PYD karê rojnamevanan astengtir dike

PYD karê rojnamevanan astengtir dike

Rêveberiya PYDê, biryareke nû li Rojavayê Kurdistanê derxist, tê de karê rojnamevanan, bêtir astengtir kir.

Di biryarekê de ku weke giştandin hatiye belavkirin, êdî her rojnamevanek divê bi moleta dezgeha Bazneya Ragihandinê ya ser bi rêveberiya PYDê ve karê xwe bike, û her raportekê bo dezgehên rojnamegeriyê were amadekirin, divê dezgeha Bazneya Ragihandinê agahdar be û lê vegere.

Di wê biryarê de hatiye ku her rojnamevanek berûvajî wê biryarê kar bike, dê rastî size û dadgehkirinê were.

Ji dema ku PYDê, desthelatdarî ji rêjîma Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê wergirtiye, her dem astengiyan ji karê rojnamegeriyê re dirust dike, tenê rê dide rojnamevanên nêzîk rêveberiyê karê xwe bi azadî bikin.

Pustên heman beş