Derewa Qereçox ya medyaya virek a PKK’ê bêhna genî jê tê

Derewa Qereçox ya medyaya virek a PKK’ê bêhna genî jê tê

Têgîna kontra gerîla di termînolojî û jîyana siyasî ya salên 1990 î de cihekî girîng di girt. Kontra gerîla bi rastî hêzeke ku li dijî hêzên gerîla hatiye avakirin. Di nava dewleta Tirk de hêzeke nefermî ya kujer e. Bingeha wê li ser peyva îngilîzî Counter(dij-hember) tê.

Li ser vê têgehê ger em li medyaya PKK’ê ya ku li dijî Kurdan tevdigere binêrin, divê weke çapemeniya Kontrakurd pênase bikin.

Ragehandina PKK’ê ragehandineke dij-kurd e. çi nirxên Kurdewarî di warê exlaqî,mebdeyi û netewî bi ragehandina PKK’ê re nîne. Mîna holîganên li stadyuman, bêedep, bêrûmet û êrîşkar in. winda jî bikin êriş dikin ser bikevin dîsa êriş dikin.

Belê, medyaya PKK’ê bi rastî tevgereke dij-kurd e. Di van demên dawî de bêhna îxaneta genî ji vê ragehandinê difûre.

Di 19 ê Cotmehê de PKK’ê çeperên xwe yên li Çiyayê Qereçox radestî Heşdî Şeibî kiribû. Di dema ku hêzên Pêşmerge hewl didan çeperên xwe qahîm bikin û biparêzin, di 22 ê Cotmehê de şer û pevçûn derket û 2 pêşmerge şehîd bûn. Li gorî agahiyên ku ketine destê me, di şer de 2 leşkerên artêşa Iraqê û 8 endamên Heşdî Şeibî hatine kuştin.

Medyaya PKK’ê piştî vê pevçûnê nûçeyên derew li ser wan her du pêşmergeyên şehîd belav dike û bêrêzî bi şehîdan re dike. Niha jî PKK dixwaze ji bo ku îxaneta xwe ya radestkirina axa Kurdistanê bo Heşdî Şeibî veşêre hinek derewan belav bike. Li gorî derewên ku PKK’ê xwest belav bike, “Di bûyerê de pêşmergeyê sêyemîn ê bi navê Ehmed Hisên şehîd bûye û ev kes rastî tirkekî bi navê Yavuz Erdem e û endamê MÎT’ê bûye.”

Bi vê derewê, hewl dide ku bibêje, “Eger me nedaba Iraqê, PDK wê Tirk anîba.” Pêşî em vê yekê bibêjin: Diyik û bab û binemala hêzên Pêşmerge naskirî ye û hemû jî hevdu nas dikin. Her kes dizane kî mir û kî maye. Li Başûr kes nikare rûdanên mirinê veşêre ev yêk li gel sosyolojîya deverê ne guncaw e û Pêşmergê Kurdistanê çi pîte bi derewan nade. PKK hemû kesî weke xwe derewîn û tarî dibine. Ew hêza ku kuştiyên xwe aşkere neke, an jî li gorî berjewendîya partîya xwe mirîyên xwe dike amûrekî propagande yê PKK bi xwe ye. PKK kengî bixwaze windahîyên xwe îlan dike. Li ragehandina wê binerin hûnê bi zelalî bibînin çekdarên wê yên berîya 5 sala jîyana xwe ji dest dayî nû îlan dikin. Endamên xwe yên kuştî jî gava hewce be weke şehîd radigehîne. Yanî PKK kulûzê derewa ye kes vêra nagihe. Bûyera li Qereçox diyar e. Derewên PKK’ê tenê ji bo wê yekê ne ku bandorê li layengirên xwe bike û helbet hê zêdetir Iraq û Heşdî Şeibî dilşad bike.

Medyaya PKK’ê dibêje ku wan endamên MÎT’ê yên di nava Pêşmerge de tespît kirine. Heke tu we jêhatî yî, pêşî endamên Mît’ê yên di nava xwe de îspat bike. Xwefiroşî û cehşatî rêbaza PKK’ê bixwe ye. di nava rêbazeke wiha de mirov rastîyê bigere wê bê encam be.

Li Rojava her roj wesayîtên PKK’ê tên lêxistin, rêveberên we yê serê çiyê tên dîtin û gulebarankirin. Gelo ji we pêve ma kî wan cihên we yên nepenî dibine ku agahî bide Mît’ê? Ger hûn dixwazin Mît’ê bibînin herîn pêşberî Eynikê wê bi zelalî bibînin. Li hûve wêve negerin li rabirdoyê serok û fermandên xwe binêrin hûnê Mît’ê bibinin.

Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak jî li gel çapemeniya PKK’ê dirûşm qîr kir û got, “MÎT a Tirk di bin nav û cilên PDK’ê de dixwaze were li kampê komkujiyan bike.” Fîlîz xanim, ne hewce ye ku MÎT a Tirk bi unîformayên PDK’ê were. Tu li wirî ma ne bese? Mît di hundurê we de ye. Ji sedî 70 ê xelkê Mexmûrê xwedî pasaporta Tirkiyê ne. Piraniya xortên li kampa Mexmûrê dijîn, bi wê pasaportê diçin Tirkiyê û leşkerîya tirkan dikin û vedigerin kampê. Ji her çar kesên li ber Konsolosxaneya Tirkiyê ya Hewlêrê, yek jê xelkê Mexmûrê ye. Niha li ber Balyozxaneya Bexdayê rêzê çêdikin. Ji xwe xizmên Fîlîz Budak ên li kampê jî pasaporta Tirkan pêraye.

Fîlîz Xanim di heman demê de rêvebera Meclîsa Gel e. Pêşî bila hesaba ciwanê bi navê Dilovan Îşlak yê ji aliyê artêşa Tirk hatî qetilkirin bide xelkê Mexmûrê. Ew xort bû qurbana kadroya jin a PKK’ê ya bi navê Kurdistan.

Ne hewce ye ku zêde dirêj bikin, PKK’ê versîyona DAIŞ’ê yê ku jinên Kurd li Şengalê dîl girtin û firotin anî dana ser serê gelê Mexmûrê. Çiyayên herî girîng ên Kurdistanê radestî Tirk,Ereb û Farisa kir. Ger navê vê yekê ne xîyanet be wê çi be. Medya PKK xwe bidirîne jî nikare vê rastiyê biguherîne.

PKK hewl dide ku di şerê wekaletê yê li Rojhilata Navîn de bi xwîna ciwanên Kurd û firotina paşeroja Kurdan bide meşandin. Ji bo domandina temenê rêxistina xwe dikare hemû nirx û destkeftên Kurdan bifiroşe.

Yê ku Efrîn radestkirî PKK’e yr. Yê ku li Serê Kaniyê tu xwendekarek ku kurdî bixwîne nehêlayî, ango ew herêm dayî Tirka PKK’e ye.  Yê ku ji Xaxurkê derket PKK ye. Yê Heftenîn radestkirî PKK ye. Yê ku ala Iraqê li Şengalê daleqandî PKK ye. Yê ku Heşda Şeibî anî kampa Mexmûr û Qereçox PKK ye. Çawa ku Hamasê ji bilî mirinê tiştek ji bo Filistînê neanî, PKK jî bi xwe re ji kurdan tenê mirin,malwêranî,derbederi û bêûmîdî anî ye.

Pustên heman beş