PKKe tevgereke bê nasname ye – «Beşa 2»

pkk

Pêkhateya rêxistinî ya psîko-civakî ya PKKê hê jî baş nayê zanîn. PKKe rêbaza xwe ya li dijî kolonyalîzm û xiyanetê bi du tişta hêza cewherî û zeka yê vedibêje. Lêbelê, ev yek bi tevahî ne wusa ye.

PKKe ne xwediyê ti nasnameya etnîkî, netewî û çandî ye. PKKe tevgereke bê nasname ye û nasnameya Kurdan jî dejenere dike.

Malbatên desthilatdarên PKKê li ku ne?

Dema ku pêkhateya sosyo-çandî ya bijardeyên desthilatdar were lêkolandin, em dikarin vê rastiyê bêtir bibînin. Mînak, gelo kes dizane rewşa malbatên Cemîl Bayik, Duran Kalkan, Mistafa Qarasu û Murat Qarayilan di warê civakî û siyasî de çawa ye? naa. Ji van her çar malbatên serdest ên nemir çend kes tevlî PKKê bûne, çend şehîd bûne, çend kes hatine girtin…? Ma kes dizane? naa. Ji ber ku ji van malbatan kes tevlî rêxistinê nebû ye. Şerkirin, şehîdbûn, girtin, malwêranî û derbederî karê Kurdên feqîr e.

 Her çar rêveberên nemir, bê ku şermbikin her roj ji malbatên Kurd re dibêjin “çeka şehîdî li erdê nehêlin”di xwazin bi girêdanên xwînê, endamên malbatê yên mayî bikişîne nava vê ziviroka mirinê. Bi vî awayî gelek malbat li Kurdistanê bêserûşûn wenda bûn. Mebdeyi ya îdeolojîk a di nava PKKê de tenê amurekî zuwa ya propagandayê ye. Mînak dibêje ez li dijî pêkhateya civakî ya feodal a Kurdistanê me, lê di pratîkê de van têkiliyên feodal ên malbatî-xizm û xwnî ji bo şervanan tevlî xwe bike bi kar tîne.

PKKê herî zêde ji feraseta Kurd a tolhildanê û çanda “çek li erdê nehêlanê” sûd wergirt. PKKê di civaka Kurd de têkiliyên malbatî û xizmtiyê bi awayekî pir bêhiş bi kar anî da ku çerxê şer bizivirîne. endamên malbata rêveberên PKKê li xwendinê, karîgeriyê û xizmeta dewletê kirine ve mijolbûn bilind, hemû barê şer yê fîzîkî, derûnî û madî li ser Kurdên belengaz ên bê nav û bênasname dihat meşandin. Lê ya balkêş ew e ku malbatên serdestên PKKê ji vî şer û wêraniya mezin bê hay jiyan û dijîn. Gelo we qet bihîstiye ku kesên bi paşnavên Ocalan, Qarayilan, Bayik, Qarasu û Kalkan şehîd bûne? Naa.

 Di sala 2002 an de biraziya Ocalan a bi navê Amara tevlî bû. Ocalan di her nota hevdîtinê de zext li rêveberiya PKKê dikir ku Amara ji bo xwendinê bişîne Ewropayê. Di dawiyê de, di sala 2004 an de, tam dema ku PKKê biryara şer dayî Amara ji bo xwendinê şandin Fransa, zarokên Kurd ên feqîr û jar jî şandin eniya şer. Di tevahiya rêxistina şer de, hûn nikarin ji bo nimûne jî endamekî malbata rêveber bibînin.

Grupa nemira ya PKKê ji qada şer dûr dijî

Di xendek, jêrzemîn, tunel û çiyayan de zerokên Kurdên belengaz canê xwe dida û ev yek weke qeder dihat dîtin lê grûba nemira ya PKKê ew qas fêlbaz û bêbext bû jîyana xwe bi hêvîya qederê nedihişt. Di hemû serhildanên siyasî yên Kurdistanê de hemû malbat, xizm û eşîra serokê serhildanê pêşengiya serhildanê dikirin û berûkê şer yê herî pêşî bûn. Rastîya civakî û pêkhateya çandî ya gelê Kurd rêbertiyek yê bi vî rengî afirandiye. Yanî, pêşengên serhildanê bi beşdarî hemû qonaxên serhildanê de dikir pêşengî û berpirsyarî girtin ser milê xwe.

Ev kevneşopiya lehengiyê di dema serhildanên li Kurdistanê de bênavber berdewam kiriye. Şex Ubeydullah nehrî, Elîşêr, Şex Sait, Biroyê Heskê têlî, Îhsan Nûrî Paşa, Eliyê Ûnis, Seyît Riza, Qazî Muhammed, Mele Mistefa Barzanî û paşmayiyên vê kevneşopiyê heta îro bi vî şêwazî pêşengiya serhildanên çekdarî kirine.

Her wiha di tevgerên şoreşgerî yên çep de jî, serokên şoreşger di eniya herî pêş a şer kirinê. Yekane kesê ku li gorî vê kevneşopiya rêveberiya serhildanê tevnagere, Evdila Ocalan e. Tevî karaktera çep a radîkal a tevgera PKKê, Ocalan qet çek hilneda û bi hezaran kîlometre dûrî hawîrdora şer û pevçûna ma. Di dema ku şer û dijwarî li ser kurdan weke mezhebekî ku divê were îbadetkirin teorîze dikir jî, ti carî neket qada şer û pevçûna.

Fobîya Ocelan ya Çiya û çeka

Ocelan bi deh hezaran ciwanên Kurd şand çiyayan, lê wek ku fobiya wî hebe yek gav jî wî neavêt çiyayên Kurdistanê. Her tim demagojî dikir “çîya xeyala min a 40 salî ye”, lê cesareta wî nebû ku ji dûr ve jî li çîyayê Bagok û Cûdî binêre.

Apo di got ku derketina serê çiyayan û hilgirtina çekan tekane riya rizgariyê ye, lê wî li qesrên Şamê de melevanî dikir. Ocalan, serokê tevgereke tund a ku bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, bi mîlyonan mirov koçber bûn, bi hezaran jî li çiya ne, lê mixabin wî yek gavek ne avêt çîya û ne jî destê xwe avêt qebza sîlehê. Gelo çi ma?

Çiya; yekane dost û stargeha Kurdan e, heta yekane sedema hebûnê nijada Kurd û Yêzdanê parastina neteweya Kurd e. Ocalan ji bo tirsonektiya xwe biveşêre di got “Eger biçim çiya wê komkujiyên mezin çêbibe” Wî ji bo xwe mayîna li Şamê paytextê dewleta dagîrker a Surî, ji çiyayên Kurdistanê ewletir dihesiband. Ocalan Jiyana di îmarekê de li Şamê, ku li wê îamrê de berpirsê leşkeri yê qunsolxaneya Tirk jî lê dima, ji jiyana li çiyayên Zagrosê ewletir di dît.

 Ocalan tu carî çiyayên Kurdistanê ne tercih nekir

Di sala 1998 an de dema dewleta Sûriyeyê ji Ocalan re got, “Tu li ku derê bixwazî ​​em ê te bihêlin, tu ji welatê me derkeve” Apo qed çûna çiyayên Kurdistanê yên di bin destê hezaran hevalên xwe de nefikirî.

Her roj bi saetan behsa civaka xwezayî, jiyana komînal û ekolojîk dikir, lê ji bo xwe çûna paytextên Modernîteya Kapîtalîst tercîh kir.

Dema ku Ocalan di sala 1998 an de li Şamê asê mabû, ji Ayfer Kaya ya bi kodnavê Rozerîn re got, “Dema vegera malê ye” û berê xwe da Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê.

Ev tercîha Ocalan bi erka ku girtiye ser xwe ve girêdayî ye. Kîjan hêzê di sala 1979 an de ew li Şamê bi cih kirî be, heman hêzê ew bir Tirkiyê jî. Yanî Ocalan li şûna profîla rêberê qehreman ê serhildanên Kurd hilbijêre, profîla serokê radestbûyî-xayîn tercîh kir. Û bû pesindar û xizmetkarê dewleta Tirk a dagirker. Teslîmbûna Ocalan a ji dewleta Tirk re weke “berxwedana şêwaza Rêbertiyê” hate binavkirin. Ev teslîmbûn bi hemû fêlmazîyên teorîk û felsefîk xwest bi gel bide qebûlkirin. Bi yek pirsê re derdikeve holê ku “berxwedana şêwaza Rêbertiyê” ya Ocalan şaş e. Mesela ez ji Ocalan dipirsim; “Eger Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş û bi sedan girtîyên din ên di zindanan de xeta “Berxwedana Rêbertiyê” esas bigirtana, gelo PKKe û têkoşîna wê ya çekdar wê hebûya? Qet ne dibû.

Yê ku vê profîla serokatîya teslîmbûyî û îdeolojiya PKKê derdixe holê, hebûna statuya Kurdistanî a başûrê Kurdistanê ye.

PKKe li dijî dîroka kevneşopî û xeta berxwedanê ya Kurd e

 xeta netewperestî ya ku li Başûrê Kurdistanê pêşdikeve, maskeya sexte ya Kurdatîya PKKê kifş dike. Dijminatiya PKKê ya li hemberî PDKê û Barzanî dijminatiya kevneşopiya xeta serxwebûna neteweyî ye. Barzaniyên ku xwedî kevneşopiya têkoşîn û berxwedanê ya sed û pêncî salî ne, lîstika PKKê ya Kurdayetî ya bê Kurd û bê Kurdistan pûç dike.

Di bingehê dijminatiya tund a PKKê ya li hember rêbaza Barzanî de, dijminetîya bi xeta kevneşopiya serhildanên Kurdan ên dîrokê re heye.

Xeta serkirdayetiya PKKê û hevalbendê wê, xeta Kemalîst a çep, bi xeta netewe-dewleta Kurd a KDPê re nakok in. PKKe Ji bo vê pevçûnê hatîye wezîfedarkirin. Kurd bêyî ku Kemalîzmê nas bikin nikarin PKKê nas bikin.

PKKe û pêkhateyên wê (Çepên Tirk) dixwazin di şexsê PDKê de tolê kemalîzmê ji xeta netewî ya Kurd hilînin. Dixwazin xeta netewî ya Kurd ku li Başûrê Kurdistanê bi ked û hewldanek mezin zindî dimîne, ji holê rakin. Di vê demê de pirsgirêka PKKê ne bi polîtîkayên rojane yên PDKê re ye. Ev dijminî bi xeta Kurdistanî ye ku PDKe temsîl dike re tê kirin.

Yanî PKKe dixwaze sîstema dewleta kolonyalist bi navên “Biratî, Yekîtiya Demokratîk, Welatê Hevpar” li Kurdistanê cîbicî bike. Ev xet û feraset ji bo Kurdan xeteriya herî mezin e. Ev oto-kolonyalîzm e. Statuya fîîlî ya netew-dewleta Kurdî ya li Başûrê Kurdistanê jehrbira xeta PKKê ya oto-kolonyalîst e.

PKKe ya ku li Bakur binketî, soza şoreşê dide Başûr

Di vî warî de hêza herî mezin a PKKê ew e ku girse û kadroyên wê yên ku bi derewên ku bawer dikin e. PKKe îdîa dike ku li bakur şoreş kiriye, tevî ku tevahiya Bakurê Kurdistanê ji dest daye, têk çûye, heta ji wir hatiye derxistin.

PKKe sengerên xwe yên 40 sala herêmên xwe yên leşkerî, karên perwerdê, tenduristî, lojîstîkî û rêveberî radestî artêşa Tirk kiriye. Lê rexmê vê têkçûn hê jî dikare derkeve û serkeftina xwe li Zapê ragihîne. Lê ji Heftanîn heta Xakurkê lûtk û berwarîyê çiyayek jî di destê PKKê de nîne. PKKe hêza xwe ya tevgerî-çalakî û serweriya herêmê winda kiriye.

Gerîla di hinek tûnêlên bin erd de bi hesreta tîjkê rojê, ji bizava siyasî û leşkerî dûr mehkûmî jîyanê ye, lê rêveberên PKKê vê rewşê weke taktîkeke şer a bi bandor ji raya giştî re propagande dikin. Ji bo hêzeke leşkerî, têkçûn nayê wateya kuştina hemû leşkeran, têkçûn bi windakirina destpêşxerî ya çalakiyê û pêk neanîna taktîkî çêdibe. PKKe di warê leşkerî de têk çûye û tenê hêza wê ya manîpulasyonê ango ragehandina wê maye.

Mixabin ev têkçûna PKKê ji têkçûna serhildanên Kurdan ên di dîrokê de gelek cuda ye. Serhildanên di dîrokê de ji aliyê leşkerî ve hatine şikandin, lê bi armanc, vîn û ruhê xwe teslîm nebûne. Rastî berovajiyê PKKê ye. Di şexsê Ocalan de PKKe pêşî teslîm bû û piştre gav bi gav teslîmiyetê li ser hemû Kurdan ferz kir.

PKKe ji bo ku têkçûna xwe belav bike hemû destkeftiyên Kurdan tine dike. Hewl dide fikir û hesta rizgariya netewî di nav Kurdan de biqedîne. Stratejiya belavkirina oto-kolonyalîzmê li hemû parçeyan ji bo Kurdan xeteriyeke pirr mezin e. Kurdên bin serwerîya PKKê hemû hêviyên xwe yên rizgariyê jî winda kirin. Di vî warî de yekane erkê welatparêzên Kurd e ku pêşî li stratejiya PKKê ya belavkirina şikestinê bigrin û zîyanên wê kêm bikin.

Pustên heman beş