Xakurk.. 15 Şikeft û tûnelên PKKê hatin bombbaran kirin

pkk hakurk

Wezareta berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku di êrîşên 24 saetên rabûrî de ku li çiyayê Xakurkê li dijî rêxistina PKKê hatine encam dayîn, 15 pêgehên rêxistinê hatine îmhakirin.

Wezareta berevaniyê ya Tirkiyê li ser hesaba hwe ya medyaya civakî «X» daxuyanî da û got ku duh roja şemî 4/11/2023an, balafirên şer çekdarên PKKê yên li çiyayê Xakurkê hedef kirin û zirarên mezin li wan xistine.

Destnîşan kir, di êrîşan de herî kêm 15 pêgehên PKKê ji tûnel, şikeft û cîhên veşartin û helgirtina kel û pelan hatine hedef girtin.

Li gorî daxuyanîya wezareta berevanîya Tirkiyê, hejmareke çekdarên PKKê di wan êrîşan de hatine kuştin û birîndar kirin, medyaya PKKê jî derbarê êrîşan tu daxuyanî neda ne.

Pustên heman beş