Mihemed Selîm Çurukkaya çima û çewa ji PKK’ê veqetiya?-8

Mihemed Selîm Çurukkaya çima û çewa ji PKK’ê veqetiya?-8

Mihemed Selîm Çurukkaya yek ji damezrînerên PKK’ê ye, ew rojnamevan, siyasetmedar û nivîser e, jiber wilatparêzî û kurdperweriya wî dema 11 salan di zindanên cuda yên Tirkiyê de, di rewşeke herî xereb de li ber xwe da û teslîm nebû, dema ji zindanê azad dibe, berê xwe dide çiya, bi Evdila Ocalan re dîsa têkildar dibe, dema ji zindanê azad bûy û vegeriyay nava PKK’ê de ji gelek tiştên di nava PKK’ê de bûyî qanûn nerazî bû, lê nekarî nerazîbûna xwe bi azadane beyan bike, ji ber ku diyarkirina nerazîbûnê bi wateya dijatîkirina Ocalan tê, bêy guman ev yek jî da bibe sedema sûçbarkirina wî bi îxanetê û piştre tasfiyekirina wî, ji neçarî biryara revînê ji nava PKK’ê û veqetîna ji vê partiyê dide, wî bi nivîsandina pirtûkekî bi navê “Ayetên Apo” hewl da rastiya Ocalan û PKK’ê ji gelê kurd û cîhanê re eşkere bike.

Di vê pirtûkê de baş xweya dibe ku gelek tengasî dîtine heya ku bikare xwe bigihîne Ewropayê, dema ji PKK’ê vediqete û li Libnanê bêy pere û pasport dikeve koçe û kolanên Beyrotê, pirr caran di xeyalên xwe de hin pirsên girîng ji xwe dike ku mirov dikare wusa şîrove bike ku ger ew bihatiba girtin da Ocalan jî heman pirsan ji wî bike. Emê hewl bidin di çend nivîsan de basî hin ji sedemên veqetîna Çurukkaya ji PKK’ê û helwest û biryarên Ocalan di nava PKK’ê de ku nivêser bi “Ayetên Apo” dide naskirin bikin.

Çima Ocalan rê nade kadroyên PKK’ê bifikirin?

Di vê derbarê de li gor axaftina Mihemed Selîm Çurukkaya, Ocalan bi vî awa difikire û dibêje: dema mirov dest bi hizir kirinê dike pir xeternake, ji ber ku ew bi xwe nizane çi dike, ger kadro helwest wergirt û hizir afirandin wê xwe bînin rêza min, yan jî min ast û posta xwe nizim kiriye, ti cudahî tune, her du heman tişt in, lê belê ew yek tawaneke mezine, ji ber vê yekê ez ayetan ji bendeyên xwe re rê dikim heya ku dadgehê damezrînin û kesên tawanbar dadgeh bikin, dozgerê giştî di heman dem de îdîanameya sûçbarkirinê berhev dike, bêy guman îdîanameya sûçbarkirinê li gor şêwaza PKK’ê ango şêwaza min tê berhevkirin.

Dema karê sûçbarkirinê bi dawî dibe, tev xwendkarên akademyê wê di holê de kom bibin, desteya dadweriyê wê li cihekî eşkere rûne, ew kesê bêy buha wê were bang kirin û dozgerê giştî wê îdîanameya xwe bixwîne, piraniya cara tev îdîaname wek hevin, tawana kesê hatiye bang kirin jî heman tawana kesên pêş wî hatine bang kirine, ew fikrin yên ji dervey fikrên min hatine afirandin, ayetên min weke xwe dubare nekirine, ayetên min kirine mijara danûstandinê, nerîna min weke mirovek dîtin û axaftin bi şêwaza xwe, bêy goman ji tawanên herî meznin, kesê ku ayetên min weke min nivîsandin dubare neke û cîbcî neke bê goman wî guhdariya dujminan kiriye, dujminan ew şandiye nava partiyê de, ajane, ew kesê wan hevoka bikar neîne yên ez bikar tînim û debare neke, ew kes şêwaza xwe bikar tîne, bikaranîna şêwaza xwe di nava partiyê de tawane, ji ber ku di nava partiyê de bi tenê ez bi şêwaza xwe dipeyvim, axaftin bi şêwaza min ji boy min mezinahiye, lê belê ger kesek din bi şêwaza xwe bipeyve tawaneke mezine, ev qanûna partiyê ye, gelo qey min ev qanûn ji xwe re danîye? Ji xeynî min yê ku bi şêwaza xwe bipeyve, wî çavê xwe biriye rêbertiyê yan jî cureke din ê rêbertiyê ku sernakeve, dawiyê jî ew bûne ajanên Kemalîzmê yanjî yên împiryalîzmê ez nizanim, dema şêwaza rêberatiyê hebe cî ji boy rêbaza burciwazî û dujminan tuneye, ma ne wisa ye? Şêwaza rêberatiyê zelal û eşkereye û encam hene.

Pustên heman beş