27emîn salvegera Pêngava 31 ê Tebaxê; berxwedan, dîplomasî û rizgarkirina Hewlêrê

27emîn salvegera Pêngava 31 ê Tebaxê; berxwedan, dîplomasî û rizgarkirina Hewlêrê

Pêwîste Kurd li ser encamên dîroka berxwedana sed salî ya li Başûrê Kurdistanê û pratîka 30 salên dawî ya sîstema xweserî-federa, dersên piralî derbixin. Ger ev dîroka meya nêzîk be jî, gelek qonax û hûrgiliyên nenas hene. Yek ji wan pêngava leşkerî û dîplomatîk e ku di 31 ê Tebaxa 1996 an de pêk hat. Pêngava 31 ê Tebaxê parastina Têkoşîna Netewî ya Kurd e li dijî plana xapînoka Îranê. Piştî sînordarkirina rejîma Seddam Kurdan dixwest nefesê bigire. Bi pêngava 31 ê Tebaxê re plana dagirkeriyê ya ku ji aliyê Îranê ve hatibû destpêkirin, beriya ku dest pê bike hate têk birin.

Kurdistan wek qabên yekgirtî ye

Ew Pêvajoya ku di 10 ê Nîsana 1991 an de bi îlankirina sê bajarên Başûrê Kurdistanê weke herêmên ewle dest pê kirî, sîstema siyasî û hevsengiya hêzê li Rojhilata Navîn guhert. Ji ber ku piştî vê biryarê kurdan derbeke mezin li pêvajoya peymana Lozanê ya sala 1924 an dest pê kiribû, da. Kurdistan wek qabên yekgirtî xwedî hevsengiyek taybete. Pêşkeftina di yek perçeyê de dê bandorê li tevahî parçeyan dike. Çar hêzên kolonyalîst vê hevsengiyê pirr baş dizanin. Ji bo vê jî her tim ne tenê bi Kurdên li sînorên xwe, bi Kurdên parçeyên din re jî eleqedar dibin.

Başûrê Kurdistanê di sedsala 20 an de bi lîstina vê erkê ji Kurdan re bûye çavkaniya netewperwerî yê. Şoreşên Îlon û Gulanê her çiqas dem kurt bûn jî, lê Kurd birin ber pêvajoya xweserî û xwerêveberiyê. Her du pêvajo jî ji ber hevsengiya siyasî ya Iraq û Îranê têk çûn. Piştgiriya navneteweyî ya sala 1991 ê di vî warî de pir girîng bû. Vê carê kurdan hêvî dikir ku di navbera herdu dewletên kolonyalîst de neyên perçiqandin. Lê di salên 90 î de her çar Dewletên kolonyalîst hewl dan ku xweserî û serxwebûna Kurdan a ku ji aliyê Başûr ve dihête avakirin, bifetisînin.

Rêkeftina YNK û Îranê li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê û Hewlêrê

Bi operasyonên veşartî û vekirî hewl hat dayîn ku Başûrê Kurdistanê bifetisînin. Her dewletê hem bi hev re û hem jî bi serê xwe planên hevpar dijî başûr hebûn. Îran di derbarê kurdan de ji Tirkiyê cûdatir siyasetek dimeşand. Tê gotin ku siyaseta Îranê “wek xeniqandina mirovan bi benkê pambû ve ye” yanî her tişt nerm e û veşartî.

Nakokiyên navxweyî yên navbera Kurdên Başûr sala 1994 û 1996 an vegerîyan şerê germ. Îranê weke hêzekî lihevhêner xuya dikir lê binve binve jî agirê fitnê gûr dikir. Lê tirsa Îranê ew bû ku partîyên Rojhilatê Kurdistanê yên ku li başûr cih bûne çav li Başûrê Kurdistanê bikin li ser sînor dest bi tevgera leşkerî bikin.

Di sala 1996 an de Îranê berîya her dewletê nûneratiya xwe li Hewlêrê vekir. Bi hevkariya YNK ê bi hêzên herêmî re dest bi hevdîtinan kirin û li ser erdnîgariyê agahî kom kirin. Îranê dizanibû ku bi sekinandina li ser sînor nikare tiştekî bike. Xwest bikeve hundirê Başûr, lê başûr jî di bin parastina Neteweyên Yekbûyî de bû. Planek ji du qonaxan pêk dihat, hate çêkirin. Qonaxa yekem a vê planê; Îran bi ketina hundirê Başûr, dixwast operasyonekê li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê bike. Qonaxa duyemîn jî ew e ku bi hinceta navbeynkarî kirina şerê hîzbên Kurdan hêzên xwe li Hewlêr û derdora wê mayînde cih bike. Di nava vê alozîyê de rewşeke defakto çêbike û Başûr dagir bike.

YNK ê bi şertê ku li dijî PDK ê piştgirîya wê bê kirin ev yek qebûl kir. YNK wê Îranê bigihije armanca wê, partiyên Rojhilatê Kurdistanê teslîm bibin yan jî agirbestekê bipejirînin, di berdêla wê de jî Îran bi hêza xwe ya leşkerî PDK ê ji Soran-Diyanayê derxîne.

Operasyona Beytûlmukaddes 4 ya Îranê û hespê Troya yê YNK

Îranê biryar da ku bi operasyona bi navê Beytülmukkades 4 destwerdana Başûrê Kurdistanê bike. Hedefa operasyonê 250 km dûrî sînor bajarokê Koyê bû. Hêza Îranê bi eşkereyî nediçûn ew di nava YNK ê de tevdigeriyan.

Hêzên Îranê di 26 ê Tîrmehê de bi hejmarek zêde bi wesayît û çekên giran li deriyê sînor ê Başmaxê derbasî Başûr bûn. Di ser Pênciwînê re gihiştin herêma Heybet Sultan. Çend yekîyeyên ji pêşmergeyên YNK ê jî pêşengî ji wan re dikir.

KDP-î li keleha ku bi navê “Keleha Demokratê” tê binavkirin, di man. Berê ev keleha Sovyetê ji bo artêşa Iraqê çêkiribû, loma jî gelek saxlem bû. Hemû pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê li vir di man. Li derdora wî niştecihên sivîl jî hebûn. Piştî ku artêşa Îranê nêzî vê derê bû, ji nişka ve dest bi bordomana wê kelhê û xelkê deverê yê sivîl kir. 

Êrişek mezin bi çekên giran li ser wir hate kirin. Kesî nedizanî ka kî wir bordoman dike. Hêza Neteweyên Yekbûyî ya li herêmê ji YNK ê dipirsî ka êriş ji alîyê kîjan hêzê ve tê kirin. Generalekî Îranî wê demê digot: “Ji bo em dersekê bidin dijberên şoreşê îslamî ya Îranê pêwîstiya me bi wext hebû. Me ji YNK ê re got, ji Netewên yekbûyî re bêje artêşa Iraqê bordomanê dike’. YNK ê ji Neteweyên Yekbûyî re heman tişt di got, artêşa Îranê jî bê navber êrişa xwe berdewam dikir. Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ziyanên mezin dan. Ne tenê li Koye, li qûntarên Qendîlê û hwd jî li her derê çeper û wargehên wan mane bin agirê artêşa Îranê de.

YNK ê û Îranê bi hev re êrîş kir

Li hember êrîşa ji nişka ve bi ser wan de hatî, partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji bo parastina sivîlan û kêmkirina qurbaniyan daxwaza agirbestê kirin û şertên Îranê qebûl kirin. YNK ê tişta ku Îranê dixwest bi temamî pêk anî. Niha jî dora Îranê bû.

Îranê li gorî berjewendiyên YNK ê herêma Çoman û Sîdekan di bin êrişa çekên giran de hişt. Nêzî 2000 leşkerên Îranê ji xeta Koye-Ranyayê hatin Dola Balîsanê û ber bi Hewlêrê ve di çûn. Û heman wext Îranê ofîsên PDK ê yên li Rojhilat girtin.

Rewşa eniya Tirkiyê çawa bû

PDK ê bang li Îranê kir ku êrîşa li ser Hewlêrê rawestîne, lê Emerîka bêdeng ma. Yekemîn hêza ku xwest alîkariya başûr bike Tirkiye bû. Tirkîye xwedî “Projeya Xeta Kesk” bû ku dixwest 20 xalên kontrolê di navbera Duhok-Hewlêrê çê bike. Her wiha hêza leşkerî ya Tirkîyê di nava hêza çekûç ya navdewletî de cih digirt. Heta hevpeymaniya Rojava ji bo astenkirina rejîma Îranê û rejîma Seddam dikare bikeve nava tevgerê, lê nikare heman tiştî ji bo Tirkiyeyê nîşa bike. Ji ber vê yekê PDK li hember pêşniyara alîkariyê ya Tirkiyê bêdeng ma.

PDK ê Weke pêngaveke taktîkî Seddam û Îran anîn hemberî hev.

Ger Îran biketa Hewlêrê, ne mimkûn bû ku kurd careke din bi tena serê xwe bikarîba serwerîya herêmê bikira. Hêzên PDK ê li geliyê Balîsan li hemberî hêzên Îranê rû bi rû man. Lê ev rêgirî têrî vê dagirkerîyê nedikir. Alîkariya ji derve pêwîst bû, û diviya bû hêzeke wisa be ku mayîna wê demkî be. Piştî ku Emerîka li hemberî bûyeran bêdeng ma, rêveberiya PDK ê biryar da ku bi Saddam re hevdîtinê bike. Ji ber ku eger hêzên Seddam jî bihatana, ji ber biryara Neteweyên Yekbûyî neçar dibûn ku şûnda vekişîya ba.

Rêyeke din ji bo rawestandina dagirkerîya Îran û hevkarên wê yên Kurd nemabû. Piştî ku lihevkirin hat kirin ku di her şert û mercî de wê vegere, çalakî hatin lidarxistin. Iraqê rêyên hêzên Îranê girt. Hêzên Îranê yên ku nexwestin careke din bi cêşê Iraqê re şer bikin, vekişiyan û YNK jî vekişiya. Di 9 ê Îlonê de hemû navçeyên di bin kontrola YNK ê de, Silêmaniyê jî di nav de, ji aliyê PDK ê ve hatibûn kontrolkirin.

 Li Silêmaniyê name û reşnivîsên ku têkiliyên YNK û Îranê belge dikin hatin desteserkirin. Ev hê jî di arşîvan de ne. Îranê li dijî rexneyên ku êrîş pêk anîne ti daxuyanî neda, lê piştre Serokê Meclisa Îranê Elî Ekber Natik bi awayekî nerasterast polîtîkayên dagirkeriyê yên li ser Başûr qebûl kir û got, “Ev operasyon ji bo belavbûna  şoreşa Îranê bû.” Piştre Îranê li ser vê mijarê belgefîlm kişandin û got ku bi rêya hevpeymaniya bi YNK ê re êrîşî hêzên dijberê Îranê kiriye. Hûn dikarin ji vê lînkê bigihîjin wê video yê: https://www.youtube.com/watch?v=8KuxlOfl_rM

Pêngava 31 ê Tebaxê hem Hewlêr rizgar kir û hem jî bû bersiva hêzên Rojhilatê Kurdistanê.

Bi vê tevgerê Îranê we dizanî ku di her şert û mercî de dikare hespê xwe bajo, li Başûrê Kurdistanê hat rawestandin û Iraq jî şûnda vegerî.

Ti plana PDK ê ji bo tşkbirina YNK nebû. Ger wî bixwesta wê demê dikaribû bikira. PDK ê tenê bersiv da helwesta YNK ê ya ku hem têkoşîna Başûr û hem jî ya Rojhilatê Kurdistanê ji paş ve xencer bigire û xwest hevdîtin ji nû ve werin despê kirin.

Di 11 ê Îlonê de Serok Barzanî bi xwe daxwaz kir ku welatiyên sivîl yên ji cih û warên xwe derketî vegerin ser şûnwarên xwe, gel jî pabendî vê bûn. 

Rûdanên Hewlêrê ji aliyekî ve bû bersiva êrîşa li dijî têkoşîna gelê Rojhilatê Kurdistanê, li aliyê din jî bû bersiva êrîşa li dijî destkeftiyên Şoreşa Başûr. Ger Hewlêr ne hatiba parastin niha sêdare yên Îranê li binya kelha Hewlêrê ciwanên Kurd pêve daliqî bûn.

YNK piştî 27 salan hê jî rola hespê Troyayê li Kurdistanê dilîze

Li devereke weke Rojhilata Navîn ku hevsengiya hêzan pir guheroke, bêyî siyaset kirin ne mimkune ku mirov li ser linga bisekine. Ji ber vê yekê PDK ê di dîrokê de berpirsyariyeke mezin girtiye ser xwe û bi Iraqê re biryara rawestandina êrîşa Îranê daye. Ev pêşbîniya siyasî ye, di warê dîplomatîk de pêngavekî nerm e. çawa ku li sala 1991 an de li dijî Seddam serhildanek çêbû di 31 ê Tebaxê de jî bi heman rengî li dijî Îranê hate kirin. 31 ê Tebaxê çîroka serkeftina gelê Kurd bû li hember çewsandina Dewleta Îranê.

Ji ber nêzîkatiya dûrbînya PDK ê, pêşî li dagirkirina Hewlêrê hat girtin. Di ser vê bûyerê re 27 sal derbas bûn. Lê dîsa jî Hewlêr û Kurdistan bi lîstikên wê serdemê re rû bi rû ne.

Di sala 1996 an de leşkerên Îranê ji Hespê Troyayê YNK ê derket bûn. Îro jî YNK bi erka hespê xwe yê troya dijminan dikêşe nava axa Kurdistanê.

Pustên heman beş