Şoreşa Îlonê, pêngava vejînê ya Têkoşîna Netewî ya Kurd di salvegera 62 mîn de, zîhniyeta dewleta Iraqê ya berdewamiya xiyanetê

Şoreşa Îlonê, pêngava vejînê ya Têkoşîna Netewî ya Kurd di salvegera 62 mîn de, zîhniyeta dewleta Iraqê ya berdewamiya xiyanetê

Îro salvegera Şoreşa Îlonê ye ku di 11 ê Îlona 1961’an de li Başûrê Kurdistanê di bin serokatiya rêberê nemir ê kurdan Mela Mistefa Barzanî de dest pê kir. Ev şoreş berxwedaneke mezin, şoreşeke vejînê û pêngava despêkê bû li dijî planên herêmî û navneteweyî yên ji bo tinekirina nijada kurd.

Şoreşa Îlonê ne tenê li dijî rejîma Baas, li dijî îxaneta di nava Kurdan de jî hate meşandin. Piştî 62 salan em dibînin ku dîrok xwe dubare dike. Dewleta Iraqê dîsa li hemberî kurdan şovenîst e û vê carê jî PKK bûye pêşengê xeta îxanetê ya Îbrahîm Ehmed. Çawa ku Îbrahîm Ehmed li kêleka rejîma Baas bi çekan êrîşî Şoreşa Îlonê kir, vê carê jî PKK ê û nevîyên wî heman erk girtine ser milê xwe.

Vegera Barzanîyê nemir ya ku qedera kurdan guhertî

Mele Mistefa Barzanî ku di sala 1946’an de Serfermandarê Komara Kurdistanê bû, piştî têkçûna Komarê ligel Pêşmergeyan dest bi meşa dirêj kir, li çemê Arasê bihurîn û derbasî komara Sovyetî bûn.

Dema ku li Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê xebatên netewî berdewam bûn, di sala 1958’an de li Iraqê bi bandora Tevgera Kurdistanê guhertinek îdarîya Hikûmetê pêk hat. Ebdulkerim Qasim dest danî ser îadereya dewletê. Rêveberiya Iraqê ya di bin serokatiya Ebdulkerîm Qasim de ragihand ku ew ê di serî de bi pirsgirêkên bingehîn ên Iraqê û bi taybet çareseriya pirsgirêka Kurd-Kurdistanê re mijûl bibin. Ji bo vê yekê jî Serokê Kurdistanê Mele Mistefa Barzanî vexwendibû Iraqê. Her çiqas gumanên Mele Mistefa Barzanî li ser vê vexwendinê hebûn jî bi cesaret qebûl kir. Û cenabê wî vegeriya Iraqê.

Vê vegera Barzaniyê nemir ne tenê Başûrê Kurdistanê, çarenûsa her çar parçeyan guhert. Vejîna li her derê, Rojava û Bakurê Kurdistanê jî di nav de, bi pêvajoya ku Barzaniyê Nemir li Rojhilata Navîn daye destpêkirin ve girêdayî ye.

Zimanê Kurdî bû zimanê fermî û makezagon guherî

Piştî ku Serokê Kurdistanê Mele Mistefa Barzanî hatî Kurdistanê, hikûmeta navendî ya Iraqê PDK wek partiyeke fermî legal qebûl kir. Destûra Bingehîn de guhertin pêk anî. Di makezagona nû de li şûna dewleta unîter, sîstema dewleteke nemerkezî, piralî hat qebûlkirin. Hate qebûlkirin ku Iraq ji neteweya Ereb û Kurd pêk tê û zimanê Erebî û Kurdî jî du zimanên fermî yên dewletê ne.

Li gorî vê makezagona nû Kurd li Kurdistanê dikarin serwerîya îdarî bikin. Ev dihat wateya ku xweseriya Kurdan qebûl dikin.

Ev pêşketin dihat wateya destkefteke mezin a siyasî ya neteweya Kurd, PDK û serokê wê beriya Şoreşa Îlonê ev bi dest xistibû.

Ev guhertin û destûra nû li seranserê Kurdistanê bû cihê kêfxweşiyê û bi coş û dilgeşî piştgirî lê hat kirin.

Şoreşa Îlonê li dijî şovenîzma Ereban despêkir

Mixabin 2 sal piştî çêkirina Destûra Nû, nijadperestên erebên Iraqê dest bi dijayetî ya Peymanê kir û fikra dewleteke erebî ya yekbûyî ji nû ve zindî bû.

PDK ê ji bo van geşedanan amade bû, di 11 ê Îlona 1961 an de di bin serokatiya Mele Mistefa Barzanî de Şoreşa Millî ya Îlonê da destpêkirin. Şoreş ne tenê di qada leşkerî de, di qada dîplomatîk, çandî û siyasî de jî hate meşandin. Ne tenê Kurd, xiristiyan û pêkhateyên din ên li Kurdistanê dijîn, ku dixwestin ji bindestiya dewleta Ereb a Iraqê rizgar bibin, piştgirî û tevlî bûnek mezin dan vê şoreşê.

Şoreşa Îlonê serkeftinên mezin bi dest xist. Lê mixabin nekarî xwe ji xiyaneta navxweyî rizgar bike û serkeftinên wê sînordar man.  Di sala 1966’an de aliyekê bi nîqaşên çepgir ên ku dixwestin di nava PDK ê de nakokiyan çêbike û dest bi xiyaneta sala 1966’an kirin. Ev koma bi serokatiya Îbrahîm Ehmet û Celal Talebanî li kêleka dewleta Iraqê li dijî şervanên Şoreşa Îlonê çek bikar anîn.

Tevî ku hevsengiya hêz û xiyaneta bi rejîma Iraqê re, Şoreşa Îlonê ya bi pêşengiya PDK ê rêve çûyî dewleta şovenîst a Iraqê têk bir. Di 11 ê Adara 1970 an de piştî têkoşîna 9 salan ya Şoreşa Îlonê ji bo Kurdistana Başûr xweserî bi dest xist.

Dewleta Iraqê û hevkarên wê yên navdewletî xweserîya Kurdan ya ku bi şoreşa Îlonê bi dest xistibû bi Peyman Cezayîra 1975’an ji nav bir, lê PDK ê piştî salekê Şoreşa Gulanê da despêkirin û em gîhandîn vê qûnaxa dewletbûn ê.

Xeta Îxaneta 1966 an hê jî didome

Lê çi dibe bila bibe, Şoreşa Îlonê bû binyatê hemû şoreşê Kurd û neteweya Kurd ji gorê derxist û zindî kir. Îro bilindbûna dengê Kurdan li Rojhilata Navîn hebûna xwe deyndarê Şoreşa Îlonê ye.

Lê îro piştî 57 salan em dibînin ku dîrok ji nû ve xwe dubare dike. Dewleta Iraqê hê jî bi zihniyeteke şovenîst dixwaze destkeftiyên kurdan ji nav bibe. Xeta îxanetê ya Îbrahîm Ehmed jî ji aliyê YNK û PKK ê ve tê domandin. Xuya ye ku tevgera Barzanî û PDK dê dîsa dest bi pêvajoyeke şoreşgerî li dijî xeta xîyanetê bike. Wê serdemê rexmê şovenîzma Ereb û xîyaneta navxweyî şoreş çawa bi serkeftî bû; Îro jî bi heman erke re rû bir û ye û wê xeta azadî û serxwebûnxwaz a Kurd biserkeve.

Pustên heman beş