Ciwanên Şoreşger vê carê xwendekarê zanîngehê yê ku Qarayilan rexne kiribû, revand, îşkence lê kir û dîmenê wî hat weşandin

Ciwanên Şoreşger vê carê xwendekarê zanîngehê yê ku Qarayilan rexne kiribû, revand, îşkence lê kir û dîmenê wî hat weşandin

Faşîzma ku ji aliyê PKK ê ve ji bo şikandina îradeya gelê Rojava tê meşandin bi qasî ya kolonyalîstên Kurdistanê ye. Ciwanên Şoreşger, tevgera PKK ê ya li Rojava, ji bo gel bi tundî bitirsîne, weke kujer tê bikaranîn. Herî dawî jî ciwanê ku rêveberê PKK ê Murat Qarayilan rexne dikir, hate revandin, îşkence lê hate kirin û ew neçar hiştin ku lêborînê bixwaze.

Ciwanê bi navê Mendî Mehmûd ê li bajarê Kobanê yê Rojava rexneyên xwe li ser medyaya civakî di bin nûçeya Murat Qarayilan de kir. Mendî Mehmûd di şîroveyê de dibêje, “Kurdistan ne milkê we ye.” Piştre ji aliyê Koma Ciwanên Şoreşger a PKK’ê ve tê revandin û tê îşkencekirin. Piştre neçar dimîne ku lêborînê bixwaze. Hin ji xizmên Mendî Mehmûd diyar dikin ku Mehmûd bi destdirêjîya seksî jî hatiye tehdîdkirin û ji ber vê sedemê jî Mehmûd neçar bûye ku lêborînê bixwaze.

Çavkaniyên medyayî yên nêzîkî PKK ê bi berfirehî vîdyoya Mendî Mehmûd ku lêborîna xwe xwestiye û dibêje wî xeletî kiriye, parve dikin. Mendî Mehmûd di vîdeoyê de lêborîna xwe ji Murat Qarayilan dixwaze û dibêje, “ez bê namûs im, gerîla ji bo me şer dike, min li hember gerîla xeletî kir.”

Ne Ciwanên Şoreşger PKK ye

Rojek beriya vê bûyerê, ciwanê bi navê Rêber Huseyîn li Kobanî ji ber zêdebûna nirxê sotemeniyê xwepêşandan kiribû ji aliyê rêveberiya Rojava ve hat revandin, îşkence lê hat kirin û neçar kir ku lêborînê bixwaze û vîdyoya xwe jî belav kir. Ev pêkanîn bi giştî li ser navê Ciwanên Şoreşger tên belavkirin. Lê Ciwanên Şoreşger rêxistineke tabela ye. wek kujer tê bikaranîn. Di cewher xwe de stratejî û pratîka wê ya PKK ê ye. Loma jî rasttir e ku mirov navê PKK ê li bûyerên wiha bike. Di rastiyê de çavkaniyên herêmî diyar dikin ku rêxistina bi navê Ciwanên Şoreşger li Rojava gelekî nêzî Mazlûm Ebdî ye. Bi taybetî rêxistina Ciwanên Şoreşger a li Kobanê ji ciwanên Kobanê yên rasterast ji aliyê Mazlûm Ebdî ve hatine erkdar kirin.

Sepandinên bi şêwaza Tirkan a PKK: Qanûna poşmaniyê

Ev pêkanînên PKK ê hiqûqa îtirafkariyê ya dewleta Tirk tîne bîra mirovan. Tirkan di bin îşkenceyê de dest bi îtirafa kir û qanûna poşmanîyê li ser Kurdan ferz dikir. Ev pêkanîn di salên 1990 î de bi şêweyên cuda berdewam kir. Hemû pêkanînên ku Tirkiyeyê di salên 1990 î de li Kurdan pêk anî, niha PKK jî li Rojava li dijî muxeletftê dubare dike.

Çawa ku di salên 1990 î de dewleta Tirk mirovên ku dikaribûn civakê bi rê ve bibin, weke Vedat Aydin, bi kujerên ne dîyar qetil kirin. Cenazeyên wan di avêtin kêleka rêyên sereke. Bi dehan kes hatin qetilkirin, pêşengên rast hatin kuştin û li şûna wan kesên din hatin bicihkirin. Gel neçar ma ku bêdeng bimîne an jî warê xwe koç bike. PKK jî heman şêwazî li ser Rojava pêktîne. 

Bi pêvajoya ku di sala 2012’an de li Sûriye û Rojava dest pê kirî de, şexsîyetên navdar ên Rojava weke Mişel Temo û Behzat Tursûn hatin revandin. Hate kuştin û termên wan avêtin kêleka rêyen hatinûçûnê. Bi sed hezara mixalifên PYD neçar man ji Rojava derkevin.

Dewleta Tirk piştî qetilkirina kesên ku dikarin pêşengiya gel bikin, sîxurtî, îtîrafkirî û qanûna tobekirinê li ser civakê ferz kir. Xelkê welatparêz bi tazî li nîveka gund gerandin. Di xwest civakê bitirsîne û teslîm bigire.

Niha li Rojava jî heman tişt tê kirin. Yên ku neçin xwepêşandanên ku ji aliyê PYD ê ve tên organîzekirin re erzaq nayê dayîn. Ticaret bi wan esnafên ku wan rexne dikin tê astengkirin. Kargeh û cihên mixalifên PYD vekirî mînak qursên tên hişyarkirin û tehdîdkirin. Yên rexne dikin rastî dijwarî tên.

Kiryarên PKK ê ne mînaka demokrasiye ye, mînaka çanda tundiyê ya Rojhilata Navîn e

PKK beriya salên 2000 î di destpêka her hevokê de peyva Kurdistan bikar dianî û hemû saziyên xwe ji peyvên Rızgari û Kurdistan, Netew bi nav dikir. Piştî sala 2000 î di destpêka her hevokê de peyve demokrasiyê pêvekir. Neteweya demokratîk, paradîgmaya demokratîk, rêxistina demokratîk, civaka demokratîk… Lê piştî sala 2000 î herî zêde demokrasi hate jinav birin.

Qada pêkanîna sîstema PKK ê ku dibêje li şûna modernîteya kapîtalîst şaristaniya demokratîk pêş dixe Wargeha Mexmûrê û Rojava ye. PKK ê hemû muxalefeta li Rojava tune kir. Kesên ku rexneyeke herî biçûk jî kirin, mafê jiyana li Rojava ji bo wan nehat dayîn. Li her derê kadroyên xwe yên Rojava weke qeyûm tayîn kirin. Lê belê bawerî bi wan jî nehat û li kêleka her erkdarekê ji Rojava yekî ji Bakurê Kurdistanê hat bicihkirin.

Ji bo kontrolkirina gel li her taxê karmendek bakûrî hat peywirdar kirin. pratika Pkk ê a demokrasîyê li Rojava cûrekî faşîzmê ye.  pêkanîna pratika hezaran sal a serdestên Rojhilata navîn e. pkk bi çend wêneyên jinên çekdar, bi çend stran û awazan nikare faşîzma xwe ya Rojava bi veşêre. Pkk jî li ser şopa sîstemîn zordar ên Rojhilata navîn dimeşe.

Rojava bûye cihê pêkanîna faşîzma partîya PKK ê ne cihê şîyana azad û demokratik.

Bûyerên dawî nîşan didin ku ev pêkanînên faşîst ne tenê li qada siyaseta jorîn, li nava taxan û jiyana nişteci yên sivîl de jî belav bûye.

Pustên heman beş