Divê Kurd di şerê Israîl û Hemasê de piştgirîya kê bikin?

kurd-israil-palestine-info

Operasyona piralî ya ku Hamasê di 7 ê cotmehê de li dijî Israîlê pêk anîbû, bandorek matmayî li dinyayê kiribû. Li Rojhilata Navîn, kêşeyên Israîl û Filîstînê ew demeke di nava aramî yê de bû, lê dîsa alozîyan destpêkir. Israîlê bi tundî bersiva êrîşan Hemasê da. Heta ku vê kêlîyê jî, ji her du aliyan nêzî 4000 kes mirin û bi sedan xanî-avahî hilweşiyan. Zêdeyî du mîlyon mirov ketin nava rêvîngîya koçberîyê de û 8 mîlyon mirov rasterast ji vê pêla şer bandor bûne.

Mijara sereke ya gotûbêja ji bo cîhanê û çavdêrên siyasî niha ev e, “Ev şerê Israîl û Hemasê dê ber bi ku ve biçe? Gelo ev şerê di navbera Israîl-Filîstîn-Lûbnanê de wekî pevçûnek herêmî û demkurt bimîne, an dê demdirêj û li ser tevahiya Rojhilata Navîn belav bibe?” Ev pirs bê bersiv e. Ger pêvajoyek ku Îran, dewletên Erebî û yên Rojavayî tê de beşdar bibin wê şer belavî kîjan welatan bibe ne dîyar e. Ji ber vê yekê her kes hay ji xwe ye. dewletên weke Emerîka mezin jî tevî ku piştgirîya Israîlê dikin lê dixwazin şer sînordar bimîne. Misir û Urdin bi sînor hişyarî tevdigerin. Heta Serokwezîrê Filistînê Mahmûd Abbas jî bi gotina “Hamas nûnertiya Filistînê nake” deriyê aramî û lihevkirinê vekirî hişt.

Erê dinya di ciniqe, kes bi hemaset tevnagere, her kes li berjewendiyên xwe difikire. Îcar dema ku ev rewş wiha be, Kurd çi dikin?

“Kurd piştgiriya kê dikin? Divê Kurd piştgirîya Israîlê bikin an jî ya Filistînê? Kurdan dest bi nîqaşa vê pirsê kirin. lê mixabin hinek Kurd bi alayên Filîstînê daketine kolana jî. Li Başûrê Kurdistanê jî grûpa Selahaddin Bahadîn Yekgurtu û Komale ya Elî Bapîr banga cîhadê kirin û gotin divê ciwanên Kurd biçin Filistînê. Li Bakurê Kurdistanê meşên piştgiriyê yên ji bo Filistînê ji aliyê HÛDAPAR ê ve tên lidarxistin. HÛDAPAR ê banga “cîhadê” kir. Helbet bangawaziya YSP ê hinekî ji ya wan cuda bû. YSP ê got, “Em mafê dewletxwazîya Filistînê diparêzin.” HDP-YSP ku pêkhateyên PKKê ne, hêj rojekê jî negotine “Em mafê dewletbûna Kurdan diparêzin” lê ji bo Filistînê daxwaza dewletbûnê dikin.  Rêxistinên Çep ên Tirk ên bi YSP-HDP ê re hevkar in EMEP, ESP û hwd daxuyanî belavkirin ku ew piştgirîya  Filistînê dikin. Ango ew komûnîst, sosyalist, çepgir li gel Hûdapar ê di heman cephê de cih digirin.

Ji Kurdên ji piştgirîya Dunyayê bêpar her roj êriş li ser wan tê kirin  dixwazin palpiştîya Filistînê bikin. Heta dadikevin kolana û ala Filistînê di hejînin. Kurdên hêj xwe ji şûrê mirinê rizgarnekirî cawa çêdibe ku layingirî bike.

Divê Kurd tenê harîkarî bidin xwe

Rastîya leşkerî û siyasî ya niha Kurd di nav de ne nikarin piştgirîya çi hêzan bikin. Divê Kurd tenê piştgiriya xwe bikin, ala xwe bilind bikin û ji bo xwe dirûşman biqîrin.

Kurd gelê herî mexdûr ê Rojhilata Navîn e. Kurd ji Filistînê zêdetir mexdûr in. Fîlîstînî di meclîsa Israîlê de tên temsîlkirin, ala wan tê qebûlkirin, zimanê wan tê qebûlkirin û nûnerê wan di Neteweyên Yekbûyî de jî heye. Hemû Dewletên Ereban piştgiriya wan dikin.

Hema em vê rastîyê bi zelalî bibêjin Kurd piştgirîya Filistînê jî bikin, Filistîn piştgirîya Kurdan nake. Dema Kurdan di sala 2017 an de referanduma serxwebûnê li dar xist, serokwezîrê niha yê Filistînê Mehmûd Ebas got, “Dewleta serbixwe ya Kurdistanê xencereke jehrî ye ku li pişta Ereban re asê maye.” Fîlîstîniyan dagirkirina Efrînê pîroz dikirin. Heta sembola Filistîniyan Leyla Xalid jî di konferansa ku li Amedê beşdar bibû de bi bêrêzî li sembola Kurdan Leyla Zana kir.

Her wiha hêzên ku piştgiriyê didin Filistînê, piştgiriyê nadin Kurdan, stratejiyeke tunekirina Kurdan dimeşînin. Xwediyên projeya Hîlala Şîe û hêzên wan ên paramîlîter ên bi serkêşiya Îranê ger ji destê wan bê dê Kurdan di komkujîyan de derbas bikin. Her wiha pêkhateyên Sunnî û hêzên paramîlîter ên ku piştgiriya Filistînê dikin jî dijminên Kurdan in, weke DAIŞ ê.

Yên ku Kurdan ber bi piştgirîya Filistînê ve dikêjin jî dewletên kolonyalîstin

Digel ku rastîya Rojhilata Navîn ev e em nikarin piştgirîya hinek partî û grûpên Kurdan bo Filistînê weke helwesteke îdeolojîk binirxînin. Ji ber ku Îran li pişt Komala û Tirkîye jî li pişt Hûdapar û Yekgirtû heye. 

ji salên 1970 yî ve kolonyalist hewl didin ku Filistînê bi Kurdan bidin heskirin. Çepgir bi şîarên “antî-emperyalîst, gelêrî” vê yekê dikin, baskê îslamî jî li ser navê “Ûmmetê” vê dikin. Yên ku dixwazin Kurd palpiştîya Filistînê bikin dewletên kolonyal û statûparêzên herêmî ne.  

Ev planeke ku dixwaze Kurdan ji dewletên Rojavayî dûrbixin û Kurdan bikin amûrekî sîyasî di deste dagirkeran de.

Hêzên Rojava wê çi bide Kurdan?

Statukoya li Rojhilata Navîn li hemberî Kurdan qirker bûye. Guhertina vê statukoyê di berjewendiya Kurdan de ye. Ji ber ku hêzên herêmê wê statukoyê neguherînin, hêzên Rojava ji bo Kurdan bijarteyeke baş e. Lê belê ji ber helwesta wan a Rojava û hem jî li hemberî Herêma Kurdistanê û helwesta wan ya ne zelal û berjewendîperest, divê Kurd bi hişyarî nêzî hêzê Rojava bibin. Ji ber vê sedemê bi ala Filistînê daketina kolanan ne rast e û beşek piştgirîya hêzên Rojava kirin jî jî xelet e. Di vê pêvajoyê de helwesta Kurdan divê xwedî du lingan be.

Lingê yekem axaftinên mebdeyi bin. Divê Kurd di serî de li ser mijarên wekî parastina sivîlan di şer de, ne bikaranîna çekên qedexekirî û pabendbûna bi hiqûqa şer ên pejirandî de, girîngiyê bidin prensîbên gerdûnî. Ya duem, “mafê xwebirêvebirina gelan” bê parastin. Divê Kurd weke pirensîb vana bipejrînin. Ev her du prensîbên giştî dê wijdana gel de xwedî cihekî watedar bin. Yanî divê Kurd nîşan bidin ku alîgirê prensîban in, ne alîgirê şer in.

Lê rastiya vê mijarê li meydanê ew e ku Kurd bi her kesî re di nava têkiliyan de bin, lê divê bi aliyên ku dixwazin kevneşopên herêmê û kolonyalîzma Kurdistanê lawaz bikin re baş danûstandinan bikin. Ji xwe xwe bi aliyekî ve xwe girêbidin, dirûşmên wan biqîrin û ala yên wan bihejînin wê zirarê bide berjewendiyên Kurdan. Divê Kurd hişyarî berjewendîyên xwe bin, ji bo Kurdan çi pêngav pêwîst be wê bavêjin.

Bi kurtasî divê Kurd di vî şerî de tenê alîgirê berjewendîyên xwe bin. Li gorî planên serxwebûn û azadiya xwe tevbigerin. Ji vê pêva jî çi rêkên me tune ne.

Pustên heman beş