100 saliya Komara Tirkîyê, paradîgmaya Ocalan û mijara kêkê

100 saliya Komara Tirkîyê, paradîgmaya Ocalan û mijara kêkê

Komara Tirkiyeyê 100 saliya xwe temam kir. Di nava van sed salan de Komara Tirk ji bilî mirin, jenosîd, înkar û asîmîlasyonê tiştek bû Kurdan de neanî. Dagirkerîya Komara Tirkiyeyê ya li ser welatê kurdan, erdnîgarî ya wê, ziman, çand û dewlemendîya wê li dîroka cîhanê de wêrankarîyek bi vî cûreyî nehatîye dîtin. 

Mixabin Bakurê Kurdistanê di nava vê sedsalê de û bi taybetî jî di van 40 salên dawî de gelek erd ji dest da. Di destpêka salên 1980-90 î de navenda têkoşîna Kurdistanê Erzîngan, Erzirom, Sêwas, Meletî û Dîlok bû. Li vir girseyeke girîng a kurd hebû li kurdayetiyê hişyar bûn û ziman-Çanda neteweyî xwedî derdiketin. Îro li van bajaran kurdayetî bûye hindikahiyek. Li Amedê ku weke paytext tê binav kirin, jîyan û çanda Kurdayetî bi taybet zimanê zikmakî ber bi mirinê ve diçe. Îro cihên ku heşên kurdayetî, zimanê kurdî û çanda kurd lê kêmek mayî Şirnex,Mêrdîn,Colemrêg,Elih û çend bajarokên dî ne, lê li wir jî zimanê Kurdî weke kevîyên berfê dihele.

Yanî Bakurê Kurdistanê hem ji aliyê demografîk, hem ji aliyê çand,ziman û siyaseta neteweyî ve ji aliyê Komara Tirkiyê ve hatiye pêleyîstin û wêrankirin. Tişta herî xeternak ew e ku bi pêkhateya psîkososyal, tercîhên siyasî û hişmendîya Kurdewarî ve pê hatîye leyîstin.

Kurd di dîrokê de ji her demê bêhtir xwe hemwelatiyên Komara Tirkiyeyê û heta Tirk dibînin. Kurd ji her demê zêdetir xwe weke parçeyekî Komara Tirkiyeyê dibînin. Kurd ji her demê zêdetir xwe wekî parçeyekî Tirkan dibînin. Kurdên Bakûr ji her deme bêhtir di warê fikrî û nasnameyî de ber bi windabûnê ve tên kişandin. 

Ji bo vê yeke em di bejin 100 saliya Komara Tirk, yanî 100 saliya dagirkirin û bindestîya Bakurê Kurdistanê ye.

Lê tevî vê yekê jî, di 100 saliya Komarê de, hinek kurd nigeranin  û dibêjin ku Komara Tirkiyê ji ruhê Kemalîzmê dûr ketîye. Mînak yek ji wan damezrinêrê PKK ê Duran Kalkan e ew dibêje “Li dewleta ku Mustafa Kemal bi kedek mezin ava kirî mixabin peyva D jî nemaye” û  Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî weke xerabkarên Kemalîzmê pênase dike. Em bi van gotinên serkirdeyê Pkk ecêpgirtî nebûn ji ber ku Pkk  berîya 1999 bi şêwazekî veşartî  û piştî 1999 an bi eşkereyî, sîstem û îdeolojîya Kemalîzmê wek rêbasa çareserî pêşkêşî gelê kurd dike.

Pirtûkên Ocalan ku ji 5 cildan pêk tê ku li Îmraliyê nivîsandi ne, di berovajîkirina hişmendîya Kurd de roleke gelekî dilîze. Yek ji girîngtirîn tesbîtên vê pirtûkê ev bû: “Mistafa Kemal kesekî demokrat bû, dixwest bi Kurdan re tifaqê bike. Di damezrandina Komara Tirkiyeyê de Kurd jî cih girt. Piştre hêzên derve û serhildanên Kurdan ên weke Şêx Seîd rê li vê yekê girtin. Lê em dîsa dibêjin ruhê Kemalîzmê bingeha çareseriya pirsgirêka kurd e.” Pêşniyara çareseriya Ocalan û Pkk ê bû kêşeya Kurd bû rêbaza kujerê kurd ango Kemalîzm. Ji nav Kurdên Bakur û girseya PKK ê de deh mêr derneketin û negot Apo gelo ev eşqate ya bo Kemalîzm ê çî ye? û hember vê xeta îxanetê negirtin.

Şeva 29 ê Cotmehê, dîmenên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku li gel Konsulusê Tirkîyê di pêşwaziya 100 saliya damezrandina Komarê de li Konsulxaneya Hewlêrê lidar xistibû, kek dibire. Van wêneyan ji hêla hestyarî bandorek negatif çêkir. Lê di rastîyê de pêwîstiyeke dîplomatîk û siyasî bû. Çawa ku mirov diçe resepsiyonên salvegerên damezrandina Fransa, Birîtanya, Îran û heta Iraqê, helbet çûna resepsiyona Tirkiyeyê jî normal e. Tê fêmkirin ku em, neteweperwerên Kurd û heta kesên dilsozên siyaseta Barzanî, bi hestyarî di bin bandora vê wêneyê de ne. Lê em dilnîya ne, ji ber ku em dizanin ku ev tenê teamûlekî dîplomatîk e. Siyaset carinan vê yekê jî ferz dike. Ji bo partîyan ev yek ne zarûrîye lê ji bo dewlet û statûyên sîyasî ev teamûlên dîplomatîk girîng e.

Lê me fêhm nekir çima li Ewropa û Tirkiyê qelemşût, provakator û telalên PKK ê êrîşî Nêçîrvan Barzanî kirin. Ji ber ku PKK û rêxistinên wê dibêjin “Kurd dewleteke cuda ava nakin, dibêjin Komara Tirkiyeyê komara me ye, dibêjin çi kêşeyên me bi ala Tirkiyeyê re tune ye, dibêjin tirkîye welatê me yê hevpar e, dibêjin wê komara Tirkîyê di sedsala xwe ya duyemîn de hîn bêhtir xurt bikin” û hwd… bêlome gelo yê bernameca xwe ya sîyasî xortkirina Komara Tirkkî yê be çawa dikare nebaşî behsa beşdarbûna serokê Herêmê bike?  li vir durûtîyek mezin heye.

Ocalan di deqîqeyên ewil ên girtina xwe de got, “Dayika min Tirk e, ez dixwazim xizmeta dewleta Tirk bikim.” Piştre derket pêşberî dadgehê û got, “Ez ji malbatên leşkerên Tirk ên hatine kuştin lêborînê dixwazim.” Rabû ser xwe û di axaftinên xwe yên li Îmraliyê ku bi vîdeoyan jî hatibûn qeydkirin de got, “Ez ne kurdekî resenim, ez ji tirkekê bêtir xwe tirk hîs dikim.” Dîsa di dîmenan de bi zelalî dibêje, “Ez ê şivannekî li Colemêrgêjî fêrî zimanê Tirkî bikim” Di berdewamîya heman dîmenan de got, “Min weke taşeron ji bo xwe bikar bînin, ez ê her xizmetê bo dewletê bikim.”

Ocalan di pirtûkên xwe de biberdewamî dibêje, “Şêx Seîd ajanê Îngilîstanê bû û kesayetek paşverû bû. Tirk dara mezin e em Kurd jî çiqilê wê darê ne”

 Ocalan sîstema xwe ya fikrî li ser parastina nirxên dewlet û nijada Tirk ava kirî ye. lê kes vê xîyanetê naxwaze bibine PKK û qelemşûrên wê yên weke Cahît Merwan, Ferhat Encû, Adem Karaçoban û dîvelokên wan birîna kêka Nêçîrvan Barzanî bo xwe kirine hinceta êrişê.  Heke birrîna Kekê bibe sedem ku Kurdînîya we bihê bîra we welle pirr tiştekî baş e. Lê hûn du rû ne.

PKK ê Şengalê ala Iraq û arma Heşd Şeebî danî ser milên zarokên Kurd. Dema dimirin di bin ala Heşdî Şeibî de tên definkirin, gelo Kurdan qet pirsiye ku çi eleqeya xelkê Şengalê bi Îslamiyên tûndrew ên Şîe re heye? Loma hûn du rû ne.

HEDEP di peyama pîrozbahiya komara Tirkiyê de got “Demokratîkkirina Komarê erka me ye” Îcar çi, ma ev du rûtî ye.

Bi kurtî mafê PKK yiyan û filîteyên derdora wan tune ye ku rexne li Nêçîrvan Barzanî bikin. PKK, li Tirkiyê alîgirê Tirkiyê, li Iraqê alîgirên Iraqê, li Îranê alîgirên Îranê, Li Sûriyê alîgirê sûrîyê ye ji bo hevgirî û parastina sînorên van dewletan têdikoşe. Pkk dibêje ez dijî parçekirina sînorên dewletên kolonyalistim. Me fikra netewdewlet avêtîye ser gilêşî û dibêje nijadperwerîya Kurd pirr xeternak e û hwd… îca yên xwedî van fikir û ramana çawa dikare behsa Kurdayetî û welatparêzî bike? 

Hûn pêşî li partiya xwe binêrin, ka çi qas zirar gihandiye nasname û  nirxên Kurdayetî yê û paşê biaxivin.

Herêma Kurdistanê xwedî statûyekî federal e û nîvdewlet e. Li Rojhilata Navîn wek dewlet tê pêşwazîkirin û dema ku wezîrên herêma Kurdistanê  diçin Enqereyê û heta Tehranê bi nav û ala Kurdistanê pêşwazî li wan tê kirin. Ji xwe dewleta Tirk a ku Kurdan înkar dike jî tevî neyartîya xwe jî Ala Kurdistanê didileqîne. Nêçîrvan Barzanî jî li gorî teamûlên dîplomatîk beşdarî pîrozbahîyên sedsalîya Komara Tirkîyê bûye. Bi eqlîyeta partîzanî ev yek nahê famkirin.

Kesên ji wî kesê ku deqîqa ewilî gotî “dayika min tirk e” re dibêjin serok, nikarin bibêjin çima Nêçîrvan Barzanî beşdarî pîrozbahîyan bû.  Bê goman ew ê bi hişmendî û ciddîyeta dewletê tevbigere. Temsîla Dewletê li gor hestên me nayê birêvebirin. Ev rastî ev e.

Pustên heman beş