Dewleta Şîe ya Iraqê dixwaze Kurdistanê careke din dagir bike

Dewleta Şîe ya Iraqê dixwaze Kurdistanê careke din dagir bike

Ev çend roj in li Herêma Kurdistanê gotûbêjeke tund heye, di derbarê kuştina 4 kurdên Kerkûkê, budce û mûçe de. Komek medyayê ku di nav wan de medyaya PKK’ê jî heye, bi awayên weke nakokiyên PDK-Bexdayê, nîgeranîya sivîlên ku naxwazin PDK were Kerkûkê û hwd nûçeyên sexte parve dikin. Ev tenê ji bo sipî kirina rûyê dewleta Iraqê tê kirin. Bingehê nîqaşên li navenda Kurdistanê tê kirin li ser helwesta kurdan û hizra şovenîstên ereb û polîtîkayên dewleta Iraqê yên dije kurd e.

Tişta ku em dawîyê bibêjin emê di destpêkê de pir zelal bibêjin: Dewleta Iraqê dixwaze Herêma Kurdistanê ji nû ve dagîr bike.

Belê, dewleta Şîe ya Iraqê li ser şopa dewleta Sunnî ya Iraqê dimeşe. Bi heman kodên fikrî tevdigere, wek tinehesibandina kurdan, desteserkirina mafê kurdan, feqîrî û parsekiyê layiqî kurdan dibîne. Şîe, xwediyên nû yên dewleta Iraqê ne. Iraq tevî birayê xwe yê mezin Îranê, dixwazin Kurdan di vegerînin salên 1980’yî wê serdema jenosaîd, komkujî û enfalan. Dixwazin Kurdan vegerînin rojên Helepçê…

Pirsgirêka Kerkûkê komplo ye, Sedam ê Sûne çû lê Saddam ê Şîe hat

Tişta ku li Kerkûkê diqewime komploya dewleta Iraqê ya li dijî kurdan e. Li gor şert û mercên hevpeymaniya hikûmeta Sudanî diviya ba PDK ofîsên xwe ku milk û mafên wê bûn, li Kerkûkê veke. Lê dîyar bû ku vê hikûmetê ji bo rêgirî li vegera PDK’ê bike tilîya xwe li ceresa kaosê xist. Em dikarin bibêjin ku Sedam çûye û karîkatorê wî li şûna wî rûniştî ye. Mesele ew qas zelal e. Sedam mir lê ruhê wî li Bexdayê desthilat e. Ruhê neyartiya Sedam a li hemberî Kurdan hîn jî di siyaseta Bexdayê de dijî.

Neşandina para budçeya Kurdan encama heman fikrê ye.

Iraq dixwaze bajarîbûn, avadankirin û geşedanên aborî ya ku Kurdistanê ji sala 2004 ê ve bi dest xistiye, perçe bi perçe ji Kurdan bistîne. Ji aliyê psîkolojîk ve nikarin vê rastiyê ragihînin ku Kurd ji Bexda û Besrayê pêşketîtir in. Lê ya girîngtir, tê zanîn ku ev aborî dê her tim bibe sedema daxwaza kurdan ya serwerîyê. Ji bo vê jî Iraq dixwaze petrol, gumrik, av û her tiştên din ên kurdan dîsa îstismar bike. Esasê meseleya mûçe bi karakterê şovenîst û rêgezperestî ya Iraqê ve girêdayî ye. Ger kurd hemû kilîlkên xaniyên Kurdistanê bidin Bexdayê jî wê bibêjin ka mehfur û xesîr û hwd..

Ev pêvajo helwesta hikûmeta Malikî ya sala 2011 li dijî Kurdistanê tîne bîra mirov. Piştî ku Malikî budceya Herêma Kurdistanê birî, êrişên DAIŞ ê dest pê kirin. Wê demê lîstikek di nav lîstikê de hebû, niha jî heman lîstikek di nav lîstikê de heye.

Siyaseta Şîe-Ereb ku niha ji aliyê Hikûmeta Sûdanî ve tê birêvebirin, dixwaze bi van kiryarên nebaş di hilbijartinên 6 ê Mijdara 2023’an de Kurdan lewaz bike. Ji ber vê yekê di bûyeran de hêleke hilbijartinê jî heye, lê ji hilbijartinan wêdetir, rewşa herêmê bingeha van hemû lîstikan e. ev rewş ne tesaduf e.

Her hêzek dixwaze qertên xwe ji nû ve li hemû Rojhilata Navîn belav bike

Niha li Rojhilata Navîn serdemeke krîzê heye. Rageşiya Ermenistan-Azerbaycanê, ji nû ve organîzekirina hevsengiya hêzê ya li ser sînorê Sûriye-Iraqê ji aliyê Emerîkayê ve, rewşa Sûriyê û Rojava jî nîşaneya vê yekê ne. Di navbera Iraq û Sûrîyê ber bi Ûrdunê ve derazînkek ewle tê çêkirin. Ji ber vê sedemê hem Tirkiye û hem jî Îran pir tengezar in. Bi taybetî li Îranê rewş di asteke tund de ye. Bi krîzeke giran a aborî-siyasî –leşkerî re rû bi rû ye. Ji bo derbaskirina vê krîzê Îran dixwaze êrişî cihekî bike û rêyekê ji xwe re vewşêre. Li Sûriye û Lubnanê heta ku ji destê Îranê hat, kir. Zêdekirina rageşiya bi Afganîstan û Talîbanê re wê krîzê derbas neke. Yekane cihê ku Îran hewla derbaskirina vê qeyranê bide Iraq û Herêma Kurdistanê ye. Îranî; şerê hember Tirkîyê, Emerîka û kurdên li Iraq û Herêma Kurdistanê wê bimeşîn e. Mînak wê ji niha û pê ve êrîşên li dijî baregehên Tirk zêdetir bibin.

Tê çaverêkirin ku Îran li Iraq û Herêma Kurdistanê çalaktir bibe

Serinçrakêş bû Îsmaîl Qaanî ku li şûna Qasim Silêmanî weke fermandarê hêza Quds a Artêşa Pasdarên Şoreşê hat tayînkirin, di rojên navbera 3-7 ê Îlonê de serdana bajarên Samara, Tikrît û Kerkûkê kiribû. Hat zanîn ku êrîşa li dijî Kurdan a di bin navê ofîsa PDK’ê ya li Kerkûkê de ji aliyê Îsmaîl Qaanî ve hatiye organîzekirin.

 Agahiyeke din jî ev e: di êrîşa 9 ê Îlonê ya PKK’ê, li ser 4 baregehên Tirkiyê li Bradostê şopa Îranê heye. Balafirên keşfê yên ku di êrîşê de hatine bikaranîn, envanterê Îranê ne. Ev demeke dirêje agahî di rojevê de ye ku Îran hem ji deriyê sînorî yê Pênciwînê hem jî ji Kêleşînê re çekan dide PKK’ê. Her wiha Îran piştgirî dide hin yekîneyên PKK’ê yên ku sînorê wan derbas bikin û biçin Tirkiyê. Lê berdêla çi vê dike? di berdêla cîbecî kirina ajandeya Îranê li Iraq û Başûrê Kurdistanê.

Mîsyona PKK’ê û polîtîkaya Iraqê parçekirin û parvekirin ê

PKK’eya ku ji bo Şengal ji Kurdistanê veqetîne parêzvaniya Şîeyan dike, vê carê li cihekî din jî heman rol digire ser pişta xwe. Tiştek ne tesaduf e. Ne tesaduf e ku PKK’e rojek beriya êrîşa Kerkûkê li ser pira cadeya Şoreş a Hewlêrê teqemenî bi cih bike û bi teqîne. Gotina Duran Kalkan ya “Em ê niha êrişî Pêşmerge bikin, bila kes banga yekîtiyê neke” di dema komploya Kerkûk dihat meşandin, ne tesaduf e.

Şîe dizanin ku eger rasterast bi rêya hêzên xwe yên Heşdî Şeibî êrişên leşkerî li ser kurdan pêk bînin, dê ev yek di raya giştî ya navneteweyî de bertek bibîne. Ji bo vê çeka wan a herî bikêr tê PKK ye. PKK ji niha ve bi awayekî fermî beşek ji hêzên Heşda Şeibî ye. Wê hem van hêzan û hem jî bi hêzên xwe yên li çiyayan ve êrîşî kurdan bikin. Ev polîtîkaya serdema nû ya parçe bike û parveke ye. PKK rola tundrewên Seddam ên berê dilîze, vê carê bi dirûşma “demokratîzekirina Iraqê” li ser dîkê ye. Yanî dema ku bahse sîyeseta ablûka-komplo ya li ser kurdistanê bê kirin, wê navê PKK’ê pirr zêde derbas bibe. Li Iraqê PKK nanê xwe bi tevgera dije Kurd ve dixwe.

Divê em zêde bixebitin, bêhêvî nebin

Gotinek navdar heye: “Ralîsît be, tiştê nemumkun bi dest xwe ve bîne. “Em realîst bin, Kurdistan dîsa di rewşeke awarte de dijî. Me ji destpêkê ve got ku Herêma Kurdistanê dîsa tê dagirkirin. Ji ber ku li dijî Kurdan êrîşeke mezin heye, divê berxwedaneke gelemperî pêwîst e. Lê em ji bîr nekin ku kampanyayên berxwedanê ji sîyasetmedaran bêhtir karê rewşenbîran e. Rewşenbîrên welatparêz divê dikevin kolanan. Divê sohbetên lobiyên otêl û xwaringehan daynîn alîyekê. Rewşenbîr divê bikevin nava liv û tevgerê û bi berpirsyarî rabin serpîya.

Ev serdemek kaosê ye. Niha li ti devera Rojhilata Navîn kes nikare bi asayî bêhne bistîne. Niha cihê ku em herî zêde aram Kurdistan e. Sedema bêhêvîbûna kurdan tune ye. Ti sedem nîne ku Kurd nebin serketiyên vê dema kaosê. Tenê divê em dijminên xwe baş nasbikin û pirr zêde bixebitin.

Pustên heman beş