Cemîl Bayik: Rêber APO tevgera çepê Tirk esas girt û ji bo domandina wê jî PKK’e ava kir

Cemîl Bayik: Rêber APO tevgera çepê Tirk esas girt û ji bo domandina wê jî PKK’e ava kir

Rêveberê KCK’ê Cemîl Bayik beşdarî televîzyona PKK’ê Sterk TV bû û hinek nirxandin kirin. Nirxandinên Cemîl Bayik ên derbarê armanca damezrandina PKK’ê û têkiliyên Ocalan ên bi çepên Tirk re balkêş bûn. Bayik gelek caran got ku ew bizavên Ereban esas digirin.  Bayik dîsa berpirsyariya têkçûna xwe a di şerê navbera wan û dewleta Tirk de bi hêzên din ve girêda. Çend xalên axaftina Cemîl Bayik wiha ne:

Bayik: PKK’e ne tenê ji bo Kurdan hatiye avakirin

Di daxuyaniya Cemîl Bayik de, bal kişand ser têkiliyên dîrokî yên PKK’ê yên bi çepên Tirk re, hate gotin ku armanca damezrandina PKK’ê domandina tevgera çep a Tirk û kadroyên wê ye. Cemîl Bayik di axaftina xwe de banga yekitiyê ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo civaka Ereb kir, di heman demê de kîn û nefreta xwe jî li dijî Kurdan raberkir.

Cemîl Bayik di axaftina xwe de wiha got: “Li Tirkiyeyê têkoşîna demokrasî û azadiyê hat dayîn, gelek bedel hatin dayîn, şehîd hatin dayîn, hinek şoreşger hatin îdamkirin. Rêber Apo xwe dispêre tevgera şoreşgerî ya li Tirkiyê. Wî difikirî ku ewê çawa wê tevgerê bidomînim, çawa dikarim wan şoreşger û şehîdan zindî bihêle? Ji ber vê yekê PKK’e ava kir. Yanî ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Tirkiyeyê û ji bo hemû mirovahiyê PKK’e ava kir”.

Tê zanîn ku PKK’e bi taybetî li hember rexneyên li ser pêkhateyên wê yên siyasî wek HDP-YSP-HEDEP, weke ku ‘dûrî Kurdayetiyê ketine’ red dike. Rêveberên PKK’ê beriya niha jî ew rexneyên li ser “Tirkbûnê” weke nijadperestî qebûl kiribûn û gotibûn ewê xeta xwe neguherînin.

Gelo ger PKK’e ji bo Kurdan ava nebûye, çima ev serê 40 sal in ciwanên Kurd di nav PKK’ê de tên kuştin, nêzî 50 hezar qurbanî didin, 5 hezar gund wêran kirin, bi hezaran Kurd hatine girtin, bi milyonan Kurd koçber bûn, Kurdistan bûye qada şer? Van pirsên girîng di axaftina Bayik de bersiv nedît.

Bayik: Ji ber ku me piştgirî da Filistînê, li dijî rêveberiya me komplo hat kirin

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di axaftina xwe de bi awayekî vekirî piştgirî da Hamasê. Her wiha Cemîl Bayik di axaftina xwe de gelek caran daxuyaniyên rexne li NATO û hêzên rojavayî kirin. Wiha dewam kir “Emrê êrîşên li ser Rojava jî di destê NATO û Emerîka da ne”. Bayik rola kolonyalîst û dagirkerên herêmê di alozîyên li Rojhilata Navîn de paşguh kir.

Her wiha Bayik di axaftina xwe de diyar kir ku PKK’e ji damezrandina xwe heta niha dostê Filistînê ye. Heta îdia kir ku Ocalan ji ber ku bi gelê Filistîn û Ereban re têkilî danîne ji aliyê Emerîka ve hatiye girtin. Bayik axaftina xwe wiha domand: “Tevgera me di salên destpêkê yên damezrandina xwe de gelê Filistînê û têkoşîna wê ji bo xwe esas girt. Me bizava wan rast dît, di têkoşîna wan de cih girt û me jî berdêl dan. Yek ji sedemên komploya ser serokê me jî têkiliya me ya bi Filistîn û Ereban re bû. Tevgera me ji roja ku hatiye damezrandin heta niha li ser bingeha têkiliya bi Filistîn û Ereban re em pêşketine”.

 Bayık: Ereb kirin 22 dewlet û Kurd jî kirin 4 parçe

Di axaftina Bayik de beşa herî balkêş beşa sed salên borî bû. Bayik diyar kir ku Ereb û Kurd di heman çarenûsê de ne û dewletên rojavayî xerabî li her du aliyan kirin û got, “Ereb kirin 22 dewlet û Kurd kirin 4 parçe. Yên ku xwîna gelê Kurd û Ereb dimijînin ev hêz in. Lewma pêwîste gelê Kurd û Ereb tifaqa xwe pêş bixin. Ger tifaqên xwe pêş bixin ew ê her du gel azad bibin”.

Bayik Erebên ku xwediyê 22 dewletan in û di nav dewlemendtirîn dewletên cîhanê de cih digirin xwedî serweriya çand, ziman, aborî û axa xwe ne, û Kurdên ku axa wan li ser çar dewletan hatî parvekirin, zimanê wan lê hatî qedexekirin, ji dîrok û nasnameya Kurdayetîyê bêpar hatî hiştin… weke Ereban qîyas kir lê ev qîyas kirina Bayik bi çi dane tê kirin ti kes tênagehe. Erebên xwedî 22 dewlet û Kurdên bûyî 4 parçe û bê dewlet weke yek çarenûs nirxand.

Li ti devera cîhanê bajarekî Erebî ji ber nasnameya xwe ya etnîkî nayê xirabkirin, li her derê zimanê Erebî tê bikaranîn, pirsgirêka asîmîlasyonê Ereban tune ye. Ji aliyê din ve Kurd tenê ji bo ku dibêjin em Kurd in an jî ji bo gotina stranên Kurdî tên kuştin. Bayik ji bo ku li ber Ereban şêrîn xuya bike, ne behsa zilm û zordariya li ser Kurdan û ne jî dijminatiya Ereban a li hemberî Kurdan qed nekir.

Cemîl Bayik kulîlk pêşkêşî Ereb û Tirkan û şikayeta Kurdan li gel dewleta Iraqê kir

Weke her car di daxuyaniya Cemîl Bayik de yek ji mijarên sereke PDK bû. Cemîl Bayik got, eger PDK pêşiya hêzên wan negire, ew ê dewleta Tirk têk bibin. Her wiha Cemîl Bayik weke her carê got, “Pêwendiya PDK’ê bi dewleta Tirk re heye”.

Cemîl Bayik şikayêta PDK’ê ji dewleta Iraqê re kir. Hevserokê KCK ê Bayik ku zimanekî pir sade û sîxurî bikar anî got: “Ez ji vir dixwazim Iraqê hişyar bikim. Barzanî dixwazin li hinek cihan bi cih bibin. cihbûna Barzanîyan tê wateya cihbûna dewleta Tirk”.

PKK’e ya ku çi serwerîya wê li ser herêmên Metîna, Heftanîn û Bradostê nemayî, ji bo ku rewşa xwe ya têkçûyî veşêre, her tim di medyaya xwe de hewl têkçûna xwe bike milkê PDK. Her wiha PKK’e di hemû hewldanên tengkirina statuya Herêma Kurdistanê de piştgiriyeke ektîv ji hikûmeta Iraqê re dike. Cemîl Bayik di axiftina xwe de ji Iraqê re got “bi qasî we em jî dijminê PDK ê ne werin em bi hev re li dijî desthilata PDK’ê têbikoşin”.

Ji ber ku di rastiya siyaseta Rojhilata Navîn de, Herêma Kurdistanê bi PDK û tevgera Barzanî re bûye yêk. Tevgera Barzanî kevirê êsîle yê dîwarê Başûrê Kurdistanê ye. Yanî dijminatiya Barzanî êrîşa li dijî statuya Kurdan û destkeftên wê ye. Daxuyaniya Bayik tê wateya teklîfa taşaronî kirin ji bo dewleta Iraqê.

Cemîl Bayik di dirêjahiya daxuyaniya xwe de bang yekgirtinê li çepên Tirkan, li gelê Filistînê, dewletên Erebî û dewleta Iraqê kir. ji wan re pêşniyar kir ku bi PKK’ê re tevbigerin. Bayik li hemberî Kurdan jî dijminatî, neyartî û şer îlan kir.

Pustên heman beş