Simko Ebduleziz
Di vê dawyê de di çapemeniya PKK de peyva xiyanet gelekî tê bihîstin û dîtin, roj naçe ji aliyê siyasiyên wê partiyê ve ev peyiv neyê bikar anîn, lê piştî dîtî ti kes guhdariya wan nake, daxwaz ji kesên rewşenbîr û nivêskar kirin ku li pey banegewaziya wan herin, lê vê carê jî dîsan kes li pey wan neçû, dawiyê daxwaz ji hunermendên xwe ewên ji zaroktiyê bi mîtoda xwe mezin kirîn kir ku van peyva li dijî PDK’ê û Barzaniyan bikar bînin, PKK’ê ev sofiyên xwe neçarkirin li gor kêfa dilê PKK’ê daxuyaniya bidin heya ku bikarin xîtabî hest û sozên gel bikin û heta hedekî armanca xwe ya reşkirina PDK’ê pêk bîne.
Yek ji van sofiyên PKK’ê Diyar Dêrsim bû, Diyar Dêrsimê ku ji zarokatiya xwe di nava saziya çand û hunerê ya PKK’ê hatiye perwerdekirin, xwe kir firyadresê pirsgirêka kurdî û ew erka PKK’ê bi wî dayî cî bi cî kir û kurdên Başûrê Kurdistanê bi giştî û PDK’e bi taybetî bi xaîn dan nasandin.
Em dikarin daxuyaniya Diyar bikin du beş, beşa yekem girêdayî dewleta Tirk û stratejîya wê himberî pirsgirêka kurdî ye, di vê beşê de ti nerînek min tune.
Lê di beşa duyemîn a daxuyaniya Diyar de ku li ser Başûrê Kurdistanê diaxve û wisa berçav dike ku gerîla bi erka parastina milletê kurd radibe û Partiya Demokrata Kurdistanê bi erka destek dayîna dewleta tirk radibe, û pêşmergeyên lehengên Kurdistanê li dijî gerîla alîkariya leşkirê Tirkiyê dikin û li dawiyê pêşmergê Kurdistanê û PDK’ê bi xayîn bi nav dike û dibêje ger di nêvbera gerîla û pêşmerge de şer derket ew şer nabe şerê birakujî.
Li virr, ez ji wî hozan Diyar re, ewê hêjan zarok di guhê wî de hatiye bang dayîn ku Apo xwedê ye û bi tenê PKK’e partiyek kurdî ye ji xew hişyar be û çavên xwe veke û mejiyê xwe nûjen bike û zimanê xwe jî tafîl bike û bi van peyvên weke rûyê PKK’ê û rêberê wê reş û pîs bipeyve û PDK’ê û pêşmergeyên azadiya Kurdistanê bi xayîn bi nav neke.
Diyar ê nediyar, ew roj nema ku li gor heza xwe û têgeha xwe tu van du peyvên bi gotin biçûk û di têgeh de xwedî wateyek mezin bikî kirasek li ber bejna xelkî, ji ber ku tu ne avakerî, belku tu zarokekî Apoçî û zarokên Apoçî dema mezin dibin nabin mirovên afirîner, belku dibin mirovên kole û sofiyên rêbazeke jengî û gemar ku weke tûtiyan bi tenê dikarin wan peyvan bibêjin yên ku hînî wan tên kirin, niha êdî kurd şiyar bûne û bi gotinên stranbêjên weke te mejîkê wan bi ava hizra apoçîtiyê hatiye avdan nayên xapandin.
Li Dawiyê ji diyar ê nediyar re dibêjim li benda min be, di rojên bihêt de ezê ji te re diyar bikim ka weke zanist û ketwar û felsefe kî xaîne û kî xwefiroşe û kî jî şoreşger e û kî caş e. Li benda min be, lê yekem car here û mejîkê xwe tafîl bike û paş were heya ku bikarî fêm bikî, kî caş û xayîn û xwefiroş e û kî jî şoreşger û wilatparêz.