Nasnameya Kerkûkê Kurde û wê Kurd bimîne

Li bajarê qedîm ê Kurdan Kerkûkê ev şeş roj in provokasyonek didome. Eniya dij-Kurd biryar da ku li dijî PDK ê çalakiyek hevbeş pêk bînin da ku ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê li Kerkûkê ofîsên xwe veneke. Li ser vê yekê hêzên Heşdî Şeibî yên Erebên îthal, Tirkmen, felîtê kolanan PKKe û xayînên Kerkûkfiroş YNK ê dest bi çalakiyên protestoyî kirin.

Piştî xiyaneta YNK ê ya sala 2017 an bajarê Kurdan Kerkûk rastî zilmeke mezin hat û zordestî gihştîye asta ku nasnameya xwe ya Kurdistanî winda bike. Yên ku di 16 ê Cotmeha 2017 an de dest bi operasyona dagîrkirina Kerkûkê kirin, îro ew in yên ku li dijî vegera PDK ê tevdigerin. Di dema xiyaneta 16 ê Cotmehê de Îran, Tirkiye, Iraq û xayinên navxweyî PKKe û YNKe ji heman navenda koordînasyona operasyona dagîrkirina bajêr bi rê ve dibir. Piştî ku bajarê qedîm ê Kurdan hat dagîrkirin, rêveberên YNK ê û PKKê li qesra Dabeşan ev “serkeftin” pîroz kirin; Qasim Silêmanî, Ebû Mehdî El-Muhendis û rayedarên Tirk jî li ser planên berfirehkirina dagîrkeriya li ser hemû Başûrê Kurdistanê peyman îmze dikirin. Li ser xeta Şengal-Zimarê li dijî Zaxo û Duhokê, li ser xeta Kerkûkê jî li dijî Hewlêrê, sefera dagîrkirina Başûrê Kurdistanê dê bihata rêvebirin. Her sê dewletên dagîrker û tajî yên herêmê PKKe û YNKe bi hemû hêza xwe ya leşkerî dest bi êrîşa dagîrkeriyê kirin.

Weke Erdogan li ser Kobanî dema di got “haa ket û wê bikeve”, Çapemeniya PKKê jî bi kelecanek mezin bi kêyfxweşî di got Hewlêr “ket û wê bikeve”. Lê Kurdên xakperest û lehengên welat, ev kêfxwşîya dagîrkeran li qirikawan de hişt. Ew Sefera dagîrkeriyê li berava Dîcle û Zê ya biçûk hate têkbirin. Pêşmerge li Sihêla û Pirdê Dastana berxwedana netewî nivîsand. Dagîrker û tajîyên wan dûvên xwe kirin navbera lingên xwe de û reviyan. Provokasyona ku îro li Kerkûkê ji aliyê eniya dijberiya Kurdan ve tê kirin, berdewamiya xiyaneta 16 ê Cotmehê ye.

 PDK nasnameya Kurdên Dewletxwaz e

Vegera PDKê bo Kerkûkê tê wateya bidawî bûna xeta xiyaneta 16 ê Cotmehê. Ji ber ku PKKe û YNKe vê yekê dizanin û fêm dikin ku derîyê xiyanetê dê li wan bê girtin, loma jî bi lez û bez tevdigerin. Yê ku efsûna PKKê dişkîne nasnameya rast a welatparêziya PDKê ye. PKKe rovî yê rastîyan û qehremanê derewa ne.

PDK bi awayekî objektîf nûnertiya nasname û îradeya netewî ya Kurd li Kerkûkê dike. Barzanî bi nasnameya netew-dewleta Kurd hatiye naskirin. Ji ber vê yekê ye PDK her ku diçê; ala Kurdistanê, nasnameya neteweyî ya Kurd û îradeya siyasî ya Kurdistanî di be wê derê. Dijminên Kurd û Kurdistanê ji vê nasnameya netewî ya PDK ê ditirsin. Ji ber ku cihê xeta neteweyî ya rast lê be, efsûna xetên saxte yên xayîn tê şikandin û bazara xîyanetê bi dawî dibe.

Çûyîna PDKê ya Kerkûkê; tê wateya bi dawî kirina Erebkirinê tê wateya rawestandina guhertina demografîk,tê wateya vegerandina nirxên Kurdistanî û ji nû ve avakirina nasnameya etnîkî ya Kurd li Kerkûkê. xayin û dagîrkerên Kurdistanê ji vê nasnameya Millî û Netewî a PDK ê ditirsin. Gava têgehiştin ku nikarin vê hilmetê bisekinînin, li Kerkûkê dest bi alozîyên kolanan kirin. Li ser vê rastiyê ez dibêjim dijminatiya PDK ê dijminatiya li nasnameya netewî ya Kurdan e. Xet ewqas zelal û tûj e. Sedema vê nîgeranî ya dewletên dagîrker û pasewanên wan yên kolanan ango PKKê -YNKê ev e.

Plana Ocalan ya dagîrkirina Hewlêrê li Kerkûkê tê ceribandin

PKKê Bakurê Kurdistanê di warê leşkerî û siyasî de winda kir. Evdila Ocalan bi teoriyên cuda hewl da ku vê têkçûnê weke paradîgmayeke nû pêşkêşî bazara siyasî bike. Apo bi ferasetên azadîxwaz hewl dide ku Kurdan entegreyî pergala dewleta kolonyalist bike. Bi vê minasebetê, hestê Kurdan yên dijminatî li hember dagîrkeran nehêle û Kurdan bidilsozî têxe qefesa kolonyalîstan de. Bi vî awayî Apo dixwaze Xîyanet û radestîya xwe li ser hemû Kurdan bisepîne. Teslîmbûn û xîyanetê weke xetekî nûjen têxe nava termînolojî ya sîyasî de. Pirsgirêka netewî ji wate û armanca wê dûr xist û weke pirsgirêka demokratîkbûnê bi nav kir. Li ser vê ferasete axa ku ji Kalûbelayê vir ve welatê Kurdan ê resen bû, bi xapînokên teorîk weke ”welatê hevpar” radestî Tirkan kir. Ocalan Kurdistana ku ji aliyê Tirkên koçber ve hatibû dagîrkirin, bi feraseta “welatê hevpar” ji bo Tirkên kolonyalîst fermî kir. Kurdan dagîrkerî û dagîrker weke dijmin didît û bi hêviya ku rojekê ji rojan van nokeran ji axa xwe derxînin jiyan dikir. Lê belê Ocalan li ser Kurdan ferz kir ku ew kesên ku welatê me dagîr kirine wek bira qebûl bikin û erdên me yên bi darê zorê ji me hatine desteserkirin wek “welatê hevpar” qebûl bikin. Stratejiya siyasî ya Ocalan ne tenê meşrûiyet da kolonyalîst, di heman demê de mecbûriyeta bindestiya kolonyalîst jî li ser me sepand.

PKKe vê projeya “welatê hevpar” li ser hemû parçeyên Kurdistanê ferz dike. Projeya ku niha PKKe hewl dide li Başûrê Kurdistanê pêk bîne beşek ji vê ye. Yanî hewldanek e ku axa welatê azad bikeve bin desthilatdariya Ereban. Ocalan bi rayedarên dewleta Tirk ên li Îmraliyê re ev proje amade kir. Tiştê ku dibêjin “plana Hewlêrê”; Plana Erebkirina Başûrê Kurdistanê, Tirkmenîkirina wê û kêmnetew kirina nijad a Kurda ye. Ocalan ji bo vê yekê bide jiyandin (vîdyoyên Îmralî) ji dewleta Tirk lava dike û dibêje, “Niha gel ji Barzanî-Talabanî nefret dike. Tê zanîn ku gel eleqeyeke mezin bi me re heye. Heger hûn piçekî harîkarî bidin, emê hêza wan pûçbikin, piştî demeke kin ev girseya wan jî wê bibe alîgirên PKKê. Niha ya ku ez ê ji we re bibêjim ev e ku ev gelek dîrokî ye, bi dîtina min divê ev gotinên min pir veşartî bimînin, bi rêberî û alîkariya we ya hindik, em li Başûr, li Hewlêrê demokratîkbûnek mîna ya Tirkiyê ava bikin. Ez girseyê dinasim, em ê Tirkmenan teşwîq bikin, di vî warî de ez dibêjim bila konferansa aştiyê li wir (Hewlêr) çêbibe, bila PKKe li wir konsantre bibe, teqez hûn ê bi çavên xwe bibînin, em ê we bikin ku Barzanî nefesê nestîne. Tiştê ku Tirkiye di nava 10 salan û 20 salan de nekariye em ê belaş bikin, ez dibêjim em ê bikin û ma xizmeteke ji vê binirxtir bo Tirkîyê heye.” Ev plana xayîn a Ocalan ji bo Hewlêrê bi ser neket. Ji ber ku sîstema îdarî û ewlekarî ya Hewlêrê rê neda vê plana xayîn a PKKê. Hewldanên xistina Hewlêrê di nava alozî û kaosê de bê encam man.

Niha jî PKKe hewl dide vê planê li Kerkûkê bicerbîne û li gel xwe hinek komên dijberê Kurdan weke YNK, Îran û hin grûpên Ereb dane kêlaka xwe. Armanca wan ew e ku Kerkûkê ji nasnameya etnîkî ya Kurdan bê paqijkirin. Hewl tê dayîn sîstemeke îdarî ya li dijî Kurdan bê avakirin û PKKe jî têde cih bigire. PKKe rêxistinekî bê nasnameya nijadî û qewmî ye ango bê bav û dî ye.

Loma jî çûyîna PDK ê ya Kerkûkê dê van planên xayinanê têk bibe. Ala Kurdistanê wê di deste peykerê pêşmerge de were bilindkirin. Wê rûhê mame rîşe, Dr Necmeddîn Kerîm û bi hezaran şehîdan were şad kirin. Heger welatparêzên rasteqîn naxwazin Kerkûk jî bibe Efrîna duyem, divê bi awayekî aktîftir rola xwe bi cih bînin û rê li vê lîstika xiyanetê bidin.

Kerkûk xeta sor a Kurdan e û wê ev xeta sor bi xwîna sor were parastin.

Pustên heman beş