Di ser qetilkirina Xebatkara Tevgera Jinan a PKKê Nagîhan Akarsel re salek derbas bû. Kujer piştî kuştinê çend saetan bi hevkariya Asayîşa Hewlêr û Koyeyê hat girtin û şandin Silêmaniyê. Tevî ku salek li ser vê bûyerê derbas bûye jî lê kes qala wî qatilî nake bo çi?
Di 4 ê Cotmeha 2022 de li navçeya Baxtiyarî ya Silêmaniyê endama PKKê Nagîhan Akarsel a ku di nava xebatên jinan de cih digirt bi çek hate qetilkirin. Şahidên bûyerê diyar kirin ku qatil li Akarsel dişopand û heta kolanek berê ji dûr ve silav dane hev. Ji ber vê jî diyare ku Akarsel kujer nas dikir.
Piştî cînayetê bi saetan hat ragihandin ku kujer hatiye girtin. Hêzên Asayîşa Giştî ya Silêmaniyê ragihandin ku qatil xelkê Bakurê Kurdistanê ye. Di 10ê Cotmehê de Dengê Amerîka dîmenên vîdeoyî yên kujer belav kiribû û ragihandibû ku qatil hevbajarîyê Akarsel e. Li gorî nûçeyê, qatil ji kuştina Akarsel poşman bûye. Lê Dengê Amerîka piştî çend saetan ev nûçe jê bir. Lê vîdyoya ku hatiye weşandin hê jî li ser torên civakî digere.
Kujer di destê YNK û PKKê de ye
Çavkaniyên Silêmaniyê diyar kirin ku rêxistina îstixbarata YNKê Zanyarî û pêkhateyên îstixbarata PKKê bi kujer re hevdîtin pêk anîne. Yanî hem YNK û hem jî PKKê agahiyên berfireh li ser kujerî hene.
Tişta balkêş ew e ku dewleta Tirk jî berpirsyariya kuştinê ne rasterast girtibû ser xwe. Balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê Elî Riza Guney bi awayekî berpirsyariya bûyerê girt ser xwe û got, “yên têkildarî PKKê û yên girêdayî PKKê armanca me ne.” Berê jî li Silêmaniyê endamên PKKê hatibûn lêxistin. PKKe di her firsendê de hikûmeta Herêma Kurdistanê tometbar dike û dibêje kujer nehatine girtin û eşkerekirin. Lê di nav cînayetan de tenê kujerê Akarsel hatîye girtin û ew kujer di destê YNKê û PKKê de ye.
Li rexmê vê jî diyare kujer çima bi fermî nahê ragihandin ji ber ew şik û pirsiyarên li ser karmendên PKKê aşkere nebin. YNKe dixwaze rê li ber xirabûna peywendiyên li gel Tirkiyê bigire ku hê zêdetir xerab nebe. ji ber wê jî dixwazin mijara kujerê Akarsel bi me bidin ji bîr kirin. Ji aliyê din ve PKKe ji ber ku şopa hemû kujeran ber bi baregahên PKKê ve diçe vêca dixwaze şik û gumana şîlû û berze bike.
Di bûyera Akarselê de hem şopa kujer û hem jî yê ku alîkariya kujerî kiriye ber bi PKKê ve diçe.
Kujer kesek bû ku çûn û hatina li Komeleya Karkerên Mezopotamya ya PKKê li Silêmaniyê dikir. Bi gelek endamên PKKê re li xwaringeh û ofîsan de roniştin pêk anîye. Yanî kujer ji nav mala PKKê bi xwe bû.
Hevkarê kujerî jî ji xelkê herêmê bû. Di heman demê ev hevkar endamê rêxistina ciwanên PKKê ye ku navenda wê li Silêmaniyê ye de dixebitî.
Di derbarê bûyerê de kesê bi navê “Karmend Kemal Nûredîn” ku di nav rêxistina ciwanên PKKê ya bi navê “Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê” de cih digirt. Ew jî hatiye girtin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e. Hat diyarkirin ku xebatkarê Ciwanên PKKê Nûredîn bi rêxistina îstîxbarata PKKê NLP (Navenda Lekolinin Politik) re jî pêwendîdar e.
Di kuştina Zekî Çelebî (17 Gulan 2022) de jî gumanên bi heman rengî hebûn.