berdewam yên di nêvbera YNK’ê û Îranê de dizane, YNK’e bi awayekî ketiye di bin serweriya Îranê de ku nikare bi ti awa ji Îranê re bibêje na, her siyaseta ku Îran dixwaze li Herma Kurdistanê û li dijî gelê kurd bimeşîne bi YNK’ê û PKK’ê dide qebûlkirin û encamdayîn, di berdêla vê yekê de jî Îran alîkariyên madî û çek pêşkêşî van du partîyan dike, her weha mecalê hatin û çûyînê ji balefirxaneyên Îranê û Îraqê ji berpirsên paye bilind yên PKK’ê re ji boy çûna Ewropayê saz dike, ji aliyekî din ve jî bi rêya îstixbarata xwe serkirdeyên PKK’ê diparêze.
Xîyaneta nû ya YNK’ê û PKK’ê: avakirina baregehên nû ji boy hevpeymaniya Hîlala şî’e
Li gor agahiyan, herî dawî di civîneke hevbeş a aliyên şî’e û nûnerê Bafil Talebanî û PKK’ê bi serkirdayetiya Îranê li mala Xezelî Emîndarê grûpa mîlîşya ya bi navê Esaîb Ehil Elheq ya Heşdî Şebî, biryar hatiye standin ji boy avakirina sê baregehên nû li sê navçeyên Kurdistanê ji boy cîbicîkirina Hîlala şî’e û zêdetir qalbdana gelê kurd li Başûrê Kurdistanê û dawî anîn bi statuya fermî ya Herêma Kurdistanê.
Zanyarî didin xuyakirin ku baregeha sereke wê li Rojava Kurdistanê û yek li Kerkûkê û yeke din jî li Silêmaniyê bê avakirin, her weha pêwîst dike di her baregehekî de nûnerê tev aliyên şî’e hebe û dabînkirina budce ji her baregehekî re bi qasî 4 milyon dolar tê texmînkirin û tev pere jî wê ji aliyê Bafil Talebanî ve bê dabînkirin.
Bafil talebanî pereyê deryên sînorî û dahatê navxweyê Silêmaniyê jiboy xezîneya giştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê venagerîne, van pereyan ji boy xizmetkirina malbatên şehîdan, pêşmerge û gelê hejar bikar naîne, berevajî vê yekê di berjewendiya dujminên Kurdistanê de bikar tîne û bêy ku şerim û fedî bike destê xwe xistiye nava destê dujminên kurd û Kurdistanê û dixwaze bi vî awa xwe biparêze, medenê Bafil û hevalbendên wî di dema xîyaneta 16 Cotmeha 2017 ya Kerkûkê bi zelalî xweya bû, di vê xîyaneta dîrokî ya ku li gelê kurd hatiye kirin de di çarçûveya cîbicîkirina plana Îranê ya Hîlala şî’e de ji sedî 51 ya axa başûrê kurdistanê radestî dewleta dagirker a Îraqê hate kirin, ya niha jî tê kirin berdewamiya xîyaneta 16 Cotmehê ye.
Bi kurtasî YNK’e ji Îranê re rola desthilata Esed ya li Sûriyê û PKK’e jî rola Hîzbollaha Lubnanê ya ji boy cîbicîkirina Hîlala şî’e dilîze.
Amerîka bertek nîşan da
Çavdêrên siyasî amaje bi vê yekê dikin, Amerîka ji vê pêngava Îranê haydar e û beşekî livînên serbazî yên Amerîkayê di nava Îraqê û li ser sînorên Îraq û Sûriyê girêdayî vê hewla nû ya Îranê ne, Amerîka dixwaze pêşberî vê pêngava Îranê bigre û Herêma Kurdistanê biparêze ji ber ku Herêma Kurdistanê cihekî sitratejîk û xwedî çavkaniyên xwezayî yên giringe, ji aliyek din Amerîka berfirehbûna Hîlala şî’e bi xetereyeke mezin li ser berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn dibîne, loma wê her karekî encam bide ku vê plana Îranê jinav bibe.