Operasyona li dijî Kurdistanê beriya operasyona “Tûfana Aqsa” dest pê kir

Aqsa-Kurdistan-Rojava-Turkey-Israil-info

Operasyona Hemasê ya bi navê Tûfana Eqsa şerê li Rojhilata Navîn gurtir kir, ku di van salên dawî de asta wî şerî kêm bibû. Em bi rastî ji vê re dibêjin serdema şerê duyemîn ê pêvajoya ku di sala 2010 an de bi Bihara Erebî dest pê kir. Gelek pirs hene ku divê werin bersivdan, wek mînak çima vî şerî dest pê kir, gelo bi rastî Îsraîl nişkave hat girtin, Îranê çawa ewqas hêz organîze kir. Her wiha bersiva pirsa kîjan hêz dê bi kê re hevalbendiyê bike, endamên bloka rojhilat û bloka rojava heta çi astê bikarin bi hev re hevkariyê bikin û kî wê çiqas berpirsiyariyê bigire ser xwe dê bi pêşerojê re diyar bibe.

Lê pêwîste Kurd ji her kesî zêdetir pêvajoyê baş bişopînin. Ji ber ku ev qonaxa şer yê duyemîn li Rojhilata Navîn ne bi operasyona Tûfana Aqsa dest pê kir, bi operasyona li dijî Kurdistanê dest pê kirî ye.

Rêbaza siyasî ya ku Kurd di şerê yekem ê Rojhilata Navîn de li ser pîya girtî: Kevneşopiya rêbaza siyasî ya Barzanî

Kurd di serdema yekemîn a şerê Rojhilata Navîn de hêzekî diyarker bûn. Di destpêka pêvajoyê de her çendî hin alozî hebin jî, lê Kurd xwedî çek û hêzên parastina xwe bûn. Hin rastî çiqas werin manîpulekirin û veşartin jî, divê di dawiyê de hebûna wan were pejirandin. Hêza dîplomatîk,tecrubên sîyasî û aborî ya kevneşopiya siyasî ya rêbaza Barzanî rê li ber Kurdan vekir ku di şerê Rojhilata Navîn de xoragir bin. Ew Dinya ya ku weke hinek hêz dibêjin me şer kir, me li ber xwe da û bi ser ket, ew dinya tuneye. Tevgera siyasî ya ku hêza hevpeymanî anî Rojava û rê li ber serkeftina Kobaniyê vekir, kevneşopiya siyasî ya Barzanî bû. Ji ber vê hêza dîyarker ev xeta sîyasî a Kurd tê armanç kirin. Ji bo di serdema şerê nû de vê kevneşopiya siyasî a xoragir ji holê rakin li Kurdistanê operasyon tên kirin.

Biryara Dadgeha tehkîmê ya Parîsê operasyona li dijî Kurdan e

Pevçûnên li herêmê heyî di 7 ê Cotmehê bi êrişa li ser Îsraîlê dest pê nekir. Ev êriş di 23 ê Adarê de bi operasyona li ser Herêma Kurdistanê dest pê kirin. Biryara Dadgeha tehkîmê ya Parîsê ku digot “Kurdistan nikare petrola xwe bifroşe” destpêka vê pêvajoyê bû. Bi van êrişan dixwestin Kurdan ji serdema nû ya herêmê bêpar bikin. Biryara derbarê Petrola Kurdistanê de di berjewendiya Îranê de bû û ev pirose li ber cavên cîhana rojava û heta bi piştevaniya hin lobiyên dewletên rojavayî pêk hat.

Piştre jî biryarên Dadgeha Federalî ya Iraqê û biryarên li dijî Kurdistanê yên di danûstandinên bûdceya sala 2023 ya Iraqê de hemû berdewamiya vê yekê bûn. Lê êrişkarîya fîzîkî di xwepêşandanên Kerkûkê de teqe li Kurdan kirine ve hat dest pêkirin. Tê xwestin ku Kurd ji derveyî pêvajoyê bimînin. Xeta ku li ser Kurdan hatiye ferzkirin xeta Heşda Şeibî ye. dewleta Îranê dixwaze xeta Heşda Şeibî li ser Kurdan bisepîne.

Niha ev pirsgirêkên mûçe, bûdce û petrolê yên Herêma Kurdistanê hemû bi vê helwesta Îranê ve girêdayî ne. Bi berdewamî operasyonên aborî û leşkerî dikin da ku hikûmeta Herêma Kurdistanê teslîmî vê xetê bibe. Îran van operasyonan birêve dibe. Rewş ewqas zelal û eşkere ye.

Çarenûsa Rojava girêdayî çarenûsa Başûr e

Lingekî din ê operasyona li Kurdistanê jî Rojava ye. Eger çalakiya Enqereyê nebûya jî dê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava bidomîban. Lê ya ku êrîşên Tirkiyeyê li ser Kurdan bi taybet Rojava rewa dike jî êrîşa PKKê a li Enqereyê bû. Ev çalakiya PKKê weke vewjara rêkê bû li ber dewleta Tirk. Ji xwe çalakî bi şik û guman e.

Heger hûn bala xwe bidinê, wêneyên du gerîllayên jin ên par li Mêrsînê întîxar kirin û van her du xortên li Enqereyê întîxar kirin, li xwepêşandanan de li gel Wêneyên Ocalan tên rakirin. Ev cur xwepêşandan ji bo êrişên dewleta dagirker a Tirk rêveker e. gava mirov li zemanê çalakîyên PKKê dinêre tê dîtin ku hinek hêzên tarî piştevanîya van çalakîyan dikin. Rojava di demekî pirr hestîyar û şikestok de derbas dibe di heman wext PKKê berê dijminî dide ser Rojava û wê dixe nava agir de.

Em yekser bibêjin êrîşên li ser Rojava êrîşên ku divê Kurd qed qebûl nekin ne. Rexmî alozkarîya PKKê jî divê hemû Kurd Rojava  biparêzin.

Ji ber ku eger perçekî Kurdsitanê têkbiçe wê metirsî li serparçên din jî çêbike.  Divê rêveberên îdarî yên Rojava vê rastiyê bi zelalî bibînin: “Ger Başûr têkbiçe wê hemû Kurd û destkeftên wan têk biçin. Başûr belansa netewa Kurd e. gote gotkên PKKê weke ‘PDK winda dike, em bi ser dikevin, Emerîka piştgirî dide me, Îran harîkarî dide me, em xeta sêyemîn a sîyasetê ne û emê bi ser bikevin’ xwandinek xelet e. Lewazbûna Herêma Kurdistanê rewşa Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê lawaz dike.

Manîpulasyonên PKKê bêencam ma

PKKê ji qonaxa yekem a Bihara Erebî heta niha hewl dide hem ji PDKê sûd werbigire û hem jî rolê PDKê yê sîyasî-Îdarî bilîze. PKKê piştî têkçûna xwe ya li Bakurê Kurdistanê, bi eşkere hebûna xwe bi hilweşîna hikûmeta Hewlêrê ve girêda.

Ji referandumê û vir ve PKKe ji girseya xwe re dibêje, “Êdî misyona Başûrê Kurdistanê nemaye, niha dewletên Rojavayî dixwazin li şûna Başûr Rojava bi cih bikin”. Başûr herifi û Rojava destpêkir. Bi derewên Hikûmeta Hewlêrê wê hilweşe, em ê serweriyê bikin” û hwd dixwaze motivasyona wan bike.

Dema ku Kerkûk piştî referandûmê hat dagirkirin, propagandaya “PDK qediya” dikirin. Paşê yekser Efrîn hate dagirkirin. Em yekser lê zêde bikin ku dema Serêkaniyê li Efrînê hat dagirkirin, tenê hêza ku destê alîkariyê dirêjî Herêma Kurdistanê kir.

Cemîl Bayik mil bi milê hikûmeta Iraqê rawestiya û got, “Em qebûl nakin Hikumeta Başûr petrolê bifiroşe.” Niha jî Hikumeta Iraqê dixwaze xelkê Herêma Kurdistanê teslîm werbigre. PKKe nûnertîya polîtîkayên Hikumeta Iraqê dike. Lê ferqa dijminî nîne nûke xelkê me yê Rojava bi Ji ber bê avî, bê ceyranê û bê xwarekî tê terbîyekirin.  

Divê her Kurdekî jîr vê yekê fêhm bike. “Başûrê Kurdistanê ji ber sedemên dîrokî û jeopolîtîk baznê esasî yê serwerîya Kurd e. Ji salên 1960 î û vir ve rewş wisa ye. “serwerîya Başûr bandoreke erênî li hemû Kurdan dike. Berovajî vê yeke jî ango ger Başûr têkbiçe wê hemû Kurd têk biçin.  Lewazbûna Hewlêrê tê wateya wêrankirina Rojava. têkçûna statûya Hewlêrê tê wê wateyê ku Kurd ji qetlîamên destpêka sedsala 20 an bêhtir bi qirkirina fizîkî û çandî re rû bi rû bimînin. Lewma êrîşa li ser Başûr êrîşa li ser pêşeroja hemû Kurdan e.

Divê Kurd di çarçoveya vê heqîqetê de tevbigerin. Kurd nikarin bikevin pey mîsyoner ên çepgir ên Tirk,Kurd nikarin bikevin pey fikrên ummetparêz ku wan dîsa dike dûvikê Tirk,Ereb û Faris an.

Ev Serdem ne serdema macerayên îdeolojîk e. Şerekî mezin rû dide divê em Kurd hebûna xwe ya fizîkî biparêzin. Ji bo vê tenê rêyek li pêşîya me Kurdan heye: Divê em statuya Herêma Kurdistanê û hebûna Rojava biparêzin. Kurd bi hevgirtina li derdora destkeftên Başûr û Rojava dikarin hebûna xwe di nava vê cehennema Rojhilata Navîn de biparêzin.

Pustên heman beş