Lehengê gelê Kurd Çetîn Gûngor (Semîr Dêrsim) 38 sal berê hat qetilkirin.

Çetin-Göngör-info

Di 02.11.1985 an de li paytexta Swîdê Stockholmê festîvaleke Kurdî hat lidarxistin. Di festîvalê de li ber çavê her kesî lehengek hat qetilkirin. Kesê ku hat qetilkirin Çetîn Gûngor bû. Ew cînayet ne bûyerekî asayî bû. Çetin Gûngor jî ne kesekî asayî bû. Kuştina Çetîn Gûngor di dîroka Kurdan de despêka cînayetên rêxistinkirî bû ji alîyê partîyekî siyasî ya faşîst û dîktator ve.

Çetin Gûngor şoreşgerekî ku beşdarî yekemîn kongreya damezrandina PKKê bibû û di wê kongreyê de wek endamê Navenda Partiyê hati bû hilbijartin. Ji sala 1977 an û vir ve di nava PKKê de xebatên girîng kiribûn û xizmetên mezin peşkeş kiri bû. Lê dîsa jî ji aliyê PKKê ve hat qetilkirin. PKKê veşartina kuştina Semîr qet pêwîstî nedît. Evdila Ocalan di sala 1990 î de li ser pirsa rojnamevan Mehmet Alî Birand ya “We semîr kuşt”? Ocelan got “bele me ew li ku derê bidîta zaten da wî kujîn”.

Bêyî fêmkirina kuştina Çetîn Gûngor rastiya PKKê, serdemên ku tê de derbas bûyî û şêwazê bikaranîna tundûtûjî û çekan nayê fêmkirin.

Çîroka Çetin Gûngor?

Çetîn Gûngor di sala 1958 an de li Dêrsimê ji dayik bû, ji destpêka salên 1970 î ve di nava têkoşîna Kurdistanê de cih digire. Di heman dem de karê mamostetiyê jî dike. Di sala 1976 an de PKKe nas kir û bû endamê wê yê pêşeng. Pevçûnên PKKê yên bi rêxistinên din re jî cih girtin. Lê paşê wî lihevhatina bi rêxistinên din re xwest û got ku ev pevçûn zirarê dide doza neteweya Kurd.

Piştî derbeya leşkerî ya 12 ê Îlona 1980 î derbasî kampa Lubnanê bû. Û li vir rastî rûyê PKKê yê gemar hat. Ji ber ku PKKe du rû bû. Ya yekem PKKe ku ji derve welatparêz, fedekar, girîngiyê dide têkoşîn û rêhevaltiyê, tê dîtin. Ya din jî rûyê rastîn ê PKKê; PKKe ya du rû, dîktator, kûjerê hevalê xwe û ji mafên şexsî û grûbî dûr… her xebatkarekî PKKê, ger temenê wî têrê bike, wê rûyê duyemîn ê PKKê yê tarî bibîne.

Çetin Gûngor hê jî li kampên PKKê yên li Lubnanê li benda rûyê yekem ê PKKê bû, nîqaş û rexne dikir û we difikirî partî li gorî pîvanên demokratik wê bimeşe. Lê ev yek pêk nehat û rûyê duyemîn ê PKKê derket holê.

Di 1 mîn Konferansa PKKê di Tîrmeha 1981 an de pêk hat û nexşerêyeke nû û polîtîka deme hate diyarkirin. Semîr di destpêkê de şêwazê şerên PKKê ya bi rêxistinên din re rexne kir û got divê şêwazê şerê me, me terorîzm neke. Li gorî Semîr divê êdî bi rêxistin û eşîrên Kurdan re pevçûn çênebin. Nêrîna Semîr a duyemîn jî ew bû ku divê xebata navxweyî ya PKKê demokratîktir be, ji rexneyan re vekirî be û ne xwedî sîstemeke yekkesî be. Ev herdu nêrîn jî rastî bertekên Ocalan hatin.

Semîr kesekî karîzmatîk, çalak û ajîtatorekî balkêş bû. Xebatkar li dora wî kom dibûn û wek yek ji kesayetên pêşeng ên PKKê dihatin dîtin. Ocalan ji ber ku nêrînên wî yên cuda hebûn û nekarî pêşî li kesayeta wî ya karîzmatîk bigire li rêyên tasfiyekirina Semîr geriya. Ocalan ji bo ku Semîr ji navenda siyasî-perwerdeyî ya Lubnanê dûr bixe, ew şande Ewropayê.

Piştî salekê, di 20 ê Tebaxa 1982an de, di 2. yemîn Kongreya PKKê de Semîr dîsa tê Lubnanê û beşdarî kongreyê dibe. Ocalan di vê salê de hemû kesên ku rexne li wî dikirin, ji xwe dûrxistin û kadroyên xwe li hemû beşên xebatê cibecih kirin. Kesên ku ji Ocalan hez nakin jî ji ber gefên wî xwe bêdeng kirin.

Li hemberî Ocalan bertek heye. Ji ber ku Ocalan berîya darbe yê 12 Eylûl 1980 de hemû kadroyan partîya xwe li pey xwe hiştin û reviya. Hemû xebatkarên Bakurê Kurdistanê hatin tasfiyekirin. Di dema ku hemû kadro li cihên wekî Lubnan û Lolanê zehmetiyan dikişînin, şert û mercên Ocalan li Şamê pir xweş û rihet bûn. Yên ku dixwazin Ocalan ji ber tasfiye kirina kadroyan bê darizandin hene. Xeterîya ku Ocalan di kongreyê de neyê hilbijartin pir zêde bû. Dema rojeva hilbijartinê ya Semîr tê, Ocalan daxwaza dengdana vekirî dike, ango her kes navên xwe li ser pusulayê dinivîse. Semîr dengdana veşartî dixwaze. Ger dengdanek veşartî hebûya, Ocalan ser nediket. Ji ber atmosfera tirsê ya ku Ocalan di kongreyê de afirandiye, dengdana vekirî tê kirin û Ocalan dîsa tê hilbijartin. Semîr ji navenda patîyê tê derxistin û wî dişînin Ewropayê. Semîr êdî dît ku PKKe ne partîyekî azadîxwaz e û Ji PKKê derdikeve.

Semîr ne armancekî damezradina partîyek cûda nebû. Tenê ew dixwaze rûyê rastîn ê PKKê aşkere bike. piştî ku ew derket, di Adara 1984 an de daxuyaniyek belav kir û got: “Ez dixwazim rastiya PKKê, an jî bi awayekî rasttir, aliyên tarî yên PKKê derxim holê.” PKK nava xwe de dikele. Ji hundir û derveyê PKKê bêhejmar kes hatin kuştin û bêhejmar kes tenê ji ber ku cuda difikirîn “sûcên fikrî”, hatin girtin. Her wiha gelek endamên PKKê tûşî nexweşîya nefsî bûn, hineka întihar kir û yên derfeta xwe dîtin jî veqetîyan. Rastîya PKKê bi vê tablo yê pir zelal derdikeve holê.

Beriya ku Çetîn Gûngor rastiyan di nava PKKê de eşkere bike, der barê wî de biryara kuştinê hat dayîn û ew revandin birin bajarê Kolnê. ew ji vir direve. Piştre jî di 2 ê Mijdarê de di nava bi sedan kesî de bi du guleyên wî şehîd dikin.

 Li cihê ku PKKe lê hebe demokrasî nîne û nabe

Tevgera herî antîdemokratîk a ku di nava Kurdên de derketiye holê PKKe ye. Rejîma Baas a Ereb jî ji PKKê demokratîktir e. Ji bilî dubarekirina gotinên Ocalan û PKKê tu mafên xebatkarên wê yên,şexsî, rewşenbîrî û siyasî nînin. PKKe xwedî bi dehan televîzyon û kanalên medyayê ye. Rojekê di vê medyayê de muxalefet dernekeve û neaxive. We qet dîtiye ku endamekî ENKSê yan jî partiyek din di televîzyoneke PKKê de derketî ser ekranê? Naa. Ji ber ku kesên di nav PKKê de tenê xwedî yek maf û yek erk in, ew jî ew e ku tişta ku rêxistin ji wan re dibêje bêşik, pêk bînin. Kesê ku difikire, hildiberîne û xwedî karên cuda ye nikare xwe di nava PKKê de bigire. Dawiya kesên wiha yan rev e, yan xwekuştin e yan jî înfaz e.

Çetîn Gûngor hê çi rexne li PKKê nekirî hate kuştin. Ji ber ku taybetmendîya esasî bo PKKê îteaate. Li gorî PKKê her kesê ku ne wek wan be mirinê heq dike. PKKe mirinan rewa dibîne. Mînak dema Çetîn Gûngor ji PKKê veqetiya, li her derê propagandaya “Ji aliyê MÎT ê ve hatibû wezîfedarkirin” hat belavkirin. Ya rast ev e ku PKKe heta niha gelek kêm ajanên MÎT ê kuştine. PKKê tu carî endamên MÎT ê nakuje. PKKe ne di nava xwe de û ne jî li derve ti endamên Mîtê nekuştin e. Sûcdarkirina Ji ber ku her kesê PKKê ji nêz ve nas dike têkiliyên tarî yên Ocalan bi MÎT ê re heyî dizane. Ger PKKe bixwaze sixûrên Mîtê bikuje divê despêkê serokê xwe Ocalan bikuje.

Bûyera Semîrê pêvajoya ku PKKe di salên 1980 yî de li Kurdistanê welatparêzên Kurd ên resen qetil kir û tu kesên muxalif li pey xwe nehişt, weke bernamecekî hat beşandin. Ger kesên weke Semîr bijiyana, Ocalan nedikarî bibe kesê yekê di nava PKKê de. Semîr ne ajan bû, welatparêzek resen bû, Apo ew ji bo pêşîya “serok” bûna xwe vewjêre ew da kuştin. Ocalan ewqasî ji Semîr acizbû ku ew kesên ku kuştina semîr rexne kirî ango Kûrşat Tîmûroglû û 7 kesên ku li Ewropayê kuştin.

Divê Kurd ji kuştina Semîr vê encamê derxin: PKKe ne wek tevger û partiyek siyasî ye, ew wek mafya ye. ew dikare hemû cure dijminî û xerabîyê bike.  Ew kesên dibêjin emê PKKê bi rexne sererast bikin bila vê yeke baş bizanin ku “PKKe ne tevgerek siyasî û civakî ye, tevgerek dijwarîperest e. li gorî ajendeyên herêmî dimeşe.

Kuştina Semîr û îtîrafkirina PKKê ya ku wan Semîr kuştiye şêwazên tûndîya PKKê nîşan dide. PKKe bi terorê tirsê di nav Kurdan belav dike. Ji ber ku “yê pêşengekî mîna Semîr bikuje dikare her kesî bikûje” Yanî PKKe bi tirsandinê hewl dide ku gel teslîm bigire.

Cemîl Bayik cihê ku hinek rexne li ser PKKê pêşdiket digot “liv ir ruhê Semîr digere” bi zelalî digot ger hûn deve xwe negirin dê dawîya we mîna ya Semîr be.

Yek ji navên ku herî zêde “rûxandina xeta Semîr” ya PKKê dipejirîne û behsa wê dike jî Elî Heydar Qeytan bû. Digel ku rastiyê dizanibû jî, ji ber tirsa xwe wî digot “Semir tasfiyekar e”. Elî Heydar Qeytan ji ber ku di wextê xwe de li hevalê xwe Semîr ku her du jî Dersimî bûn xwedî derneket, dawîya Elî HeyderQeytan ji ya Semîr xerabtir bû.

PKKê ji Ferît Uzun heta Enwer Ata, ji Hîkmet Fîdan heta Sîpan Boşîdawa bi sedan şoreşger mîna Semîr kuştin.  Ruhê qatil û bêrehim bi hezar û yek navên cuda weke PKK, KCK, Ciwanen Şoreşger û hwd li nava me de dijîn. Lê rêbaza Semîr neqediyaye. Erê rast e, rihê Semîr li her derê digere, her kesê demokrasiyê dixwaze û hewl dide rûyê rast ê PKKê nasbike ew jî Semîr e.

Pustên heman beş