Gelo daxuyaniya HPG’ê ya ku tê de dibêje em ji Mexmûrê vedikişin rast e, sedem çi ye?

Gelo daxuyaniya HPG’ê ya ku tê de dibêje em ji Mexmûrê vedikişin rast e, sedem çi ye?

Îro ji aliyê saziya bi navê HSM (Navenda Parastina Gel) saziya hêzên leşkerî yên PKK’ê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya HSM’ê de wiha hat gotin: “Ji sala 2017-2018an ve ku êdî pêwîstiya gel bi me nemaye, em gav bi gav hêzên xwe ji wargehê vedikişînin.”

HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “me hêzê xwe ji Wargeha penaberên sîyasî yên Bakûrê Kurdistanê Mexmûrê vekişand. Rêveberiya tevgera me destnîşan kir ku hêzên me li wir erka xwe bi dawî kirine û biryara vekişandina hêzên me ji Mexmûrê daye. Me vekişîna hêzên xwe yên HPG û YJA Starê gav bi gav bi dawî kir. Ji niha ve hêza me li Wargeha Penaberan a Mexmûrê nemaye.”

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku “Ji bo vekişîna hêzên me yên parastina gel ji herêma Mexmûrê ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve ti daxwaz ji ti hêzekê nehatiye kirin û hêza me bi biryar û îradeya tevgera me ji wê herêmê vekişîyaye.”

Piştî vê daxuyaniyê Murad Qarayilan jî daxuyanî da. Di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku wan ev biryar bi însiyatîfa xwe girtiye û wiha got: “Niha gerîlayên azadiya Kurdistanê li wir rola pêwîst lîstin û em niha erka parastina wargehê dewrî ciwanên li wir dikin.”

Kurteya daxuyaniya Qarayilan û HPG ê wiha bû. Dibêje bêyî daxwaza kesî/hêzekî HPG û rêxistina wê ya jinan YJA-Star vekişiyan.

Daxuyaniya HPG’ê axaftina KCK ya “Em ji Şengalê vekişiyan” tîne bîra mirovan

Pêvajoyên dîrokî nîşan didin ku daxuyaniyên PKK’ê û pêkhateyên wê gelek caran rastiyê nîşan nadin û ravekirinên wan ne cihê pêbawerîyê ne. Daxuyaniya HPG’ê ya ku em ji Wargeha Mexmûrê vedikişin, ravekirina KCK’ê ya “Em hêzên xwe yên leşkerî ji Şengalê vedikişin” anî bîra me. KCK’ê di 23 ê Adara 2018an de daxuyaniyek da û diyar kir ku hêzên xwe ji Şengalê vekişandiye. Lê ev tenê ji bo bikaranîna hin têkiliyên fermî û xapandina raya giştî bû. PKK û pêkhateyên wê yên leşkerî ti carî ji Şengalê derneketin. Berovajî vê yekê, piştî ku gotî em vedikişin, “PKK’ê Çiyayê Şengalê kûn-kûn kir, xendek û tunel lê çêkirin û ev kar hê jî berdewam e.  PKK’ê hemû xebatkarên xwe erkdar kir ku Êzidiyên Şengalê weke pêşangehekê bikarbînin. PKK ji Şengalê derneketiye û qed dernakeve jî. Şengal niha kuzikekî mertala zindîye di destê PKK’ê de, PKK şerê wekaletê li wir dimeşîne.

HPG çima hat Wargeha Mexmûrê?

Heya ku mirov erk û armancên PKK’ê yên Mexmûrê aşkera neke wê nezane ev gotina vekişînê ji ku derketîye. Ji ber ku Wargeha Mexmûrê ne ew cihe ku PKK parastina gel lê bike. PKK li kampa Mexmûrê li gor stratejî û ajendeya dewleta Iraq û Îranê weke erkdar lê dimîne.

Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ ê ya sala 2014an nişteciyên wargehê koçî devera navbera Ranya û Qeladizê kir. Tê zanîn ku wê demê hem YNK û hem jî PDK’ê gelek pêşniyarî pêşkêşî PKK’ê kiribûn ku herêmên ewle ji gelê Mexmûrê re peyda bikin. Lê PKK wê demê bi Îran û hikûmeta Bexdayê re di nava pêwendiyê de bû û pêşniyareke wan a cuda hebû. Kampa Mexmûrê di nav sînorên nexşeya projeya heyva şîe ya Îranê de cih digire. PKK’e Ji Xaneqîn heya Kerkûk, Mexmûr, Mûsil û Şengalê PKK weke cehşên projeya Hîlala Zêrîn hate bikar anîn.  Wargeha Mexmûr weke rawastgehekî van hêzan hate bikar anîn.

Li gel hemû nerazîbûnên gel ên wê demê jî PKK’ê gel vegerandin kampê û hêzeke leşkerî a mezin jî li wir cih kir. Bi taybet di dema dagîrkirina Kerkûkê ya sala 2017an de PKK’ê hemû hêzên xwe li ser xeta Dûzxurmatu li kampa Mexmûrê bi cih kirin.

 PKK’e venekişiya, artêşa Iraqê hat

Serokwezîrê wê demê Haydar Abadî û Orgeneralê Îranê Qasim Silêmanî soz dabû PKK’ê ku hêzên Mexmûrê mîna YBŞ’ê ya Şengalê tanzim bike. Yanî li goreyî vê proje PKK’ê dixwest li Mexmûrê mîlîsên kevin û ciwanên bike beşek ji Heşda Şabî û bike xwedî maaş.

Pişt re jî amadekariyên mayînde bo kempê hatin kirin. Niha Çiyayê Karaçoxê bûye navenda tunelên PKK’ê. Heta tê zanîn ku PKK’ê li Qerecox bi kîlometreyan tunêl vekirine.

Mexmûr ji bo PKK’ê westgeheke girîng e. ji Silêmanî – Kerkûk – Mûsil – Şengal bo veguhestina şervan û cebilxaneyan rawestgeheke girînge. Ne tenê ew, PKK bi rêya Mexmûrê xebateke bazirganî ya mezin dimeşîne. Gelek agahî hene ku madeyên hişber yên ji Îranê tên, bi ser rêya Mexmûrê bû Bexda, Hewlêr, Mûsil û Rojava tê belavkirin.

Gava mirov vê rastîya Wargeha Mexmûrê digire ber çava, tê dîtin ku ne mimkûne PKK ji Mexmûrê vekişe. Çavkaniyên herêmî eşkere dikin ku piştî êrîşên vê dawiyê, PKK li gel pêkhateyên Şîe yên ser bi Îraqê ve giftûgo kiriye û lihevkirinek di navbera her du hêzan de pêk hatiye. Li gorî vê li ser sê xala gihiştine rêkeftinê:

  1. PKK wê li hin çeperên xwe yên li berojê Çiyayê Karaçoxê, li nêzî kampa Mexmûrê ala Iraqê daliqîne.

  2. Artêşa Iraqê dê li ber deriyê Kampê û derdora wê li deştê bi cih bibe, lê naçe çîyayê Qereçox.

  3. Karmendên leşkerî yên PKK’ê wê hatinûçûna kampê kêm bikin.

  4. Kadroyên PKK’ê dê li kampê bimînin.

Ev xalên rêkeftinê vê yeke nîşan didin; HPG ji kampê venekişiya, tenê artêşa Iraqê wê hebûna PKK’ê ya li kampê di astekî meqûl de bigire. Gelo çima PKK mecbûr ma ku biryareke wiha bide?

  Bûyera Dilovan Îşlek û berteka gel

Di 17 ê Cotmehê de li herêma Çinarok a Koye welatiyê bi navê Dilovan Îşlek di wesayîta xwe de hate bombebarkirin. Dilovan ajokarekî sivîl bû, lê di wesayîta wî de kadroyên PKK’ê hebûn. Her sê endamên PKK’ê di vê êrişa drona Tirkiyê de bi saxî filîtin, lê Dilovan jîyana xwe ji dest da.

Lê ev bûyerekî pir tevlihev bû. Ji ber ku di wesayîtê de jina bi navê Kurdistan ku berpirsa hêzên leşkerî yên PKK’ê yên Mexmûrê bû jî hebû. Ev karmenda jin a PKK’ê yekem car di 7 ê Cotmehê de bû armanca drona. Ew bê ziyan jê xilas bû. Heman jin di 13ê Cotmehê de dîsa hedef hat girtin. Vê carê jî bi sivikî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneya Silêmaniyê.

Ev karmenda jin dîsa di wesayîta Dilovan Işlek de bû. Yanî di nav deh rojan de 3 caran heman jina PKK’eyî  hat hedefgirtin. Li gel vê yekê jî PKK’ê gel kir qurbanê vê xebatkara xwe. Dilovan Îşekl ligel dayika xwe ji bo van karmendên PKK’ê bû mertalê zindî.  Piştî van hemû êrişan xelkê Mexmûrê ji PKK’ê pirsî gelo çima ev jin ew qasî tê armanç kirin. bê goman agahîyên derbarê vê xebatkara jin de ji nava PKK’ê bo Tirkan diçe.

Qetilkirina Dilovan Işlek ji ber reftarên bêberpirsiyarî yên PKK’ê di nav raya giştî de bû sedema bertekeke mezin. Di nava kampê de komek girseya sereke ya PKK’ê ye heye. bi gelemperî ev kom daxuyanîyên medyayî belav dike. Lê ji xeynî van, li kampê xelkê ji kiryarên PKK’ê bêzar bûyî jî dengê xwe berz dikin.  Vê carê xelkê bêzar bi giştî li dijî pêkhateya leşkerî ya PKK’ê rawestiyan û helwestekî tund nîşan da.

Ji ber berteka gel, PKK’ê bi dewleta Iraqê re li hev kir û destûr da artêşa Iraqê ku derbasî hin cihên Kampê bibe. Yanî PKK ji wargehê derneketiye, tenê vê carê artêşa Iraqê ji bo veşartina hebûna PKK’ê li wir cih bûye.

Pustên heman beş