Şerê Îsraîlê û Hemasê: Rewşa Kurda!

Şerê Îsraîlê û Hemasê: Rewşa Kurda!

Roja 7.10.2023ê ji devera Xezzeyê rêxistina Hemasê di dîroka xwe de êrîşa herî mezin bir ser Îsraîl. Nêzikî 1400 kes hatin kuştin, zêdeyî 200 kes dîl hatin girtin û zîyanek mezin dan Îsraîl. Heta şikandina rûmeta dezgehê ewlehiya Îsraîl bû cihê gotubêjek berfireh. Di nav kuştiya û kesên dîl hatîn girtin de, jin, zarok hene pirani wan xelkê sivîin.

Piştî vê êrîşê Îsraîl bersiv da û bi tundî êrîşê devera Xezzeyê kir, bi hezaran avahî xirakirin û bi hezaran kes hatin kuştin û dehan hezar insan koçber bûn. Ev şer hêja berdewam e û kesek nizane dê dawiya vî şerî bigihêje ku derê. Heta dikare bibe sedemê şerek herêmî û wêdetir jî bibe sedema şerek cîhanî jî.

Li gora medyayê eve du salin Hemas amadebûna êrîşekî bi vî awayî dike. Lê herkes dizane ku Hemas bi imkana xwe bi tenê nikare vê amadebûna bi vî kasî berfireh bike. Îran li pişta Hemasêye û hemû imkan ji bo amadebûna vê êrîşê daye Hemasê. Hizbullaha Libnanî pişgiriya Hemasê kiriye û herweha hemû rêxistin û aliyên ku di bandora Îranê de li herêmê tevdigerin pişgiriya Hemasê ji bo vê êrîşê kirine.

Eve demek bû welatên Erebî û Tirkiye pêwendiyên xwe li gel Îsraîlê normalize kirîbûn. Dixweyê armancek jî ya Îranî cardin têkbirina van pêwendiyan bû. Niha hale hazir dema mirov li helwesta welatên Erebî û Tirkiye dibîne, dixweyê ku Îran gihaye armanca xwe. Lê ji aliyek din helwesta DYA û welatên rojava hindikbêjî leyiztika Îranê xira dike.

Welatên Ereban vekirî pişgiriya Hemasê nakin. Heta radeyekî serokê Filistiniya  Mahmut Abas bi xwe jî pişgiriyê nade Hemasê û daxûyakirin ku, Hemas nûnertiya Filistiniya nake. Lê bivê nevê şerê heyî cardin wek şerê Îsraîl û Filistiniya tê nirxandin. Ne wek şerê Îsraîl û Hemasê tê nirxandin. Ev yek jî tê wateya Îran heta radeyekî di siyaseta xwe de serkeftiye.

Hêzên girêdayî Îranê li Iraq, Suriye, Rojava û başûrê Kurdistanê rojane êrîşê bingehên DYA û hêzên hevpeyman dikin. Niha hinek berpirsên Iraqî daxwaza derketina hêzên DYA û hevpeymana ji Iraqê dikin. Gelo ev yek bibe, dê cardin Iraq nebê qada şerek berfireh? Dê di vê xalê de rewşa başûrê Kurdistanê çewe be? Ev yek mijarek herî girînge û dive li başûrê Kurdistanê Kurd vê bikin babetê sereke. Tedbîra herî mezin ji bo vê ewe ku, Kurd di nava xwe de yek dengbin û tifaqa di nava mala Kurd de bi hemî awayî avabikin û bi hêz bikin. Ji ber ku ji bo Kurda ewlehiyeta herî sereke parastina destkeftiyên Kurdistanî li başûrê Kurdistanê ye.

Dema mirov pêwendiya navbera Kurda û Filistinaiya de bi kurtahî binirxîne, rewşa heyî gelekî xerib e. Ji berê pêde aliyên Kurd hemû pişgiriya tevgera Filistiniyan dikin. Heta rêxistinên, Îslamî, yên Çep, yên liberal hemû pişgiriya Filistiniyan dikin. Ji bo çi vê pişgiriye dikin?Her ali li gora xwe tiştekî dibêje. Kurd dewletbûna Filistiniya jî diparêzin. Heta cara di şerê Filistiniya û Îsraîl de kurdan li aiyê Filistiniya cih girtine û şerê Îsraîl jî kirine. Lê gelo Filistinî ji bo Kurdan çi difikirin? Ev yek girîng e.

Filistinî wek welatên ereban yên ku Kurdistan dagirkirine difikirin. Wek Suriye û Iraqa Sedam li Kurda dinêrin. Filistinî dewletbûna Kurda naparêzin û li dij derdikevin. Heta tê zanin ku, karaseta Helebçeyê de li tenişta Sadam sekinin û şerê tevgera azadixwaz a Kurda kirin.  Lê himber vê helwesta Filistiniya, Kurd cardin li dijê Filistiniyan tevnegeran û pişgiriya tevgera wan a azadixwaz kirin.

Bê guman li ser rewş û helwesta Filistinayan gelek tişt hene ku bêne gotin. Lê ya giring ewe ku, her welat û her tevgerek li herêmê û cîhanê ji bo berjewendiyên xwe tevdigere. Tu kes berjewendiyên xwe nakin qurbanê aliyek din.

Di her şerekî de, tişta diltezin ewe ku tê sere xelkek sivîl, jin, zarok têne kuştin, xelke tujî koçberiyê dibe, birçî dimine û karasetên mirovatî têne hole. Ev trajedî dilê mirov diêşîne.

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, partî û aliyên siyasî Tirk , Kurd, Rast, çep,îslamî û hemû cureyên îdeolojiyên ku têne bîra mirov, pirsa Filistin de dibin yek deng û bi hevra pişgiriya Filistiniya dikin. Gelo sire vê çiye? Eger ev yek bê vekirin û gotubêj kirin, belkî bibe sedemekî ku, kurd jî bikaribin ji bo berjewendiyên xwe yên netewî rêyekî bibînin ku bi hevre tevbigerin!

ROJEVAKURD

Pustên heman beş