Buroya Rêxistina PDKê ya Kerkûk-Germiyan diyarî Zanîngeha Kerkûkê hate kirin

Buroya Rêxistina PDKê ya Kerkûk-Germiyan diyarî Zanîngeha Kerkûkê hate kirin

Buroya Rêxistinê ya Kerkûk-Germiyan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi merasîmekê pêşkêşî Zanîngeha Kerkûkê hat kirin. Endamekî Komîteya Navendî ya PDK’ê jî dibêje: “Em ê di çend rojên bê de baregeheke nû vekin.”

​ Merasîm bi amadebûna  Alîkarê Serokê Parlamentoya Iraqê û endamê Komîteya Navendî ya PDK’ê Şaxewan Ebdullah; Nûnerê Zanîngeha Kerkûkê; Cîgirê Parêzgarê Kerkûkê; Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Kerkûkê; Serokê Liqê Sêyemîn PDKê û nûnerên hejmarek partiyên siyasî hate kirin.

Şaxewan Ebdullah di konferanseke rojnamevanî de ragihand: “Îro me bi fermî avahiya Buroya Rêxistina Kerkûk-Germiyan ya PDKê vegerand û bi li gorî fermana Serok Barzanî, me ev avahî weke diyarî pêşkêşî Zanîngeha kerkûkê kir.”

Şaxewan Ebdullah got jî: “Em spasiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî dikin ku rêkeftina siyasî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo vekirina hemû baregehên PDKê li Kerkûkê, cîbicî kir.”

Herwiha da zanîn jî: “Bergeha Liqê Sêyem a PDKê li Kerkûkê û avahiya nû ya Buroya Rêxistinê ya Kerkûk-Germyanê jî, dê di çend rojên bê de bi fermî bên vekirin.”

Endamê Komîta Navendî ya PDKê tekez kir jî: “PDK dê weke hêzên din ên siyasî li Kerkûkê çalakiyên xwe yên siyasî berdewam bike.”

Got jî: “Hebûna PDK li Kerkûkê dê pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhate û neteweyên bajêr de bihêztir û kûrtir bike û pêkheteyên bajêr (Kurd, Ereb, Tirkmen, Xiristiyan û pêkhateyên din) biparêze.”

Ji aliyê xwe ve, Serokê Zanîngeha Kerkûkê Dr. Omran Cemal Hesen ragihand, “Em ji dil spasiya Serok Barzanî dikin ji bo vê destpêşxeriya ciwan, zanistî û akademîk. Ev baregeha ku ji aliyê PDKê ve pêşkêşî me hatiye kirin, dê bibe avahiya Koleja Endezyariya Petrol û Çavkaniyên Sirûştî.”

Piştî bûyerên 16ê Cotmehê, Buroya Rêxistinê ya Kerkûk-Germiyan a PDKê ji aliyê Fermadariya Operasyonên Hevpar ên Kerkûkê ve hatibû dagîrkirin.

Roja 25ê tebaxa 2023an Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ferman dabû Fermandariya Operasyonên Hevbeş ku wê baregehê vala bike û radestî PDKê bike, lê ev biryar nehat cibicîkirin.

Li dijî wê biryarê jî, hejmarek ji alîgirên Heşdî Şeibî û Tirkmenên Kerkûkê, roja 02.09.2023an li dijî vegera PDKê bo Kerkûkê, rêya Kerkûk-Hewlêrê girtin.

Welatiyên Kurd jî li dijî girtina rê, dest bi xwepêşandaneke aştiyane kirin, lê ji ber destêwerdana hêzên Iraqî, 4 welatiyên Kurd hatin şehîdkirin û bi dehan xwepêşander jî birîndar bûn.

Piştre Komîteya Navendî ya PDKê di civîna 26ê Cotmehê de, ji bo parastina ewlehî û aramiya Kerkûkê, biryar da Buroya Rêxistinê ya Kerkûk-Germiyanê, pêşkêşî Zanîngeha Kerkûkê bike.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi vê pêngava xwe tekez kir ku Kerkûk her dilê Kurdistanê ye û piştî 16ê Cotmehê jî her xebatê ji bo çareserkirina birîna dilê Kerkûkiyan dike.

Pustên heman beş