Mihemed Selîm Çurukkaya çima û çewa ji PKK’ê veqetiya?-9

Mihemed Selîm Çurukkaya çima û çewa ji PKK’ê veqetiya?-8

Mihemed Selîm Çurukkaya yek ji damezrînerên PKK’ê ye, ew rojnamevan, siyasetmedar û nivîser e, jiber wilatparêzî û kurdperweriya wî dema 11 salan di zindanên cuda yên Tirkiyê de, di rewşeke herî xereb de li ber xwe da û teslîm nebû, dema ji zindanê azad dibe, berê xwe dide çiya, bi Evdila Ocalan re dîsa têkildar dibe, dema ji zindanê azad bûy û vegeriyay nava PKK’ê de ji gelek tiştên di nava PKK’ê de bûyî qanûn nerazî bû, lê nekarî nerazîbûna xwe bi azadane beyan bike, ji ber ku diyarkirina nerazîbûnê bi wateya dijatîkirina Ocalan tê, bêy guman ev yek jî da bibe sedema sûçbarkirina wî bi îxanetê û piştre tasfiyekirina wî, ji neçarî biryara revînê ji nava PKK’ê û veqetîna ji vê partiyê dide, wî bi nivîsandina pirtûkekî bi navê “Ayetên Apo” hewl da rastiya Ocalan û PKK’ê ji gelê kurd û cîhanê re eşkere bike.

Di vê pirtûkê de baş xweya dibe ku gelek tengasî dîtine heya ku bikare xwe bigihîne Ewropayê, dema ji PKK’ê vediqete û li Libnanê bêy pere û pasport dikeve koçe û kolanên Beyrotê, pirr caran di xeyalên xwe de hin pirsên girîng ji xwe dike ku mirov dikare wusa şîrove bike ku ger ew bihatiba girtin da Ocalan jî heman pirsan ji wî bike. Emê hewl bidin di çend nivîsan de basî hin ji sedemên veqetîna Çurukkaya ji PKK’ê û helwest û biryarên Ocalan di nava PKK’ê de ku nivêser bi “Ayetên Apo” dide naskirin bikin.

Di nerîna Mihemed Selîm Çurukkaya de Ocalan çewa derbarê dadgehên PKK’ê difikre?

Ocalan: Li cem me tu kes nikare li himber dadgehê berevaniyê ji xwe bike, mafê bergirîkirinê ji xwe bi tenê di dadgehên burcuwazan de heye, dadgehên me dadgehên gelin, ev ew dadgehên serbixwene yên nûneratiya rêberiya min dikin, anku di dadgehên gel de ku nûneratiya rêberê partiyê dikin, gelo rê tê dayîn kesek bergiriyê ji xwe bike? Na, ez wusa sivik û bêy buha nebûme, bîreweriyên şehîdên ezîz têk nadim, bêgoman bi bawerî mafê axaftinê didîn kesên tawanbar, anku ew kesê bêy buha, lê her kadroyekî heya îro hatiye dadgehkirin, bêy cudahî ev gotine kirine: “min ti tiştek din tuneye bibêjim, beriya her kesî ji bo rêberê partiyê û berxwedanvanên çiya û zindaniya soz didim ez çak bibim”, gelo qey min ji wan kadroyan re gotiye wusa bibêjin? Na, lê ez li doseya bi hezaran dadgehkiriyan dinêrim hemû we dibêjin û hemû jî pesna min didin, anku ev şêwazekî rêberatiyê ye, bi rastî ez her tim dibêjim: dest ji pesindayîna min berdin, tiştekî biafirînin ku gel pesna we bide, lê nikarin, ji dest wan nayê, pirr bê mejî ne.

Armanca dadgehên me eve ku kesan bînin ser rêya rasta min, armanca kuştinê jî her eve, pey re armanca zindankirinê jî her eve, her weha armanca îşkencedanê û her tiştî eve, bi vî awa tên ser rêyê, ya ku ez dibêjim bêy qeyd û şert piştrast dikin, weke hizrên min hizir dikin, peyvên ku ez bikar tînim dubare dikin, ew bi xwe dest  ji hizir kirin û dîtina têza berdidin, ew hizrên ez hazir didim dest wan piştevaniyê lê dikin, tev jî wek yekin, serê wan lê bide û canê wan jê bistîne, pir hejarin, li himber leşkirê tirkiyê mîna berxên qurbaniya ne, ji ber vê yekê mîna pezî ne û nikarin bifikirin, her tim dibêjim: hûn berxên qurbaniya ne, ew dibêjin: belê serok.

Ew pirr lawazin, ji ber ku min hêza wan jê stendiye, nikarin bipeyvin, ji ber ku hertim ez dipeyvim, ew pirr biçûk û bê kesatî û sivikin, ji ber ku ez gelekî ji hejî û ast bilind im, nikarin hizir di tu tiştekî di bikin, ji ber ku bi tenê ez difikirim, tu dahînanekî nakin, ji ber ku bi tenê ez dahînerim, tu kesekî ji wan nikare teorîyekê darêje, ez dadrêjim, nikarin du peyva bînin ba hev, fermandarên wan yên herî jêhatî jî li himberî min dibêjin rêberatî rast dibêje: raste, belê serok, weye serok, temam serok, ji vê zêdetir tu peyvek din nabêjin, niha ma qey ez dibêjim nepeyvin? Na, ez ne ew kesim xelkê bê deng bikim, ez rê didim ew bipeyvin, kî rê dide bi milyonan kes bipeyvin? Dema ez we dibêjim kerên kurên kerê yekser baweriyê bi demokratîkbûna min tînin, xwe di rastiyê de kar bi wî awa nîne, yên ku min rakêşane ser rêbaza rêberatiyê ayatên min dubare dikin, ji wê yekê zêdetir nikarin tu têzan darêjin, tu peyvan bibêjin, min zilamên xwe xistine vê rewşê, bêy goman ji min qebûl kiriye ku hizir û bîrên min hizir û bîrên partiyê ne, ayatên min jî nerîna partiyê ye, kole nikarin partiyê bidin aliyekî û nerîna xwe bibêjin, têzên partiyê têzên minin.

Pustên heman beş