Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hefteya borî bi “sedema PKKê” 15 kes hatin desteserkirin.
Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku di navbera 23-29ê Çiriya Pêşînê de bi armanca “rêgiriya çalakiyên rêxistinê” operasyon hatine kirin.
Di van operasyonên cuda de li Wanê 15 kes bi sedema “endamtî û alîkariya PKKê” hatin desteserkirin.
Derbarê kesên desteserkirî de karên yasayî hatin destpêkirin.
Li Rihayê jî kesek hat desteserkirin
Li aliyê din, Li Rihayê li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi sedema “endamtiya PYDyê” kesek hat desteserkirin.