Polîtîkayên kolonyal ên li Kurdistanê û Tevgera Lejyoner PKK

Polîtîkayên kolonyal ên li Kurdistanê û Tevgera Lejyoner PKK

Beşa 1. Bûyerên ku navenda wê Kerkûkê bûn, bi hevkariya şovenîstên dij-kurd û hevkarên wan yên kurd pêk hatin.

Bûyerên ku di meha Îlonê de li Herêma Kurdistanê qewimîn, di warê têgihiştina rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn û pêngavên siyasî û hevbendiyên hêzên ku dixwazin Kurdistanê bi xeniqînin, daneyên gelekî girîng peşkeş dike. Her wiha ji bo nasîna formûla kîmya ya resen a PKK ê ev bûyerên Îlonê divê ev daneyên girîng rast were xwandin û Tevgerên dij-Kurd, bi taybetî yên ku navenda wan li Kerkûkê ne, Kolonyalîst û hêzawan a lejyoner ango PKK ê baş nas bikin.

Aktorên kaosa Kerkûkê: şovenîstên dij-kurd û hevkarên xiyaneta 16 ê Cotmehê

Hewldanên Îranê yên ji bo Başûrê Kurdistanê bike navenda kaosê hê jî didome. Di 25 ê Tebaxê de guleya îşaretê ya plana kaosê li Kerkûkê hat teqandin. Koçe û kolanên Kerkûkê bi Erebên nijadperest, Tirkmenên ser bi MÎTê ve û hevkarên xiyaneta 16 ê Cotmehê têde tije bûn. Pêşbirka kirêtkirin û bêrêzkirina nirxên netewî yên Kurdan dest pê kir. Despêkê li ser ala Kurdistanê, kelha şanazîya Kurdan Pêşmerge û nasnameya Kurdistanî ya Kerkûkê êrişên nerewa û bêexlaqî hatin kirin.

PKK ya ku bi hêzên dagîrkerên Kerkûkê re hevpar tevdigere û li navenda bajêr xwedî ofîs û dezgehane jî sergovendî li vê kaosê kir. Bi çapemenî û xebatkarên xwe yên li qadê re, pêşengiya pêşxistin û belavkirina vê provokasyona li dijî Kurdan kir.

Seredana konên xwepêşanderên kirêkirî yên li dijî Kurdan kir û dest bi belavkirina derewan kir û got “xelkê Kerkûkê li dijî PDK ê serî hildaye”. Hema li gel vê bûyerê baronên nemir ên desthilatdar ên Qendîlê gefa şer li Pêşmerge xwarin. Yekîneyên çalakiyê rêkirin wargehên sivîlan ên Başûrê Kurdistanê û li Hewlêrê li ser rêya 60 Mt jî bombeyek teqand. Lingê îxanetê yê projeya kaosê dest bi pêkanîna erka xwe kir.

Biryara Îranê ya zêdekirina kaosê û plana wê ya dagirkirina Kurdistanê

Di heman demê de, Îran ku hêza koordinasyona vê planê ye, bi hinceta hebûna hêzên Rojhilatî ji bo ku alozî pêş bikeve û belav bibe, biryara dagirkirina başûrê Kurdistanê da. Li ser vê mijarê bi hikûmeta Iraqê re lihevkir û navbera xwe de kar parve kirin.

Êdî bêhna artêşa dagirker a Îranê li ser sînorên Kurdistanê dihêt bihîstin. Hikûmeta Iraqê jî lingê aborî yê vê plana dij-kurd girt ser xwe.

Ji Iraqê Terora aborî

Iraq bi sînordarkirina budceya Herêma Kurdistana Federe û neşandina mûçeyê mangane, li hemberî kurdan polîtîkaya “terora aborî” da meşandin. Dadgeha bilind a federal a Iraqê, ku saziya şovenîzma erebî ye, ji artêşa Iraqê çalaktir bû di biryarên li dijî kurdan de. Bi biryara dadgeha bilind a federal hemû mafên kurdan yên destûrî hatin desteserkirin. Ji ber vê yekê, bi terora aborî xwest ku kurdan terbiye bike.

Kurdistan di navbera plana Mîsaqa millî û Heyva Şîe de tekoşîna şanazî yê dide

Li aliyê din Tirkiye bi operasyonên dagirkirina Başûrê Kurdistanê ku ji sala 2016 an û vir ve dimeşîne, li herêma Kurdistanê dest bi avakirina baregehên mayînde kir. Di heman demê de hewl da li Kerkûkê hêzeke siyasî ji tirkmenên layengirên xwe ava bike.

Em dikarin bibêjin ku her çi qas Başûrê Kurdistanê di warê siyasî, leşkerî, aborî û îdarî de pêşdikeve, êrîşên dewletên kolonyalîst û xizmetkarên wan ên herêmî jî zêde dibin. Rêveberiya federal a Başûrê Kurdistanê di navbera projeya Heyva Şîe ya Îranê û xewnên Misaqa Millî a Tirkiyeyê de şerê şanazîyê ya netewa Kurd dide.

 Herdu dewletên kolonyalîst pêkanîna van projeyên xwe; ji dagirkirina Kurdistanê û jiholêrakirina statûya Federal a Kurd da dibîne. Ji ber vê yekê hêzên dagirker ên li Başûrê Kurdistanê heman rêbazê di şopînin.

Tevî van hemû êrîşên koordînekirî jî, Rêveberiya Başûr ji têkoşîna bi rûmet qet dudilî nebû û di vê mijarê de bi hin pêngavên dîplomatîk û siyasî bergirî yek mezin kir. Û bi vê hewla wêrek ev plana kaosê da sekinandin.

Stratejiya Îranê: Îxraç kirina terorê bo herêmê

Hêzên li pişt fitneya Kerkûkê bi hawîrdorên kaotîk ve têr û bihêz dibin û bi erka weke ku qencîxwazin jî destwerdana herêmê dikin.

Li cihê ku aştî û aramî lê hebe ev hêzên alozker li wir nikarin bijîn. Ev cûrekî vîrûsa siyasî ye. Îran dewleteke ku bi berdewamî terorê îxracî herêmê dike. Stratejiya xwe ya parastina neteweyî li ser binemayê hinartina terorê ji bo herêmê ava kiriye. Çiqas alozî û kaos li herêmê belav bibe, hikûmeta Tehranê jî ewqasî ewletir dibe. Ev mantiqa parastinê ya Îranê tevahiya Rojhilata Navîn dikişîne nava kaoseke siyasî, civakî, aborî û leşkeri de. Li ser vê bingehê hêzên xwe yên çekdar perwerde dike û li herêmê cibecî dike.

PKK xebatkarê Îranê yê qada alozîyê ye

Heşda Şeibî di nava hêzên ewlekariya Iraqê de, hêza leşkerî ye ku ji bo vê armancê hatiye organîzekirin. Herwiha Îran bi hevkarên xwe yên stratejîk li herêmê û karmendên xwe yên li qadê re bi hemahengî tevdigere. PKK xebatkarê qada vê hevkariya stratejîk e. Ev rêxistin li gorî berjewendiyên Îranê yên li herêmê cih digire û tevdigere.

Îranê di dema şerê DAIŞ ê û piştî şerê DAIŞ ê de hêzên xwe yên Paramîlîter li Iraqê fermî kir. Heşdî Şeibî jî yek ji van hêzan e. Ev hêza paramîlîter di çarçoveya maddeya 140 ê de li navçeyên nakok ên Kurdistanê hatiye bicihkirin. Û di heman demê de PKK, hevkarê Kurd ê projeya heyva Şîe li vê herêmê ye; Destûr hat dayîn ku PKK ji xeta Şengal, Mexmûr, Kerkûk heya Tûzxurmatû xebata leşkerî û rêxistinî bike.

 Di dema şerê DAIŞê de, Îranê hemahengiya vê hêza hevbeş (Haşdî-Şebî-PKK) girt ser xwe. Wan bi xwe xebat û pêdvîyên lojîstîk, cihgirtin, sewq-îdare û hwd meşand. Di çarçoveya projeya Heyva Şîe de li Başûr û Rojavayê Kurdistanê karên girîng dane PKK ê. PKK bi destûra Îranê û di bin çavdêriya Heşdî Şeibî  dest bi xebatên baregeh avakirin, perwerde, lojîstîk, sewq û îdareya xwe kir.

PKK pêşeroja xwe bi serkeftina lejyoneran ve girêda

Piştre Îranê hêzên PKK ê yên li xeta Şengal, Mexmûr û Kerkûkê weke pêkhateya Heşda Şebî fermî kir û mehane mûçeyê wan dide. Li hemû deverên di bin kontrola artêşa Iraqê û Heşda Şeibî de derfeta xwe rêxistinkirinê da  PKK ê. PKK ji bo ku Kurdên li herêmên maddeya 140 dijîn bi rêveberiya Bexdayê ve girê bide û bi taybetî jî ji bo pêşî li rêbaza desthilatdariya siyasî û îdarî ya PDK ê bigire, li herêmê hate bicihkirin.

 Şerê DAIŞ ê ji bo PKK li herêmê erka xwe ya legyonerî pêk bîne, derfetên bêhempa pêşkêş kirin. PKK ê weke pêkhateyeke leşkerî ya ku xeyalên xwe yên şoreşgeriyê winda kirine û ji nasnameya siyasî ya Kurd qûd bûye, fêm kir ku ancax bi kare legyoneriyê dikare hebûna xwe li herêmê bidomîne. Bi vê wezîfeyê dest bi her cure îtîfaqên li dijî Kurdan cih girtinê kir.

Erka lejyoneriyê li gorî nasnameya rêxistinî ya PKK ê pirr guncaw bû. Li herêmên ku dewletên kolonyalîst nikarîbûn otorîte ava bikin, pêkanîna erkên leşkerî ji bo PKK ê dihat wateya peydakirina bazarek şer yê nû. Ji ber ku PKK bê armanc û stratejiyeke siyasî ye. Ne xwediyê armanceke neteweyî ye ku nasnameya xwe ya rêxistinî li ser wê ava bike. Li herêmê ji her cure têkiliyên leşkerî-siyasî re vekirî ye. PKK vê bazara tundûtûjîyê da hêza xwe ya leşkerî di firoşe. Armanca wê tenê parastina hebûna xwe ya rêxistinî ye. PKK di pêwendî û şirîkîya xwe de çi mebde û zagonan nagere ka ew hêz “dagirkere,kolonyaliste, dij-Kurd e” bo PKK ê berjewendîya rêxistinî esas e. kî/kê pere bide PKK ê ew ê ji bo wî bixûre. Di têgihiştina PKK ê ya îtîfaq û têkiliyan de cihê tercîhên netewperwerîû Kurdayetî nîne.

PKK rêxistineke ku li gorî hawîrdora ku tê de cih digire û li gorî pêkhateya etnîkî û çandî ya deverê reng diguherîne. Rêxistina PKK ê û endamên wê dikarin bibin Ereb, Tirk, Tirkmen, Fars, Şîe, Sunî, Xiristiyan û her tişt lê tenê nikarin nabin Kurd û Kurdistanî. PKK dikare her kesî re bibe tifaqî bike lê tu car bi Kurdan re tifaqî nake.  Di vî warî de PKK cûrekî kozmopolît e ku hêjayî lêkolînê ye.

Pustên heman beş