Encamên siyasî û leşkerî yên radestkirina çeperên PKKê li Mexmûrê bo Heşda Şeibî

ciyaye-qerecox-info-pkk

HPGê di 19 ê Cotmehê de ji nişka ve daxuyaniyek da û ragihand ku hêzên xwe ji Mexmûrê vedikişine. Ev daxuyanî weke bûyerek girîng ku hem di warê leşkerî û hem jî di warê siyasî de encamên xwe hebin. ji ber ku çavê hemû Dinyayê li ser Şerê Îsraîl û Hemasê bû, çi kesî êncamên radestkirina van çeperên PKKê yên li Mexmûrê ji aliyên leşkerî û siyasî ve nenirxand.

Lê di rastiyê de bûyera radestkirina çeperên HPGê yên li Mexmûrê weke berdewamîya 16 ê Cotmeha 2017 an de ji aliyê hevpeymaniya YNK-PKKê ve Radestkirina Kerkûkê bo Heşda Şeabî weke berdewamîya 18 Adara 2018 radestkirina Efrînê bo dewleta Tirke. Encamên wê yên leşkerî û siyasî yên mezin wê hebin. Di vê demê de ku Rojhilata Navîn ber bi şerê cîhanê yê sêyemîn ve diçe de, radestkirina Qereçox di parastina Kurdistanê de şikestineke mezine. Ka em hinek hurgulîyên vê bûyerê helkolîn.

Ya ku hatî radestkirin ne wargeha Mexmûrê ye Çiyayê Qereçox e

Di daxuyaniya HPGê de hat gotin “Em hêzên xwe ji kampa Mexmûrê vedikişin” ev pênase bi zanebûn hatiye hilbijartin. Di esasê xwe de ya ku li pey xwe hiştiye ne kampa Mexmûre, çiyayê Qereçoxê ye. PKKe bi hemû kadroyên xwe li kampa Mexmûrê dimîne. lê çeperên çîyayê Qereçox radestî Heşda Şeibî hatin kirin.

Çiyayê Qereçoxê bi dîrok û cihê xwe ve di erdnîgariya Kurdistanê de xwedî girîngî yek taybet e. Li hemû Iraqê ji aliyê bilindahiyê ve ti herêmeke Ereban ji cihên Kurdan bilindtir nîne. Ji ber vê sedemê çîyayê Hemrîn û Çiyayê Qereçoxê di dîrokê de rêgirî ji dagirkerîya Ereban kirîye. Loma jî Qereçox weke mertalekê parastina deşta Hewlêrê û erdnîgarîya Kurdistanê dike.

Yên ku dixwestin Mûsil-Hewlêr-Kerkûkê de serdest bibin, ji berê xwe didin Çiyayê Qereçoxê. Serdema berê Îngîlîzan jî hewl dida ku li vir bingehê xwe bide Iraqê.

Çiyayê Qereçox lingekî projeya Heyva Şîe ya Îranê de ye

Çiyayê Qereçoxê îro girîngiya xwe ya stratejîk diparêze. Ji ber ku şertê bingehîn ê serweriya xeta ji Kerkûkê heta Mûsilê heta bo Şengalê cihbûna Qereçoxê ye. Di dema Seddam de wî dixwest bi bicîkirina Ereban li vir demografîya herêmê biguhere. Îro ev navçe di çarçoveya projeya Heyva Şîe ya Îranê de tê bikar anîn. Îranê ji sala 2012 an ve planek ji bo herêmê heye ku piştgirî bide bêîstiqrariyê li herêmê û nehêle hêzên Pêşmerge li herêmê serwer bibin. Şandina Gerîlayên PKKê bo Çiyayê Qereçoxê jî encama projeya Îranê bû.

Çîyayê Qereçox çepere pêşî yê parastina Hewlêrê ye

Çiyayê Qereçoxê tenê 45 km dûrî Hewlera paytext e. Gund û navçeyên Kurdan ên li herêmê wek Mexmûr, Pirdê, Dubiz û Guver di bin serweriya vî çiyayî de ne. Yanî Çiyayê Qereçox ne tenê ji bo serweriya rêka Kerkûk-Musil, ji bo parastina Hewlêrê jî pir stratejik e.

Hat zanîn ku di salên 2020-2021 an de gelek mûşekên ku avêtine Hewlerê ji qûntara Qereçoxê hatine avêtin. Niha dewleta Iraqê bi hinceta rewşa aborî ya xelkê, hewl dide ji bo Heşda Şeabî cehşan kom dike.

wek hûn jî dibînin Çiyayê Qereçox ne tenê bo parastina Hewlerê girînge di heman demê de çeperek stratejik yê parastina Başûrê Kurdistanê ye jî. Ev herêm ne welê cihekî asayî ye weke ku Qerayilan dibêje, “Em parastina herêmê ji ciwanan re dihêlin”. PKKe bi zanebûn li ser malperên xwe dibêje, “Dewleta Tirk êrîşî wargeha Mexmûrê dikir, PKKê gav tektîkî avêt, artêşa Iraqê hat û wê gelê Mexmûrê wê rehet be”.

Lê rastî wiha ye: PKKe çend lûtkeyên girîng û xetên rêyên sitratejîk ên Qereçoxê, ku sînorê dîrokî û xeta bergirîya sitratejîk a Kurdistanê ye, radestî Heşda Şeibî kir.

 Kê ev pêngav ji PKKê xwest?

Dewleta Iraqê ji her demê zêdetir di dîroka xwe de li dijî Kurdan bi rêxistinkirî tevdigere. Ev rastiyek e pir dijwar ambargoya aborî, ava kirina sîstema cehşatî, dîplomasîya ji nav birina herêma Kurdistanê bi serkêşîya dewleta Îranê tê kirin.

Em şopa vê projeya Tehranê di hemû hewildanên PKKê yên ji sala 2012 an û vir ve dibînin. Di mijara radestkirina wargeha Mexmûrê de Qarayilan dubare digot “kesî ji me nexwest ku em derkevin, em bi xwe derketin” Qarayilan bi vî eqlê xwe yê apolitik dixwaze cehşatîya ku ji Iraq-Îranê re dike veşêre.

Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ ê yên sala 2014 an, Qasim Silêmanî bi xwe di xwest PKKe careke din li kampa Mexmûrê bi cih bibe. Yanî di çarçoveya projeya Qasim Silêmanî de hêzên leşkerî yên PKKê li wir hatin erkdar kirin. Derketina PKKê îro bi biryara Îranê hate pêkanîn.

Ev radestkirina ji nişka ve ya Çiyayê Qereçox bi şerê herêmî yê li dora şerê Îsraîl-Hamasê ve girêdayî ye. Tê wateya helwesta Îranê ya li hemberî Emerîka. Di heman dem de tê wateya ku Îran xwe li hember Hewlerê bi cih dike.

Radestkirina çeperan ji Heşda Şeibî re xiyaneteke netewî ye.

Dema mirov van hemû kiryaran bigihîne hev, encam ev e: HPGê, yanî PKKê di 19 ê Cotmehê de çeperên parastina Kurdistanê yên li Çiyayê Qereçoxê radestî çekdarên Heşda Şeibî kirin. Ev tê wê wateyê ku Hewlêr û Kerkûk, navenda bajar, navçe, bîrên petrolê û zevîyên xaza Kor Mor radestî Heşda Şeibî tên kirin.

Heşdî Şeibî curekî Şîeya ne û dişibin Erebên Sunnî û leşkerên Tirk ên ku Efrîn û Serêkaniyê dagir kirine. Çawa ku yên ku Efrînê dagîr dikin, zîhniyeta qirkirinê li ser Kurdan dimeşînin, milîsên Heşda Şeibî jî heman tiştî dikin. Ji ber vê yekê radestkirina çeperên Qereçox ji bo dijminî tê wateya xiyaneta neteweyî.

Projeya dorpêçkirina Kurdistanê: Girê Casûsan, Qendîl, Şengal û niha jî Qereçox

Mijareke girîng heye ku divê rewşenbîr û dîroknasên Kurd li ser lêkolînan bikin. Her cihê ku PKKê 40 sal in gotiye “Ev der ya min e, kes nikare bikeve” paşê bûye keleha kolonyalîs û dagirkeran. Ew mijarek e ku lêkolînek dirêj pê hewce dike. Em tenê dikarin cihên ku PKKê di van deh salên dawî de radestî Îranê kirine, bi kurtî binivîsin.

PKKê di 5 ê Cotmeha 2011 an de xeta sînorî ya di navbera Iraq û Îranê de bi nakok radestê Îranê kiribû. Di rabirdûya dîrokê de tu dewlet li ser lûtkeya Qendîlê serwer nebibûn. PKKe hatina hêzên Pêşmergeyan qebûl nekir û ew lûtke radestî hêzên Îranê kir. Her wiha girekî girîng ku bi navê Girê Casûsan tê zanîn radestî dewleta Îranê kir. Bi vî rengî PKKê keleha herî girîng a berxwedanê ya Kurdan ango çîyayê Qnedîl teslîmî Îranê kir. PKKe tenê li qûntarên çîya ma ye lûtke û silsîla çîya di destê Îranê da ye.

Di 1 ê Hezîrana 2018 an de Fermandarê Supaya Pasdarên Îranê Serdar Şekurî ev peyv bi kar anîbû. “Me amadekariyên girîng ji bo dabînkirina ewlehiya sînorên Îranê kirin û encamên serkeftî me bi dest xistin. Piştî 60 salan me ala xwe li Çiyayê Qendîlê daliqand. Ji bo cîbecikirina vê plana me hêzên xwecihî harîkarîyek mezin da me”. Ev gotinên generale Îranê bi awayekî zelal nîşan didin ku PKKe li şûna ku lûtkeyên Qendîlê radestî Kurdan bike, radestî dewleta Îranê kir.

Piştre jî rewşek bi heman rengî li Şengalê jî pêkhat. Çawa ku PKKe li Çiyayê Qereçoxê wek cerdevan hat cihkirin û dema jê re gotin derkeve jî derket wê heman tişt li Şengalê jî bibe. PKKe bi îradeya xwe neçû Şengalê. PKKe ji aliyê Îranê ve hat şandin bû Şengalê. Ger Îran jê re bibêje dev jê berde, ew ê dev jê berdin.

Bi vê perspektîfê ve gava em li biryara Qereçoxê binerin bi zelalî tê fêmkirin. Projeyek heye ku Kurdistanê yek bi yek dorpêç bike. Eger PKKe partiyeke rasteqîne ya Kurdistanî bûya, dema ew qas êrîş li ser Kurdan dihatin kirin, ewê pêşî hizra radestkirina çeperên xwe ji bo Pêşmerge bikira. Li gor gotinê çawa ku ji Mexmûrê derket bi hinceta ku Tirk nekevinê, wê deme çima ev hişyarî bo deverên din nişan ne kir. Yanî çima ji Şekif, rojhilatê Metîna, Xantûr, zinarê Kêste,Kurejar û lêlkan radestî Pêşmergê Kurdistanê nekir ku Tirk nekevin ê? lê PKKê hemû hewlên Pêşmergê Kurdistanê bo ewlehîya xelkê deverê weke “êriş li ser xwe” pênase kir. Hemû sînorê bakûr radestî artêşa Tirk kir vêca nûke jî xetên başûrê herêmê radestî dewleta Iraqê dike. PKKe hêzekî kirêgirtîye ku tenê destkeftên Başûr têkbibe. Ji ber ku di vê lîstikê de PKKe “hevalê xwediyên projeya dorpêçkirin û wêrankirina Kurdistanê ye”. radestkirina çîyayê Qereçok bo Heşda Şeibî li ser vê planê pêk hatîye.

Pustên heman beş