Karwaneke Hevpeymaniya Navdewletî derbasî Rojavayê Kurdistanê bû

Karwaneke Hevpeymaniya Navdewletî derbasî Rojavayê Kurdistanê bû

Hevdemê zêdebûna asta armanckirina bingehên hêzên Emerîkî û Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyê, karwaneke leşkerî ya nû ya hevpeymaniyê derbasî gundewarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bû.

Li gorî jêderên ragihandinê yên Sûrî, îro karwaneke leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî ku ji 40 barhilgirên barkirî bi alavên leşkerî û locistîk pêk dihat, di rêya dergehê Elwelîd yê hesînorî bi Herêma Kurdistanê re derbasî Rojavayê kurdistanê bû û li bingeha hevpeymaniyê li gundê Til Bêder li gundewarê Hesekê bi cih bû.

Roja Pêncşemê jî, karwaneke leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî ku ji 60 barhilgirên barkirî bi alavên leşkerî û locistîk pêk dihat derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û li bingeha Til Bêder bi cih bû.

Sibeha îro milîsên bi navê “Elmuqawema Elîslamiyê li Îraqê” di daxuyaniyekê de ragihand, ku wê bingeha Emerîkî ya leşkerî li Şedadî li başûrê bajarê Hesekê bi mûşekan armanc kir.

Şeva duh jî milîsên navbûrî, derdora bingeha Xerab Elcîr ya Emerîkî li bajarokê Rimêlanê li Rojavayê Kurdistanê armanc kir.

“Elmuqawema Elîslamiyê li Îraqê” di daxuyaniyekê de ragihand, ku dê di hefteya bê de dest bi qonaxeke nû bike û bingehên Emerîkî bi şêweyekî berfereh armanc bike.

Ji 18ê Cotmeha bûrî ve, bingehên Emerîkî li Sûriyê û Îraqê ji aliyê milîsên bi navê “Elmuqawema Elîslamiyê li Îraqê” tên armankirin.

Pustên heman beş