Di rêbazê de xwedî li xwe derketandin

Di rêbazê de xwedî li xwe derketandin

Bûbê Eser

Baş tê zanîn ku kesên xwedî li xwe dernekevin wê têk herin û dê nikaribin xwedî li kesên din jî derkev in. Miletê xwedî li xwe dernekevin wê wenda û tune bibin. Lewra jî di rêbaza pîroz de ev xal bi xetên qalind hatiye destnîşankirin ku divê Kurd xwedî li xwe û li welatê xwe derkevin. Ji ber ku hebûna kurdan û mayîna wan li vê cîhanê girêdayî xwedî li xwe derketandinê ye.

Ji ber vê ye ku dema Barzaniyan serî li hember dagirkeran rakirin biryareke gelekî pîroz û neteweyî girtin. Çi bû ew biryara pîroz ku di rêbazê de xala watedar e? Ew xal ev e ku dema Barzaniyan li hember dagirkeran serî rakirin û xwestin xwe û welatê xwe azad bikin. Biryar girtin û gotin: ”Em li ser erda xwe, di welatê xwe de biyaniyan weke serdestên xwe qebûl nakin”.

Loma jî şerê berxwedan û hebûna Kurdan ji ber wê xala pîroz bû ku qet ranewestiya ye. Ji ber ku Barzaniyan dizanîbûn, ew miletê li ser erda xwe bikevin bin emrê biyaniyên erda wan dagirkirî ye, wê heta û heta weke kole û rêncber bijîn. Di welatê xwe de dê tu mafê wan tune be.

Ji ber ku Barzaniyan li gor tecrubeyên xwe, li gor şert û mercên navneteweyî dizanîbûn ku miletê bindest dê tu caran nebîn xwediyê xwe û tu tiştan. Ji ber ku hebûna miletê bindest ango xelkê li welatê kolonî dijîn wê tim girêdayî serdestên xwe bin.

Serdest çawa bixwaze dikare weha şekil bide wî miletê ku dagirkirin e. Ji ber ku dijmin tu caran bi dagirkirina erda miletekî nayê û nehatine ser. Çi dema ku welatekî dagir dikin, hêdî hêdî mejî, ziman, çand, folklor û baweriya xelkê wî miletî jî dagir dikin.

Bi zimanekî din û vekirî nişteciyên welatê têne dagirkirin, divê tenha  ji dagirkerên xwe re xizmetê bikin û li gor qanûn û destnîşankirina dagirkerên xwe dikarin tevbigerin. Yanî bi dagirkirina welêt, zîncîrên koledariyê jî li hustiyê xelkê tê girêdanê.

Di welatekî dagirkirî de tu nikare bibe xwedî mal û milkên zêde, tu nikarî bibe dewlemendekî ku bikaribe rojekî bi hebûna xwe ya madî li hembere dagirkerên xwe rabe. Ji ber vê ye ku di welatên dagirkirî de, xelkê wê ne xwediyê xwe û tiştekî ye. Tiştên di destên wan de jî, dagirker çi demê bixwazî ji wan digire.

Çi dema dagirker dixwazin an bixwazin, dikarin wî xelkê dagirkirî bixe zîndanên xwe yên pîs. Çi demê bixwazin dikarin malê kesekî hema çenekî bû be dewlemend jê bigire. Çi demê bixwazin dikarin destdirêjiya namûsa wî jî bike. Bi vê jî, te li ser erda te ya dagirkirî ji xwe re dike kole û xizmetkar.

Bi gotineke vekirî û zelal, dema erda te hate dagirkirin tu bi xwe jî tê dagirkirin û tu nabe xwediyê xwe û tu tiştekî. Tu mecbûre li gor şert û mercên dagirkeran ji bona te çi destnîşan bike, wê mafê te tenha ew be û bi qasî wê tu dikarî tevbigere. Ew çerçeweyekê ji te re datîne û tu nikare ji wê derkeve derve.

Dema Barzaniyan li hember dagirkeran rabûn û serî ji wan re netewandin, ji ber girtina wê xala pîroz ya ku dibêje: ”Em ê biyaniyan li welatê xwe nakin serdestê xwe” bû. Dema te dagirkerên xwe kir serdest û mezin xwe, êdî tu ne tu ye. Ango tu êdî kole û ji xizmeta xwediyê xwe pêve ne tiştek e.

Zehmete ku tu ji koleyan re bêje ku tu kole ye. Ew vê yekî qebûl nakin. Ji ber vê ye ku ji bona miletê kurd nebe kole û rêncberê dagirkerên xwe, Barzaniyan tim li hember dagirkeran şerê azadiya gelê xwe dane û hê jî didin. Şop û tekoşîna Barzaniyan li her çar perçên Kurdistanê tê dîtin. Ji ber ku wan tu caran nexwestine û naxewazin xelkê wan bibin xizmetkarê ku ew û welatê wan dagir kirine.

Ji ber wê tekoşîn û berxwedana Barzaniyan ya û li gor wê xala pîroz bû ku Kurd îro li ser erda xwe bi temamî nebûn kole û ji bona nebin jî tim di nava tekoşîna azadiya gelê xwe de bûn.Yên cesaret û wêrekiya serîhildanê da kurdan, ev xala pîroz bû.

Ew xal bû ku wêrekî û ruhê neteweyî da kurdan. Dema tu biyaniyan li ser serê xwe û li welatê xwe neke desthilat û li hember wan tekoşîna azadiya gelê xwe bide, tu nabe kole û rêncber. Eksê wê tê roj bi roj li gel berxwedan û tekoşîna li hember dagirkerên xwe, bêtir bibe neteweyî. Çi dema miletê dagirkirî li ser erda xwe û li hember dagirkeran şerê azadiya gelê xwe dan, wê ew xelk, bibe neteweyî. Kesên ku neteweyî fikirîn wê rojekê miletê xwe jî azad bike. Aha azadiyê başûrê Kurdistanê ji ber wê xalê bû.

Heger Barzaniyan ev biryara pîroz negirtibana û nekiribana xalek ji xala rêbaza pîroz, dibû ku îro em weke kurd ne xwediyê xwe û tiştekî bana. Wê tu maf û heqê me jî tune ba. Wê tenê heqeqî me heba, ew jî em ê bibana kole û xizmetkarê dagirkerên xwe.

Pustên heman beş