Di rêbaza Barzanî de wekhevî

Di rêbaza Barzanî de wekhevî

Bûbê Eser

Wekhevî tiştekî xweş û delal e. Wekhevî tame jiyanê bi mirovan xweş dike. Wekhevî adelet e, xweşî ye, zanistî û rindî ye. Loma jî di civatan de her gav behsa wekheviyê tê kirin. Ji bona wekhevî di civatekê de pêk were, gelek şer û berxwedan, serîhildan û bedeldayîn dibe.  Ji ber vê yekê ye ku ji roja welatê me hatiye perçekirin û heta niha me kurdan daxwaza wekheviyê li dagirkerên xwe û li hev kirine ku em vê di welatê xwe de pêk bînin.

Çiye wekhevî? Wekhevî ne ew e ku hemî cil û bergên mirovan yek bin. Wekhevî ne ew e ku hemî kes bi yek rengî bin. Wekhevî ne ew e ku hemî kes bi her hal û rewşan de yek bin. Wekhevî ne ew e ku herkes weke hev bifikirin. Wekhevî li ser hîmên mirovahî û adeleteke durust pêk tê.

Wekhevî dema mirov ji dayika xwe dibe, weke hev têne dinyê. Yanî her însan tazî ji dayikên xwe dibin. Ji bilî wê wekhevî reng diguhere û ew reng li civatê tê belavkirin. Lewma ev di rêbaza Barzanî de hatiye destnîşankirin ku divê em vî rengê wekheviyê baş fêr bibin da ku em wê di civata xwe de, di welatê xwe de pêk bînin. Pêkbînin da ku em bikaribin vê li her çar perçên Kurdistanê bi cih bikin.

Wekhevî, aqil e, wekhevî mejû ye, wek hevî nerîn û raman e. Wekhevî bawerî û bi karanîna aqil e. Lewma jî Barzaniyê nemir ev kirî ye xalek ji xalên rêbazê da ku gelê wî, xelkê wî vê bi awayekî ji xwe bawer û bi rêyeke durust bi kar bîne. Barzaniyê nemir baş li ser vê rawestiya ye da ku gelê wî vê bi zanistî pêk bîne. Ji ber ku wî xwestiye gelê wî wek hev bijî. Xwestiye wekheviya ku ji durustiyê pêk tê di nava gelê wî de cihê xwe bigire. Wî xwestiye ku wekheviya ku ji gelê wî re lazim e pêk bîne.

Barzaniyê nemir ev xal di jiyana xwe de pêk anîye. Wî ev pêk aniye da ku ji me re bibe mînak, bibe nimûne. Loma dema di sala 1946an li rojhilatê kurdistanê ji bona azadiya gelê kurd tevger û serîhildana li dij dagirkerên Îranê pêk hat. Barzaniyê nemir li wir li ba Qazî Mihemed cihê xwe girt û mil bi mil ji bona azadiya gelê xwe şerê rizgarkirina Kurdistanê da. Ji ber ku ji bona wî kîjan perçê kurdistanê bihata azadkirin ferq nedikir. Ji bona wî hemî perçên kurdistanê yek bûn. Lê tenê dijminan ew ji hev cûda kiribûn. Ji ber ku wî dizanî bû ku azadiya perçekî dikar bibe destpêka azadiya perçên din jî.

Aha wekheviya ku di rêbaza de hatiye destnîşankirin ev e. Yanî ji bona kurd li ser erda xwe li gor zanîn, hêz, qawet û aqilê xwe wekhev bijîn, ev xal kiriye xala vê rêbaza pîroz. Her weha wekheviya di rêbazê de hatiye destnîşankirin ku divê miletê kurd li gel hev weke bra bijîn. Divê herkes bikaribin xwedî li mafê xwe derkevin da ku tade û zilm li hinan neyê û hin jî li ser serê gelê xwe nebin desthilateke bê adelet û demokrasî…

Helbet di vê xala wekheviyê de divê her tişt weke hev bin, tune ye.Ji ber Barzaniyê nemir zanîbû ku her tiştên hene nabin weke hev. Lê hin tiştên ku divê mirovahî weke hev bi wê û wan bijîn hene. Loma di rêbazê de tiştên ku hene divê li gor mirovan kar û xebatên wan, li wan bêne parvekirinê. Yanî te bi kar û xebata xwe, bi cahd û berxwedana xwe çi heq  kir ew heqê te ye. Kesên destdirêjiya wî heqê te bike, divê bê bersîv nemîne. Loma di vê xala wekheviyê de, mafê kesan xwarin, zilm û tade li kesan kirin tune ye. Kê çi heq kiribe divê bibe xwediyê wê.

Ji ber vê ye ku dagirkerên mafê kurdan bi zorê ji wan stendiye, sererd û binerdê wê axa pîroz dixwin ku bi qasî misqalekî nadin kurdan. Madem her milet mafê xwe heye ku herkes weke hev li ser erda xwe bi azadî bijîn. Divê ev maf ji kurdan re jî hebe. Ji bona Miletê kurd jî weke hemî miletan bikaribe bi azadî li ser erda xwe bijî ev xal hatiye destnîşankirin.

Divê em kurd û bi taybetî ciwanên Barzaniyan vê rêbaz û xalê baş fêr bibin. Fêr bibin û bizanibin ku ji bona  me kurdan kurdistan yek perçeye û divê herkes ango her kurd ji çavên xwe bêtir vê destkeftiya heyî ango başûr Kurdistanê biparêzin. Xwedî lê derkevin. Ji bona xurtbûn û demokrasiya wê xebatê bikin. Bi vê jî divê mirov yanî kurd vê xala pîroz ku di rêbazê de hatiye danîn, pêk bînin da ku wekheviya gelê xwe biparêzin.

Dema te erdê xwe ya dagirkirî ji destê dakirkeran derxist. Miletê te dê li ser wî erdî bi azadî bijî û herkesên li gor zanîn, qawet û xebata xwe bibe xwedî maf û heq., Aha tu, ez û em ê bizanibin ku rêbaz çiye û ji bona çi ev ji roja Barzaniyan dest bi tekoşîna azadiya Kurdistanê kirine, pêk anîne û tînin.

Heger mirov wekheviya gelê xwe li herçar perçan bixwazî, heger tu dixwazî azad, rehet û aram li ser erda xwe bijî. Heger tu dixwazî bi hevre li ser asasê wekheviya rast û brane , jiyana xwe bidomîne divê tu hay ji rêbaza xwe û vê xalê hebe…

Pustên heman beş