Çekdarên Eşîran nuqteyeke leşkerîya HSD li gundewarê dêrezorê girtin

Çekdarên Eşîran nuqteyeke leşkerîya HSD li gundewarê dêrezorê girtin

Îro roja yekşemî 29/10/2023 çekdarên xwecihî karîn nuqteyeke leşkerîya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) piştî şer û pevçûnên li gundewarê rojhilatê Dêrazorê kontrol bikin.

Çavkaniyên xwecihî ji herêmê ragihandin ku piştî şer û pevçûnên di navbera her du aliyan de çekdarên eşîrên xwecihî dest danîn ser nuqteyeke leşkerî li bajarokê Ebû Hardûb li gundewarê Dêrazorê.

Her weha tekez kirin jî ku di encama pevçûnan de kuştî û birîndar ji her du aliyan çêbûn.

Çavkaniyên han eşkere kirin ku wan çekdaran karîne hijmareke endamên Hêzên Sûriya Demokratîk dîl bigrin.

Pustên heman beş