Şûnwarê ku dikare zanîna me ya dîrokî biguherîne: Girê Miraza

girê_miraza-info

Girê Miraza navê girekî 15 km dûrî Rihayê ye. Dara tuyê ya li ser vî girî cihê ku mirov diçin û bi çiqilên wê ve paçikan girêdidin û miraza digirin. Bitaybet jinên ku zarokên wan çênebin diçin ser girê Miraza. Pêbawerîyek heye ku mirazên wan hasil dibin.

Di sala 1994 an de dema ku şivanekî li Rihayê pezê xwe li ser vî girî diçêrandin, li binê dara tuyê hinek kevirên cuda dîtin, peyre qedera Girê Miraza guherî. Ji ber ku Girê Miraza di dîrokê de weke şûnwarekî herî kevn a ku heta niha hatiye keşfkirin tê zanîn.

Pîramîdên Misrê ku xwedî dîrokekî herî kevnarin jîyê wan 4500 sale. Stonhange li Îngilîstanê 5000 salî ye. Girê Miraza tam 12.000 salî ye. Û hê jî li wê deverê di tebeqeyên jêrzemîn de asarên wê şaristanîyê derdikevin.

Zêdetirî 200 stûnên di hundurê kavilan de hatine çêkirin, 20 jorên cûda pêk tînin. Her stûnek 6 metr bilind e û giraniya wê 10 ton e. Li ser stûnan û li ser dîwaran wêneyên mirov û ajalên wek werdek, berazên kovî, ga, mar û tayrê kelexan hene. Gelek motîfên razber jî hene.

Kesên ku Girê Miraza dîtî sê pirsên bingehîn dikin:

Pirsa yekem di hişê kesên ku Girê Mirazande dibînin: Ev stûnên mezin çawa hatin veguhestin bo girê Miraza, dema ku hîn çandinî nehatibû keşif kirin, dema ku hesin tune bû, dema ku mirov nikaribû amûrên pêşkeftîtir çêbike ev stunên bi tonî çawa hatine cihkirin û ev karê mezin çawa hatîye organîze kirin?

Pirsa duyem jî ev e: Çima ev şûnwar hatin ava kirin?

Pirsa sêyem ev e: “Kê ev der ava kirî ye?”

Bi gelemperî, tê bawer kirin ku Girê Miraza perestgeh e, ne cihê jiyanê. Ango beriya ku çandinî were îcadkirin, bi hezaran kes hatine cem hev, komên mezin bi rêxistin kirin û bi keda salan ji xwe re perestgehek ava kirin. tişta herî balkêş jî ev e ku van kesan ev cih çêkirî çima paşê ev şûnwar bi axê paçavtin. pirsên li ser vî cihê dîrokê hê jî nehînîyên xwe diparêze. Girê Miraza cihekî wisa tevlihev e ku hinek jî difikirin fezayî yan ev şûnwar ava kirine.

Agahiyên li ser Girê Miraza, di kare nêrînên me yên ser dîroka civakê biguherîne, bi piranî veşartî tê hiştin. Ji ber ku wekî Ian Hodden ji Zanîngeha Stanfordê gotiye: “Girê Miraza her tiştî diguherîne”. Û bê guman, yên ku dixwazin vê guhertinê bidomînin jî agahdariya Girê Miraza manîpule dikin.

Hin lêkolînên Antropolojîk dibêjin ku nimûneyên DNA yên kiloxên vî şûnwarî û xelkê nihe li wir dijin yekin. Yanî xelkê Girê Miraza jîyayî û Kurdên nûke li wir dijîn xwedî heman DNA yê ne. Yanî yên ku Girê Miraza ava kirine, neçûne cihekî, din ji aliyê bav û kalên gelên Rihayê û bajarên derdora wê ve hatiye avakirin. Helbet ev lêkolînên ilmî nîşan dide ku niştecîyên Girê Miraza bavûkalên Kurdan in.

Testên DNA yê îsbat kir ku Kurd 50 hezar sal berê di nav sînorên îroyîn ên Kurdistanê de jiyane. Yanî têkiliya Girê Miraza bi dîroka Kurdan re heye. Lêkolînên Arkeolojîk û Antropolojî îspat dike ku Kurd xwedî çand û dîrokekê wiha kevnarin û şaristanî afirandiye. Raste Ji aliyekî ve Girê Miraza wê têgihiştina dîrokê biguhere, lê wê dîroka Kurdan û rola wan a afrinerîya şaristaniyê jî nîşan bide.

Veşartina gelek pêgehan, dem bi dem rawestandina lêkolînan û sergirtina hin deveran bi guherînên ku dê Girê Miraza di dîrokê de bike ve girêdayî ye. dîroka Girê Miraza gopîtka mêjûyê ye.

Girê Miraza mijareke pir girîng e ku divê Kurd biparêzin lê xwedî derkevin.

Pustên heman beş