Fermandarê lîwaya 18 ya peyade a hêzên Pêşmerge, paş 3 rojan ji birîndar ketina wî di şerê nêvbera Pêşmergey û artêşa Îraqê de li Mexmûrê, îro şehîd ket.
Êvara roja 22\10\2023an li nêvbera hêzên Pêşmerge û artêşa Îraqê de li Mexmûrê şer û pevçûn derketin, di roja şer de du Pêşmerge şehîd ketbûn û hejmareke din jî birîndar bibûn.
Salih Zirarî fermandarê lîwaya 18 ya peyade ya hêzên Pêşmerge yêk bû ji birîndaran û îro piştî 3 rojan ji mana wî ya li nexweşxaneyê, bi sedema giranîya birîna wî, şehîd ket.