Êrîşa Întiharî ya Enqerê û şik û mija li ser wê

Êrîşa Întiharî ya Enqerê û şik û mija li ser wê

Duh li Enqereyê li ber avahiya Wezareta Karên Navxweyî êrîşeke întiharî pêk hat. Bûyera ku 2 ciwanan tê de jiyana xwe ji dest dayî HPG girt ser xwe. Berpirsiyarê çalakîyên ku berê di hatin kirin şûna PKK ê pêkhateya wê TAK ê di girt ser xwe. Tevî ku PKK ê rasterast berpirsyariya çalakiyê girte ser xwe jî, ji encamên çalakiyê zêdetir guman û şikên li ser çalakiyê pirr tên nîqaşkirin.

Pirs û guman li ser şêwazê çalakiyê

Di derbarê hurgûlîyên çalakiyê û pêkanîna wê de agahî nîne. Tiştê ku misogerî tê zanîn 2 kesên ku çalakî kirî li daristanên bajarê Qyserîyê wesayîta Baytarê 24 salî desteser kirin û ew kuştin. Payre ew li wesayîta wî suwarbûn û çûn Enqerê û çalaki kirin.

Tê texmînkirin ku 2 çalekvanan li ser rêya çiyê bi meş xwe gihandibe Qeyserî.  Li wir demildest çûne Enqerê û çalakî pêk anî.

Lê belê li vir pirs û guman dest pê dikin. Ger em gumanan bi kurtasî behs bikin

  • Navbera navçeya Develî ya ser bi Qeyseriyê ve û Enqereyê 370 km ye. cihê gumanê ye ku di rêwîtiyeke wiha dirêj de wesayîta hatî dizîn ji aliyê tu polêsan ve nehatiye rawestandin. Di wesayîtê de çek û cebilxane jî hebû. Ev tevliheviyê zêde dike.

  • Çalakgeran Baytarê bi navê Mikaîl Bozdag kuştin û bi wesayîta wî reviyan. Malbata Bozdag ji polîsan re ragihand ku wesayît hatiye dizîn û kurê wan hatiye kuştin. Di dirêjîya rêde kamîrayên cavdêrî yên ku reqemê wesayîtan keşifdikin hene lê her çi hikmet be ev wesayît bê kêşe çûye heya cihê çalakîyê.

  • Wesayît li ser navê yek ji rêveberên MHP ê yên li navçeya Develiyê qeydkirî ye. Piştî çalakiyê ev qeyd ji defterê tê derxistin. Pirs, çima dewletê navê MHP ê ji qeydê sîlkir. Heger bûyer tenê desteser kirina wesayîtê bûye çima qeyda wê ji sicilê tê derxistin?

Ev pirs hemî cihê gumanê ne. Gelo hinek layenan çavê xwe ji vê çalekîyê re girtî ye? Di vê mijarê de bi giştî du hêmanên hevpar hene. Ya yekem ew e ku klîkên cuda yên di nava Wezareta Karên hundir de ji bo ku li dijî hev bi kar bînin, çavên xwe ji çalakiyê re girtine. Ya duyemîn jî rasterast ku dewletê çavên xwe ji vê çalakiyê re girtiye.

Di nava Wezareta Karên hundir de pevçûna klikan

Tê zanîn ku Wezîrê berê yê Karên Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu qebûl nekir ku wî ji kare wezîrtîyê bixin loma jî ekîba girêdayî Soylu bi ekîba nû ya di nava wezaretê de nakok bû. Helwesta malperên medyaya civakî yên ekîba Soylu ya li hemberî çalakiyê jî pir balkêş e. malperên nêzî Soylu wezîrê nû yê hundir tewanbar kirin. Hin derdor difikirin ku ekîba Soylu li Qeyseriyê bi hêz e û dixwaze bi wezîrê nû Elî Çetînkaya hesap bipirse. Di heman wext de PKK ê çima li ser dema Silêman Soylu çi çalakî pêk ne anî? ev jî cihê gumanê ye.

Gelo çalakî bi kêrî dewleta Tirk hat?

Lê îddîayeke girîngtir jî heye ew jî ev e: “Ev çalakî wek oksîjêna jiyanê bû ji dewleta Tirk re. çalakî rasterast ji aliyê dewleta Kûr ango MÎT ê çavê xwe lêgirt” Berê jî PKK ê rasterast bi lihevhatina klîkên cuda yên di nav dewletê de çalakî kiribû. Bi taybetî di sala 2015’an de hin baskên di nava dewletê de çavên xwe ji kolandina xendekan re di girt. Çalakiya Pirsûsê,Farqînê û hwd, ji kiryarên bi guman ên PKK û dewletê ne.

Di serdemeke wisa ku Tirkiye di warê dîplomatîk, siyasî û aborî de rewşekî duben karî de derbas dibe û nikare polîtîkayên nû derxe holê. Beriya her tiştî Tirkiye nekarî operasyonên ku dixwest li ser Rojava pêkbîne bike. Rûsya û Emerîka pêşî li vê plana Tirkiyê girtin. Niha ji her du aliyan ve zext heye ku Tirkiye ji Sûriyê derkeve. Serokomarê Tirkiyê Erdogan yekser piştî peqîna Enqereyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got: “Stratejiya me parastina sînorên xwe yên başûr bi kontrolkrina kûrahiya herî kêm 30 kîlometroyan û serderî kirina kar û xebatê wê deverê ye.” Bi vê gotinê operasyonên xwe yên li Sûriye û Iraqê rewa kir. Yanî bi vê çalakiya PKK ê dewleta Tirk destê xwe xurt kir ku li Rojava operasyoneke nû pêk bîne û wir dagirbike.

Her wiha dewleta Tirk soz dabû ku di salvegera vekirina sala nû a parlementoyê de endamtiya Swêdê ya NATO wê erê bike. Rûsyayê jî ji bo vê mijarê Swêdê nepejirîne zext li Tirkiyeyê dikir. Çalakî di roja vekirina TBMM ê de hat kirin. Dewleta Tirk bi vê çalakiyê dikare zêdetir ji Swêdê tewîzan bixwaze. Dibe ku pêvajo dirêj bike û her du alî jî hinekî dereng bixe.

Her wiha Tirkiye di warê aborî de zehmetiyên mezin de derbas dike. IMF her roj aboriya Tirkiyê kontrol dike. Ev tê wateya kontrolkirina siyaseta Tirkiyê. Bi vê çalakiya Enqereyê, Tirkiyeyê pozîsyona xwe hîn bêhtir xurt kir.

Awayê çalakiyê, hedefa ku hatiye hilbijartin, çekên Rûsî ku hatiye bikaranîn û hatina çalakvan hwd… Dema ku ev xale hemû li hev kom dibin, ev rastî derdikeve holê: Ev çalakî ji bo Tirkiyê bêhnvedanekê wê bi xwe re bîne.

Gelo çi mifayê vê çalakiyê ji kurdan re heye? Na.  Lê belê, tê çaverêkirin ku çend gavên biçûk werin avêtin da ku civak hindek nefesê bistîne. Bi taybetî li Tirkiyeyê di salvegera sedsalîya Komarê de ango roja 29 ê Cotmehê bendewariya efûyekê hebû. Çalakiya PKK ê hêvîya van gavên biçûk jî vemirnad. Ev çalakî wê zêdetir girtin û zext li ser Kurdan çêbike. Pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê zêdetir bi terorê re dê were têkildar kirin.

Dema ku em ji van aliyan ve çalakiyê di nêrîn, xuya ye ku ev bûyer dê demdirêj were nîqaş kirin. Dem dema wê ye ku Kurd û bi taybetî rewşenbîrên Kurdan hê bêtir li ser çalakiyên bi vî rengî bifikirin û xwedî helwestekî Niştimanî bin. Berjewendiyên Netewe û civaka Kurd ji hestîyarîyên bêwate dûr bê dest girtin.

Pustên heman beş