Çi hat serê Orhan Aydin ê efsaneyê berxwedanvanê 12 ê Îlonê?

Orhan Aydin-info

Kaxeza turnusol nisbeya nirxên madeyê dipîve. Ger hûn kaxeza turnusol bixin nav şilahî de, ew li gorî rêjeya asîd-bazê ya di wê şilê de reng diguhezîne. ango, kaxeza turnusol rastiya wê maddeyê ji we re vedibêje. Hin bûyer hene ku mîna ceribandinek turnusolê ne. Tu vedbêjî û rastîya wê xuya dibe.

Bûyera Orhan Aydin jî kaxeza turnusolê ye. Bûyera Orhan Aydin ji bo PKKê turnusol e. Hûn çîroka Orhan Aydin vedibêjin dê rastiya PKKê û Ocalan derbikeve holê. Ger behsa bûyera Orhan Aydin bikin tê bizanîn ku PKKe çawa efsaneyên mezin pûçkirine bi zilm û zordariyê ew ji nav birine. Tu qala bûyera Orhan Aydin dikî û têdigihî ku PKKe çi qasî bêwijdan û bêwefa ye. ger bûyera Orhan Aydin rast dibêjin hûnê fêm dikin ku PKKe çawa dîrok berevajî kirî ye.

Bûyera Orhan Aydin çima ewqas girîng e? Ji ber ku Orhan Aydin berxwedêr bû, li dijî faşîzma 12 ê Îlonê berxwedaneke mezin nîşan da, Orhan Aydin koka dijmin qeland, dewleta Tirk cezayê darvekirinê lê birî. Niha jî goreke Orhan Aydin nîne. Orhan Aydin bê gor e loma jî kes nikare kulîlkekê dane ser wî û bibêje “ev berxwedêrê me yê efsaneyî, kurrê vî gelî ye, ronahiya çavê me ye”. Ji ber Ocalan ew kuşt. Li Lubnanê Berlias hat xeniqandin û laşê wî avêtin bermîleke asîdê de. Êdî hestiyên wî jî nemane.

Orhan Aydin kî ye?

Orhan Aydin xortekî bejndirêj û esmer û xwedî kenekî bedew bû. Di sala 1958 an de li Çewlikê ji dayik bûye. Dema ew zarok bû malbatê koçî Amedê kirin. Ew wek mezinê 6 xwîşk û birayan li kolanên feqîr ên Amedê mezin bû. Aqilekî wî yê berbiçav hebû. Ew mîna dehakî matematîkê bû. Ew kêm diaxivî, lê dema ku dipeyîvî jî mîna feylosofekê dipeyivî. Li Dibistana Mamostetiya Dêrsimê xwend. Li vir bi endamên PKKê re pêwendî çêkir.

Yek ji endamên PKKê yên destpêkê yên Amedê ye. Di sala 1975 an de beriya damezrandina PKKê tevlî grûpa yekemîn bû. Ew li Amedê kesekî pir dîyarde bû.  Di sala 1976 an de Partiya Komonîst a Tirkiyeyê yek gule lingê Duran Kalkan xist û ew birîndar kir. Ji bo tolhildana Kalkan li dijî TKPê çalakiyên çekdarî pêk anî. Hem lêkolînên teorîk û hem jî xwe fêrî şerê çekdarî dikir. Ji bo rêxistina xwe pere kombike di înşaetê de karkerî dikir.

Ew Cara yekem di Çile 1979 an de hate girtin. Ew bi kirasê jinekê reviya. Lê piştî mehekê dîsa hat girtin. Bi îşkenceyên pir giran re rû bi rû ma. Û dema ku ew hê di girtîgehê de bû, wî pêşbîniya derbeya leşkerî ya 12 Îlonê kir. Wî di got, “Dibe ku dewlet min sêdare bike”.

Mazlûm Dogan Orhan Aydin wek remza berxwedanê nîşan dikir?

Di dema binçavkirinê de rastî îşkenceyên giran hat. Berxwedaneke mezin nîşan da. Navê kesekî jî negot. Li dadgehê jî parastina siyasî kir. Di 5ê Mijdara 1980 an de Dadgeha Tirk cezayê sêdare da Orhan Aydin. Orhan bi hêminî ceza wergirt û dirûşmên, “Bijî Kurdistana Serbixwe û Demokratîk, Bimre Kolonyalîzm” qêrî.

Piştî dadgehê xistin hucreya yek kesî û li benda roja sêdaredanê ma. Dema cizayê îdamê li ser Orhan hatî dayîn hê ew 22 salî bû.

Ewqasî li ber xwe da ku yek ji kadroyên damezrînerên PKKê Mazlûm Dogan li ser Orhan Aydin gotarek nivîsand û got “berxwedêrîya Orhan Aydin wê her tim weke meşaleyekê rêya me ronî bike”. Mazlûm Dogan digot, “Em berxwedana Orhan Aydin ya li dijî zilmê ji xwe re mînak bigirin”.

Di vê heyamê de darbeya 12 ê Îlonê pêk hat. Serdema wehşiyetê li girtîgehan dest pê kiribû. Orhan Aydin nehat înfazkirin, lê ji îdamê xerabtir îşkence lê hatin kirin. Li dijî pêkanînên hovane yên li zindanên Amedê pêşengtiya berxwedanê kir û di Adara 1982 an de yek ji kesên yekem bû ku dest bi rojiya mirinê kirî. Çi heyf e ku yek ji pêşengên vê berxwedanê Mehmet Şener jî mîna Orhan Aydin ji aliyê PKKê ve hat qetilkirin.

Orhan pêşengiya tevahiya berxwedana Zindana Amedê kir. Di sala 1988 an de sirgûnî Meletiyê hat kirin. Li wir ji hevalên xwe dûr dîsa jî ber xwe da. Ew bi tena serê xwe mabû, ruhê wî nikarîbû tehemûlê jiyanê bikira. Hin pirsgirêkên wî yên derûnî çêbûn. Her tim difikirî ku dijmin li wî guhdarî dike û li pey wî ye.

Dewleta Tirk ji ber têkiliyên bi Yekîtîya Ewropa re darvekirin rawestandibû, lê ceza bi temamî nehatin betalkirin. Di sala 1991 an de bi efûya bi navê Özal ji girtîgehê derket. Ji mirinê xilas bû, lê ciwanî û ruhê wî nikarîbû tehemûlê serbora wî nedikir. Li ser daxwaza malbata xwe niştergerî dît. Wî got ku li gorî bijîjkan, “ji ber travmaya giran rastî şîzofreniyê hat.” Piştî niştergeriyê sax bû. Û dema ku rewşa wî piçekî baş bû, got, “Divê ez derkevim çiya, ez biçim cem hevalên xwe.” Têkiliyek dît û çû Lubnanê. Li vir çarenûsa wî ya xirab dest pê kir.

Berxwedêrên zindanan yek bi yek hatin tunekirin

Orhan gihîşt Şamê. Li vir navê Hêja Kevir li xwe kir. Li Şamê gelek hevalên wî hebûn ku mîna wî ji girtîgehê derketin. Lê çawa ku ev zîndanî li hemberî kiryarên Ocalan tafîbûn, Orhan jî wisa lê hat. Ocalanê wekî rêheval di hate pênasekirin êdî bibû Serok Apo. Ocalan berxwedana zindanan weke karek biçûk nirxand û di got hûn ji bo nan ketine greva birçîbûnê. Her wiha digot ku xebatê zîndanê xebatekî tasfiye ye. bi van nêzîkbûnên Apo Travmaya Orhan hîn kûrtir bû. Tevî ku tenduristiya wî nebaş bû û pêdiviya wî bi piştgiriya derûnî hebû jî ew şandin Botanê. Şîzofreniya wî li vir dubare bû. Orhan şûnda kişand Şamê.

PKKê hevalê Orhan yê Zîndanê qetilkiri bû.  Ev ji bo Orhan derbeke mezin bû. Ew pirr xemgîn bû. Li dijî Apo dest bi greva birçîbûnê kir. Ocalan ji Orhan pirr ditirsiya. Ji ber ku bê tirs Ocalan rexne dikir. Di wê demê de li Şamê girtiyên din jî hebûn. Ocalan nekarî bi hêsanî tiştekî ji Orhan bike, lê li benda derfetekê bû.

Ne Ocalan û ne jî rêveberîya PKKê rewşa wî ya derûnî li ber çav negirt û ew neşandin nexweşxanê. Apo Orhan ji wê malê dişandin wê malê. Ocalan her tim digot “wî ji ber çavê min dûr bixin”. Li aliyê din Orhan her cara ku Ocalan didît ew rexne dikir. Erê, psîkolojiya wî xera bû, lê rexneyên wî pirr rast bûn.

Di Tîrmeha 1994 an de ji bo Orhan talîmatên dawî hatin dayîn. Ev talîmata kuştina wî bû. Şofêrê Ocalan, kesekî ji Qamişlo yê bi navê Hemîd, her tişt organîze dikir. Ji Orhan re hat gotin ku bila here Lubnanê û hewaya paqij bigire. Ji xeynî Hemîdê ku wê demê karê qirêj ê Ocalan dikir, di wesayîtê de kesên bi navê Delîl Amed û Ehmet Kobanî jî hebûn.

Orhan birin kargeha Meşgal cihê pakkirina fêqî ya li Berliasê. Li vir kesên ku ji teref PKKê ve hatin cezakirin hebûn. Her yek ji wan girtîyan li benda derfetekê bûn ku xwe bo PKKê îspat bikin û ji rexneyan xilas bibin. Kesekî li wir Orhan nas nedikir. Bang li 2 ciwanan kirin û gotin: “Ev kes ajan e, ji bo jehrîkirina serok şandine, dê were cezakirin.” Du ciwanên Rojava Orhan xeniqandin. Di depoya Meşgalî de bermîlek asîdê hebû. Yên li vir hatin înfazkirin di avêtin vê bermîla asîdê de. Orhan jî xeniqandin û laşe wî avêtin bermîlê asîdê de.

Yek ji kesên ku fermana îdamê ya Orhan pêk anî Hemîd Qamişlo salek şûnde ji ber dijberiya Ocalan bi şertê îdamê hate birîn. Rêkirin çîya sala 2001 li Qendîl ji PKKê derket û li Ewropayê dijî.

Delîl Amed ji Amedê ye. Bi jin û zarokê xwe re tevlî PKKê bûye. Hevjîna wî Mizgîn Amed (Aynur Hülakü) niha endama kordînasyona Ewropayê ya PKKê ye û li Parîsê dijî. Delîl Amed bi pasaporta Iraqî li Rojhilata Navîn karê dîplomasiyê de dixebite û li hemberî înfazên ku kirîn û qirêjiya xwe bêdeng dimîne. Herî dawî tê ragihandin ku ew li Qahîre an jî li Beyrûtê dijî.

Ehmet Kobanî gelek karên qirêj yên PKKê kirin, ji van kirinan tirsiya. Herî dawî dema dixwest ji nav PKKê bireve ew kûştin.

Hevalên Orhan bêdeng û lal man

Dema Orhan hat qetilkirin, Duran Kalkan berpirsê Dibistana Navendî ya Partiyê li Şamê bû. Orhan kesê ku di sala 1976 an de li dijî birîndarîya Duran Kalkan çalakiya tolhildanê pêk anîbû. Duran Kalkan Orhan baş nas dikir. Ewî dizanî ku Orhan wê bê kûştin lê ew bêdeng ma.

Piştî ku Orhan hat înfazkirin demeke kin Mistafa Qarasû ji Ewropayê hat Şamê. Dibihîst ku Orhan hatiye kûştin, lê bêdeng ma. Qarasû yê ku her kesê vedixwîne mafperwerî, hiqûq û sosyalîzmê, ku bi Orhan re di rojîya mirinê de mabû û şahidhalê lehengîya wî bû hemberî qetilkirina Orhan ê bi talîmata Ocalan bêdeng ma.

Hevalê girtîgehê yê Orhan Fuad Kav ku niha li ser medyaya civakî hewl dide hemû kesên li Ewropayê dijîn kontrol bike. Rojekê jî rojan negot, gelo çima Orhan hat kûştin?

Hevalên wî tirsiyan û bêdeng man, bi dizî digotin, “Kî efsaneyekî wek Orhan bikûje wê me jî bikûje.”

Orhan efsaneyek bû ku di salên 1980 û 1990 î de di nava gel de weke remzekê bû.  Ew zarokê gelê Amedê bû. Gel Kurd pêsîra Ocalan negirt û negot “te çi ma lehengê me kûşt”. Lê belê Orhan ji bo şeref û kerameta gel pirr êş kişandibû.

Orhan ne ji ber nexweşiya derûnî, ji ber ku Ocalan rexne kiribû hat terorkirin

Belê, Orhan di travmayeke mezin re derbas bibû û pirsgirêkên derûnî hebûn. Lê tu carî êrîşî kesî nekiribû, destê xwe li kesî ranekiribû, bêrêzî li kesî nekiribû. Nexweşiya wî ne mayînde bû, demkî bû. Ger wî piştgiriyek bijîjkî û moral bigirta, ew ê baş bibûya. Heke PKKê tevgereke rast û dirust bûya , dê Orhan sax bibûya.

Di sala 1994 an de Apo li Şamê ji deh mal û çend vîlla yên wî hebûn. Ocalan bi keçên ku ji bo “perwerdekirinê” li gel xwe di girtin re, li wan vîllayan de dijiya. Dikarîbû Orhan jî bi xwe re bibe. PKKe bi destûra rejîma Esad rêya navbera Ewropa û Şamê bi hêsanî bi kar dianî. Dikarîbû Orhan bişînin Ewropayê. Lê Apo tiştek wiha nekir. Orhan ne ji ber nexweşîyê ji ber rexnekirina Apo hate kûştin.

Niha kes Orhan nas nake. Mîna ku qet nejiyaye û hestîyek wî jî nemaye. Niha endamên PKKê jî nizanin ku lehengekî wiha di vê dîrokê de derbas bûye.

Ocalan di pirtûka xwe ya parastinê ya bi navê “Parastina Gel” de ku di sala 2004 an de hatiye çapkirin de wiha dibêje: “Ji ber çanda nêçîrvaniyê ez lêborîna xwe ji çivîkên ku min serê wan jêkirin, çinandin, bi hîle nêçîr kirin û ji wan heywanên ku min kuştîn lêborînê dixwazim. Hoo Ocalan ma tu ji Orhan Aydinê leheng û efsaneyi lêborîna xwe ji wî naxwazî? Ma tu ne poşman nî ku te ew avêt bermîlek asîdê de?

Belê, hinek bûyer hene ew mîna kaxezek turnusolê ne. Ew li ser her tiştî rastiyê dibêje. Bûyera Orhan Aydin rastiya PKKê vedibêje.

Bûyera Orhan Aydin ka PKKe çawa şoreşgeran dikuje û jîna mirovan çawa bi bêwijdanî û bêexlaqî ji nav dibe. Niha dîyar dibe ka çawa Bayik, Kalkan, Qarasû û dinosaurên PKKê yên din li ser xwîna wan qûrbanîyan dijîn.

 Bûyer û serpêhatîya Orhan Aydin nîşan dide ku kesên berxwedêr û leheng çawa tên qetilkirin û kesên mîna Apo hê zellek nexwarî got “dayika min Tirke ez di xwazim ji were xizmetê bikim” lê mixabin yên xayîn weke Apo weke serok tê pênasekirin Orhan Aydinê remza berxwedanê jî weke xayîn. Rastîya Orhan kûrte çîroka dîroka PKKê ye

Pustên heman beş