Mistefa Qarasû li Tehranê ye

Mistefa Qarasû li Tehranê ye

Hat bihîstin ku ji serkirdeyên PKK ê Mistefa Qarasû li Tehranê ye. Çavkaniyên nêzîkî PKK ê ragihandin ku Mistefa Qarasû yek ji damezrînerên PKK ê piştî şerê di navbera HSD ê û Eşîrên Ereb ên Dêrezorê de li Tehranê bû û li wir jî bi firokeyê çûbû Şamê.

Îran hîmayekirina PKK ê didomîne. Ji bo li ser pîya hiştina PKK ê, bi taybetî di van 5 salên dawî de, dewleta Îranê ji aliyekê ve piştgiriya çek û lojîstîkî dike û ji aliyê din ve jî her cure piştevaniyê dide serkirdeyên wê ku bi selametî bijîn û bigerin. Li hemberî vê jî PKK li Rojava, Şengal, Kerkûk û tevahiya Kurdistanê li gorî ajendeya Îranê tevdigere. Di vê çarçoveyê de herî dawî hat ragihandin ku rêveberê PKK ê Mustafa Qarasû ber bi Tehranê ve diçe. Hate zanîn ku Qarasû di 25 ê Tebaxê de ji deriyê sînor ê Pencewînê li gel karwanekî wesayîtên îstixbarata Îranê çûbû Urmiyê û 2 roj şûnde derbasî Tehranê bûye. Çavkanî diyar dikin ku Mistefa Qarasû par çûbû Tehranê û di serdanên xwe yên berê de rasterast ji balafirxaneya Silêmaniyê rêvîngî bo Tehranê dikir. Lê çavkanî diyar dikin ku vê carê rêya bejayî hatiye hilbijartin ji ber ku piştî li balafirgeha Silêmaniyê wesayîta Mazlûm Abdî hatî topbarankirin wî jî rêya xwe veguhest.

Pêşî nojdarî, paşê jî hevdîtin

Li gorî zanyariyên ku ji aliyê çavkaniyan ve hatin dayîn, serdana Mistefa Qarasû du armanc hene. Yek ji van pirsgirêkên tenduristiyê yên Qarasû ye. Hat diyarkirin ku Qarasû bi enfeksiyona mêlakê ketibû li nexweşxaneyeke taybet a Artêşa Muhafizên Şoreşê dihat tedawî kirin. Armanca din jî ew e ku ji Tehranê biçe Şamê û bi hêzên îstixbarata Sûriyê Al-Muhaberat re hevdîtin pêk bîne.

Li gor zanyariyan Qarasû di hefteya ewil a meha Îlonê de ji Tehranê çûye Şamê û 5 rojan li wir maye. Paşê vegeriya Tehranê.

Tedawiya Karasû ya li Tehranê hê jî didome. Lê di çend rojên pêşîya me de wê vegere cihê xwe yê Silêmaniyê.

Li gorî agahiyan, bi Qarasû re endamekî din yê konseya KCK ê heye. Di nava agahiyên hatin bidestxistin de ji ber ku Qarasû bêhişûbîr e û hafıza wî têk çûye,endamekî din pê re digere. Lê ji bo asta temsîliyetê Qarasû di hevdîtinan de cih digire.

Li gorî zanyariyan bi dest me ketî, Îran dixwaze rêkeftineke nû di navbera rejîmê û hêzên HSD ê yên Rojava de çêbike. Hate diyarkirin ku Îran ji ber kiryarên Emerîka yên li herêmê pir nîgerane, dixwaze peymana di sala 2012 an de li Rojava di navbera rejîmê û PKK ê de hatibû îmzekirin nû bike û di çarçoveya peymaneke nû de her du hêzan tevbigerin

Dixwazin Peymana 2012 an nûjen bikin

Bi peymana ku di sala 2012 an de bi piştgirî û garantiya Îranê hat îmze kirin, hêzên rejîma Esad ji hemû bajarên Kurdistanê vekişiyan û pêkhateyên PKK ê weke PYD ê û TEWDEM ê li herêma Rojava cih bû. Di beramberî ku PKK rê nede rêxistinên din ên Kurd derbasî herêma rejîma Esad bibin û dijberên rejîmê ji Rojava bên dûr xistin, girêbestek hat îmza kirin. rêjîma Esad firokexaneyên Hesekê û Qamişlo radest nekirin. mûçeyên karmendan Rojava hê jî ji aliyê rejîmê ve tê dayîn. Yanî, ev 10 sal in pevçûnekî pevşêwirtî li ser berjewendîyên hevbeş didome.

Lê di van demên dawîn de piştî ku Emerîka korîdora ewlehiyê vekir, bi taybetî li ser sînorê Urdun-Iraq-Sûriyê, çekdarên ereb li wir bi cih kirin, di navbera rejîm û HSD ê de alozî derket û HSD bi awayekî veşartî tevlî vê projeyê bû. Alozî yên Dêrezor ê li gel eşîrên Ereban rûdayî jî div ê çercovê da ne pêk hatin.

Îran niha vê rewşa Sûriyê têra xwe nabîne û dixwaze pêngaveke nû bavêje. Li ser vê mijarê di xwaze PKK ê û îstîxbarata Sûriyeyê rêkeftinek nû çêbikin û pêvajoyeke nû bide destpêkirin.

PKK rojane bi palpiştîya Îranê dijî

Çavkaniyên nêzîkî PKK ê radigihînin ku PKK nikare bê arîkarîyên Îranê xwe ragire ji ber ku rêveberîya Pkk ê jiyana xwe ya rojane bi çavkaniyên Îranê birêve dibin. Li gorî agahiyan, ew dibêjin Qarasû temînat daye rayedarên îstixbarata Îran û Sûriyê û gotiye, “Em rê nadin ku HSD ji aliyê emperyalîzmê ve were rêvebirin.”

PKK nikare bi temamî HSD ê kontrol bike. Lê li gorî bernemeca Îranê, weke Heşda Şeibî di bin kontrola Îranê de wê tevbigere. Êrîşên li ser Herêma Kurdistanê û bi taybetî yên li ser Şengalê tên kirin de ev her du hêz hevpişk in.

Pustên heman beş